Ednan Kerîm
Ednan Kerîm (عهدنان كهریم, Adnan Karim) (jdb. 1963, Kerkûk) hunermend û goranîbêjekî kurd ê ji Kerkûkê ye.
Ednan Kerîm Ednan Kerîm (Adnan Karim) | |
---|---|
Jiyan | |
Jidayikbûn | 1963 Kerkûk, Başûrê Kurdistan |
Pîşe | Hunermend |
Malper | www.adnankarim.com |
biguhêre |
Jînenîgarî
biguhêreEdnan Kerîm di sala 1963an de li bajarê Kerkûkê hatiye dinyayê[1]. Gerçi malbata wî rewşa madî ne baş bû jî, wan ji perwerdeya wî re texsîr nekir. Hikûmeta Iraqê ya Ereb malbata wî ji şarê Kerkûkê rakir û ew çûn şarê Silêmanî. Ednan Kerîm jiyan û perwerdehiya xwe li wir dewam kir. Jîngeha wî a nû ji aliyê çand û hunerî da pirr dewlemend bû.
Ciwantiya wî bi stranên kurdî ên gelêrî û dengê goranîbêjên kurd derbas bû. Stranbêjên kurd ên navdar ji aliyê pêşveçûna wî a muzîkî de gelek bandor hene.
Dîskografî
biguhêre- Bîrtan Dekem (1993)
- Raz (1995)
- Şewî Yelda (1996)
- Eroy Oxîr (1999)
- Shînî Ba (2002)
- Konsertê Zindî (2002)
- Tavgeyek le Ishq (2004)
- Emshow (Tonight) (2006)
- Wefayi (2010)
- Badey Golrang I (2012)
Çavkanî
biguhêre- ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 10 adar 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 13 çiriya pêşîn 2012
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
Girêdanên derve
biguhêre- Malpera Fermî Girêdana arşîvê 2007-06-02 li ser Wayback Machine