Felix Bloch

Fizîkzanekî swîsreyî

Felix Bloch (jdb. 23ê çiriya pêşîn 1905 li Zürich; m. 10ê îlonê 1983 li Zürich) fizîknasekî Swîsreyî-Amerîkayî bû. Sala 1952î bi tevî Edward Mills Purcell, Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Felix Bloch

Sala 1927î endazyariya fîzîkê bidawî dike û doktoraya xwe li zanîngeha Leipzig dide. Bi fîzîknasên navdar ên hevdemî re hevaltiyê dike û bi wan re dixebite. Sala 1933î diçe DYAyê û zanîgeha Stanfordê. Sala 1939î dibe hevwelatiyê Amerîkayê.

Di dema şerê cîhanî yê duyemîn de li ser atomenerjîyê radiweste û lêkolînan dike. Piştre bala xwe berdide îndûksiyon, nûklear rezonans, manyetîk rezonans û bipêşxistina teknîkên dîmengiriye hwd.

Herwekî binêrinBiguherîne