Ebdelmesîh di serdema dawiya antîk de pakrewanekî cihû xiristiyan bû.

Ebdelmesîh
Navê rastî
אשר בן לוי
(Asher ben Levi)
Jidayikbûn
Mirin390
Şingal
biguhêreBelge

Ebdelmesîh, an jî Eşer ben Levî [1], ji dîroka nayê zanîn, kurekî şivan yê cihû bû ku dûre wek ezîzekî fileh hatiye pîrozkirin. Ew ji ber baweriya xwe ji aliye bavê xwe ve hatiye kuştin. Çîroka wî li Singara derbas dibe û bi zimanê suryankî hatiye nivîsîn lê paşî versiyona bi erebî û ermenkî jî hatiye nivîsîn.[2] Ew li nêzî Şingalê di împeratoriya farisan de dijiya. Piştî baweriya xwe wek xiristiyan guherandiye, wî guhê xwe qul kiriye (belkî nîşana xulamîtiya wî bû).[3] Ew di sala PZ 390an de miriye. Di derbarê cîhê şehadeta wî de nîqaşek heye. Hin çavkanî dibêjin li Şingalê (li Îraqê nûjen li nêzî sînorê Sûriyê), û yên din dibêjin Taglibisa Erebistanê. Roja cejna wî di 13ê tîrmehê, 22ê tîrmehê an jî 3ê çiriya pêşîn de ye.[4]

Çavkanî biguhêre

  1. Asher ben Levi at jewishencyclopaedia.com; retrieved 21 July 2019
  2. This text was the subject of the PhD thesis of Michael L. Morris, University of Southampton, 2009.
  3. Abdelmasih - ܥܒܕܐܠܡܣܝܚ Girêdana arşîvê 2020-02-25 li ser Wayback Machine Retrieved on 7 Feb 2018
  4. Holweck, F. G. A Biographical Dictionary of the Saints. St. Louis, MO: B. Herder Book Co., 1924.

Girêdanên derveyî biguhêre