Duşerkî[1] an jî dûelo tekoşîneke bi rêpîvan di nav du kese ji ber ku pirsgirêka rûmet bi çekên kujende çareser bikin. Kesê ku duşerkî dike meriv wê re duşerkîbaz dibêje.

Qentûra Namûsê— Duşerkî li Bois De Boulogne, nêzîkî Parîsê, daristan, li gorî Godefroy Durand, Harper's Weekly (kanûna paşîn a 1875)

Serdema yekemîn ji beriya şer yan jî di demê şer de yek bi yek pevçun çêdibun. Rêya çareseriya li hev nekirinên di navbera hozan de ev cureyên şeran bûn. Ev rewş di serdema navîn de her kû ber bi Ewropa ve diçû şêwe di gûherand. Di sedsala 10-12an de tenê mirovên azad dikarîn duşerkî bikin.

Duşerkî bi awayeke aşkere, bi amadehî û şahidiya navbeynkara pêkdihat.Di vê heyama ku duşerkî dihat kirin;bawerî pê hebû ku, li ba Xweda têkçûna mafdar tûcar nîne û ev(duşerkî) jî; awa û alaveke dadî ye, ku mafa bi maf dike.Wek mînak; ger dadgeh, di navbera gumanbar û mafdar de delîlek bi dest nexe û negihê encamekî, aliya bangî duşerkiyê dike.

Duşerkî ber gel dihat kirin. Yê kû duwenda kirî nemirî be, ceza dikirin ji ber tawanê wî hatîye peyitandin. Vê şikla duşerkî li Fransa yê sala 1547 yê qedexe bibû lê li Înglistan yê heta 1819 an berdewam bû. Duşerkî êdî vê demê şûnda navbêra zadeganan ji bo pirsgirikên rûmet çareser be dihat kirin. Yê kû bawer dikir rûmeta wî şkiya ye, kesê kû xwe re tajang kirîye bawer dikir kû bi duşerkî yê rûmeta xwe xelas bike.

Kesê difikirya ku rûmeta wî şikestîye, ligel du govana hevrikê xwe vexwendê hemberiyê dikir. Hevrikê wî jî du govan pêyda dikir, van govana jî ristên pêşbirkê di danînan. Hilbijartina çekî kesê ko pêşbirk xwestîye dikir. Gelemperî şûr an jî demance bikar dihat. Govanan firehiya qada ku dê duel lê çêbibe bipîvin û çekan kontrol bikin. Eger duşerkîbazan bi şûr şer dikirin, diviyabû di nav qada diyarkirî de cih bigirta. Ger ji bo duşerkiyê çek hatiba diyarkirin, kesên beşdarî duşerkiyê bûbûn dê ji cihên nîşankirî li dûrahiya ku govanan diyar kiribûn, gulebaran bikin. Ger sûcdarkirinek pir giran nebûna pirsê, dê duşerkî bi agirek hevdu an jî birîndariyek piçûk biqede. Li ser sûcek giran, duel dê bibe sedema mirin an birîndariyek giran. Dem hebûn ku govanan jî bi hev re şer dikirin. Duşerkiya herî dawî ya naskirî di sala 1967an de li Fransayê bi şûran hate kirin, piştî ku Şaredarê Marsîlyayê Gaston Defferre heqaret li endamê parlamanê René Ribière kir. Maça ku ji hêla Wezîrê Karên Derve yê Fransa yê wê demê Jean de Lipkowskiin ve hat hakemkirin, di encamê de Gaston Defferre bi ser ket ku di encama du caran birîndarbûna René Ribière ji milê wî de.[2]

ÇavkanîBiguherîne

Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya tirkî pêk tê.
  1. "Ferhengên Kurdî By OSMAN ASLANOĞLU: O-ferheng (Ferhenga Mezin a Kurdî-Turkî û Tirkî-Kurdî) Android". Ferhengên Kurdî By OSMAN ASLANOĞLU. 20 Eylül 2017 Çarşamba. Roja wergirtinê: 2018-09-23. Check date values in: |date= (alîkarî)
  2. "People: Apr. 28, 1967" (bi îngilîzî). Time. Ji orîjînalê di 29 hezîran 2011 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 13 çiriya paşîn 2021.