Edward Mills Purcell

Fizîknasekî amerîkî yê ku xelata Nobelê bi dest xistiye
(Ji Edward Purcell hat beralîkirin)

Edward Mills Purcell (jdb. 30ê tebaxê 1912 li Taylorville, Illinois; m. 7ê adarê 1997 li Cambridge, Massachusetts) fîzîknasekî DYAyî bû. Sala 1952î bi tevî Felix Bloch Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Edward Mills Purcell

Dî cîhana manyetîzma dendikî de şoreşek pêk anîye. Keşfa mijandina manyetîzma dendîkî jî wî bi xwe di sala 1945î de kiriye. Xebatên wî çêkirina NMR-Spektroskopîyê hêsantir kiriye. Spektroskopîyeke bi vî rengî di gelek warên zanistiyê de dihat wateya pêşdeçûnê. Bo mînak di hilberîna derman û testên bijîşkiyê de.

Sala 1951î bi tevî Harold Irwing Ewen û Gart Westerhold emîsyona cureyên frekansan keşf û rave kiriye. Şopandina stêrkan bipêşxistiye.

Purcell li zanîngeha Harvard wekî profesor dersdarî dikir.

  • E. M. Purcell, H. C. Torrey and R. V. Pound, "Resonance absorption by nuclear magnetic moments in a solid", Phys. Rev. 69, 37 (1946)
  • Elektrisität und Magnetismus - Elektrîsîte û Manyetîzm, Springer Verlag, 4.Auflage 1989, Berkeley Physik Kurs Bd.2, ISBN 3-540-41571-8 (almanî)
  • Life at low Reynolds number, American Journal of physics 1977 (bandora hîdrodînamîkê li ser bakterî û hwd)