Ji bo maneyên din li Dodan binêre.

Dodan navê fermî Erkan Özer[1] (z. 1978, Gimgim) muzîkvanê kurd e.

Jînenîgarî biguhêre

Di sala 1978an de li Gimgima Mûşê hatiye dinyayê. Di sala 1995an de dest bi muzîkê kir û di sala 1997an de bi Murat Öztürk re koma Dodan Project damezrand. Yekemîn albûma xwe ya bi navê Be Naw (mebest bê nav) [2] di bin banê Dodan Projectê derxist. Paşê navê Dodan wek navê xwe bi kar anî û bi vî navî jiyana wî ya muzîkjeniyê berdewam kir. [3] Di albûma Peşkê ya ku ji bo bîranîna helbestvanê kurd Bro Omerî hatibû amadekirin bi stranekê cih girt. [4]

Di sala 2016an de beşdarî pêşbirkekê muzîkê ya bi navê O Ses Türkiye (Ew Deng Turkiye) ya televizyoneke tirkî bû [5] û ev yek jî bû sedema hin nîqaşan. [6]

Dîskografî biguhêre

  • Be Naw, li gel Murat Öztürk, 2005
  • Şabûn, 2010
  • Peşk, li gel hunermendên cihêreng deng da strana Helbesta Bê Nav, 2015[7]

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre