E1 Tower yan jî Zanyarî Tower, yek ji avahiyên herî bilind ên li Herêma Kurdistanê ye ku li bajarê Hewlêr a Başûrê Kurdistanê hatiye avakirin. E1 Tower bi bilindahiya 180 mêtreyan û ji 48 qatan pêk tê.[1] E1 Tower avahiya niha avahiya herî bilind a Başûrê Kurdistanê û Iraqê ye. Proje yek ji Şîrketa Avahî ya Kurmanc e ku xwediyê şîrketê Sabah Nûrî Elî ku armanca wî geşkirin û vejandina herêmê ye ku rê li ber derfetên nû ji şêniyên bajêr re çêke û bilindkirina kalîteya jiyanê û standarda jiyanê ji şêniyên bajêr re pêk bîne. Avahî ji betonê hatiye avakirin û tevahiya betonê bi giştî heta 40 hezar m³an ku ji aliyê pargîdaniya Lafarge ve hatiye dabînkirin ku li Iraq û li Herêma Kurdistanê û di asta navdewletî de pargîdaniyek pêşkeşvan a betonê ye.[2][3]

E1 Tower
  • High-rise building Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
36°10′29″Bk 44°00′22″Rh / 36.17478°Bk 44.00608°Rh / 36.17478; 44.00608
DewletIraq Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Agahiyên giştî biguhêre

Avakirina projeyê di sala 2019an de dest pê kiriye û di sala 2022-2023 de qediyaye. Projeya E1 Towerê yek ji projeyên girîng Hewlerê ye ku ji bo 300 kesan zêdetir dibe derfeta kar û xebatê û ji bo dîtbarî ya bajêr dibe yek nîşaneyên girîngên bajarî. 46 qatên jorîn û 2 qatên jêrzemîna avahiyê hene. Li E1 Towerê 400 daîre û 400 cihê parka wesayitan hene. Di heman demê de avahî xwaringehek vekirî û qata bikaranîna nivîsgehê ya taybetî û dezgehên din ên wekî werzîşxane, hewza avê ya hundurîn, sauna û hwd vedihewîne. Li avahiyê 8 asansorên bi lezên cihêreng dixebitin ku demên bendewariyê ji bo niştecîhên qatên jorîn kêm bikin.[4][5][6]

Sêwirana projeyê biguhêre

Mîmarî biguhêre

Mîmarê avahiyê endezyar Rapar Wali Cebbar e ku avahiyê bi şêwazek mîmarî ya postmodern hilbijartiye. Rûyek ji dîwarên camê ku avahiyê dorpêç dike hatiye hilbijartin ku ji bo rûniştvanên avahiyê dîmenek tevahî bajêr û taxên derdora avahiyê peyda bike. Li avahiyê mîmariya kemerên keleha Hewlêrê hene ku ev yek taybetiya bajarê Hewlêrê dide Zanyarî Towerê.

Binyadî biguhêre

Endezyarên avahiyê Dr. Bahman O. Taha û MSc. Kovan Azeez yê ku avahiyek wekî çarçoveyek betonê ya qewîn a ku bi dîwarên perdeyan yên betonî ve hatiye çêkirin, sêwirandina avahiyê xêzkirine. Ji ber cihê E1 Towerê ku avahî nêzîkê xeta Şikesteka Erebî-Ewrasyayê ye, ji ber vê yekê herêm ji hêla erdhejê ve herêmek çalak e û herî dawî di sala 2017an de erdhejek bi mezinahiya rîchterê 7.2 pêk hatiye.[7] Di heman demê de herêm dikare ji ber bayê bilez ji deştên deşt û qadên nizm ên derdorê jî bibandor bibe. Ji ber vê yekê di sêwirana pergala hêza berxwedêr a kêlekî ya avahiyê de baldariyek mezin hatiye girtin ku hejandina aliyên qatên jor kêm bike û hêza pêwîst peyda bike. Ji ber vê yekê avahî ji dîwarên perde yên betonê yên bi hêz ku bi dirêjahiya 7 mêtre dirêj û bi firehiya 60 santîmêtre qalind li qatên jêrîn pêk tê ku bi naverokek betonê ya navendî asansoran vedihewîne erka stûna avahiyê ya navendî tîne cih.

Ji ber ku avahî li ser tebeqeyên axa Hewlêrê ya gil ku axeke herî yê şimitok e hatiye avakirin ji bo sêwiranê bingehek kûr hewce kiriye. Wekî din, endezyar 226 kolonên bi kûrahiya 27 metreyan ku li jor bi devgirek betonê bi kûrahiya 2.5 mêtre ve hatiye girtin destnîşan kiriye.[8]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "E1 Tower Zaniary Towers, Erbil | 1496163 | EMPORIS". web.archive.org. 2 hezîran 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 2 hezîran 2021. Roja gihiştinê 29 çiriya paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "Zaniary Tower is Recorded as the Tallest Residential Building Complex in Iraq". www.lafarge-iraq.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 çiriya paşîn 2023.
  3. ^ "وان | الشروع ببناء اعلى برج بالعراق في كوردستانه" (bi erebî). 28 kanûna paşîn 2020. Roja gihiştinê 29 çiriya paşîn 2023.
  4. ^ "وضع الحجر الاساس في اربيل لاعلى برج على مستوى اقليم كردستان والعراق". ninanews.com (bi erebî). Roja gihiştinê 29 çiriya paşîn 2023.
  5. ^ "وضع الحجر الاساس في اربيل لاعلى برج على مستوى اقليم كردستان والعراق". ninanews.com (bi erebî). Roja gihiştinê 29 çiriya paşîn 2023.
  6. ^ "أربيل: وضع الحجر الأساس لأعلى برج على مستوى العراق". تودي نيوز - Today News. Roja gihiştinê 29 çiriya paşîn 2023.
  7. ^ "7.2 earthquake in Kurdistan".
  8. ^ لە هەولێر بەردی بناخەی بەرزترین تاوەر لەسەر ئاستی کوردستان و عێراق دادەنرێت | لە هەولێر بەردی بناخەی بەرزترین تاوەر لەسەر ئاستی کوردستان و عێراق دادەنرێت پەیامنێری رووداو باسی بەرزیی تاوەرەکە دەکات | By Rudaw | Facebook, roja gihiştinê 29 çiriya paşîn 2023