Elî Seydo Gewranî

dîplomatê urdinî bi eslê xwe kurd

Elî Seydo Gewranî[1] (jdb. 1908 li Emanê - m. 1992), dîplomatê urdunî û ferhengdanerê kurd bû ku danerê Ferhenga Kurdî Nûjen a kurdî-erebî (1985) bû.

Elî Seydo Gewranî
Jidayikbûn
Mirin
Hevwelatî
Perwerde
Zanîngeha Amerîkî ya Beyrûtê
Pîşe
Zarok
Xizm
Mehmûd axa Omerkî (bapîr)
Xebatên navdar

Jînenîgarî

biguhêre

Elî Gewranî derbarê koka xwe dibêje:

Ez ji hoza Dodkan ya kurdî me, ji şaxa ku li deşta Gewranê rûdinê, di navbera bajarên Diyarbekir û Erxenî de, li "Kurdistana Tirkî" û navê gundê me Lexerî ye. Kalkê min bi hêzên tirk re di sala 1880 hat bajaroka Seltê li Urdunê, ya ku desthelatdariyên osmanî lê navenda mîrî ya yekem vekir û qayimeqamek û polîs û jendirme lê bi cî kirin, tevî fermanberiyên din. Û hêzên asayişê lê hemû kurd bûn. Kalkê min li Seltê mir û li nik kelaya wê hat gorîkirin û malbata me ji wê demê de li Urdunê rûdinê.[2]

Perwerde

biguhêre

Di sala 1916an de li Emanê dest bi xwendina xwe ya sereta dike û piştî çar salan li Qudsê (Orşelîm) li Xwendegeha Bishop Gobat (Bishop Gobat School) ya îngilîzî bi dawî tîne. Piştre diçe xwendina xwe ya navincî li Xwendegeha Rewdetulmeeref (Rawdat al-Ma'aref) li Qudsê tekûz dike. Di sala 1924 diçe Zanîngeha Amerîkî ya Beyrûtê (American University of Beirut) û di 22ê hezîrana 1928an de bekeloriyosa ramyarî û aborînasî digire. Gewranî dibêje: Ez zankoyarê urdunî yê yekem bûm[2]

1929: mamosteyê zimanê îngilîzî li xwendegeha Emanê ya navincî.
1934: sekretêrê perlemana Urdunê
1938: birêvebirê xwendegeha navincî ya Kerkê
1940: birêvebirê xwendegeha navincî ya Emanê
1942: sekretêrê wezareta navxweyî Urdunê
1943 - 1944: qayimeqamê Eclonê
1948: birêvebirê xwendegeha navincî ya Seltê
1949: birêvebirê xwendegeha navincî ya Irbidê
1949 - 1963: dîplomat, li Erebistana Siûdî, Yemen, Enqere û Şam. ew hat malnişînkirin bi pileya cîgir wezîr.[2][3]

Xebatên din

biguhêre
  • Ferhengeke Kurdî Erebî
  • Geşteke li deverê Yemenê (bi Erebî)
  • Lor û Loristan (bi Erebî, di kovara akadîmiya kurdî li Bexdê sala 1974)

Wergerandin

biguhêre
  • The Kurds: A historical and a political study, Hasan Arfa
  • Journey among brave men, Dana Schmidt
  • The kurdish republic of 1946, William Eagleton
  • The Kurds, Thomas Bois
  • Doğunun sorunları, Mehmed Emin Bozarsalan
  • Şanenîşana Stêra Urdunê ji pileya duwem (Urdun)
  • Şanenîşana Stêra Geş (Taîwan)
  • Şanenîşana Jêhatiyê ji pileya duwem (Sûrî)
  • Şanenîşana Perwerdekariyê ji pileya yekem (Urdun)[3]

Mijarên têkildar

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ E. Huseynî, Miryê zimanê kurdî Elî Seydo Gewranî koç kir (1908-1992), Zanîn, 6:1992, r. 10-13.
  2. ^ a b c Ferhenga Kurdî Nûjen, Alî Seydo Gewranî, 1985
    Jînenîgarî bi destê daner
  3. ^ a b Jînenîgariya Alî Gewranî li Malpera Wezareta Roşinbîriyê ya Urdunê[girêdan daimî miriye]