Diya Ciwan helbestvan û nivîskareke kurd e.

Diya Ciwan (Zeyneb Xanim)
Jidayikbûn1ê hezîrana 1952an (71 salî)
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Kurtejiyan biguhêre

Di rojek ji rojên hizêrana sala 1952[1]/1953[çavkanî hewce ye] ji dayik bûye, di malbateke rewşenbîr û neteweyî de hatiye perwerdekirin. Diya Ciwan dibêje "min hingê nivîsî, roja ku min başî û xirabî, sitembarî û berxwedan ji hev cudakir. Roja ku devê min tama talî û şêrînahiyê ji hev cudakir, ew roj bûne destpêka nivîsandinê, min di hindirê xwe de bi evînekî mezin dinvîsî, lê bi bûyerekî biçûk, bi wateyekî kûr, hew min dît ku nivîs xwe ji sînga min davêje ser rûpelan, ew dem jî di sala 1977 de bû. Wesan bû destpêka nivîsandinê".

Diya Ciwan jineke kurde, bawere bi mafê kurd yê rewa û peyama dayikê, ew bi xwe dibêje, "dayik bûn peyama minî pêşiye di jiyanê de". Ew bi xwe jî dayika şeş zarokane, ji sala 1975 heta niha di gel malxwê xwe û zarokên xwe li Şamê, taxa Kurda dijî. Piranî rojname û kovarên kurdî li Kurdistanê û derveyî Kurdistnê nivîsên wê weşandine.

Hinek ji çalakiyên Diya Ciwan biguhêre

  • Endama di komîta parastina mafê jinan li Sûriyê.
  • Endama di komîta mîhrecana helbesta kurdî li Sûriyê.
  • Endmama di komîta xelata Osman Sebrî de.
  • Xelata Osman Sebrî pêşkêşi xanim Danielle Mitterand kir di sala 2004ê de.
  • Perlemana Swêdê pêşwazî lê kir wekî nivîskareke kurd di sala 2004ê de.
  • Êzgeha Stokholm ya navnetewî hevpeyvînek li gel cêkir, herwesan radyoya Berlînê ya navneteweyî.

Hinek ji çalakiyên wê li herêma Kurdistana Başûr biguhêre

  • Vekirna çapxana Xebat 1996.
  • Vekrina pêşangeha şehîdên enfalê 2005.
  • Vekirna senterê Leyla Qasim 2006.

Xelatên ku Diyan Ciwan wergirtine biguhêre

  • Rêzlênan ji aliyê partiya Çepê kurdî li Soriyê 1993.
  • Xelatek zêrên ji wezareta rewşenbîriya Kurdistnaê li Îraqê 1998.
  • Bawername ji festivala helbesta kurdî li Soriyê, 1999.
  • Xelata festîvala Melayê Cizîrî, ji aliyê wezareta rewşenbîrî li hermêma kurdistanê, 2000.
  • Xelata û bawrername ji festîvala rewşenbîriya Tonisê, ji hêla wezareta rewşenbrî li Tonis, 2001.
  • Xelata sedsaliya nemir Barzanî li hermêma kurdistanê, 2003.
  • Rêzlênan ji kolîja Wêjeyê li Duhokê.2005.
  • Xelata festîvala Bedirxaniya ya rojinamegeriya kurdî li herêma kurdistanê û bawername, 2005 û 2006.
  • Xelata zêrîn ji wezareta rewşenbîrî li kurdistnaê ku mezintirîn xelate, 2007.
  • Bawername û rêzlênan ji dezgehê Mîdiya yê rojinamevanî, 2007
  • Xelata festîvala helbesta kurdî li Akirê, 2008

Berhemên çapkirî biguhêre

  • Pêlek ji deryanên kovanê min- helbest-1992.
  • Bazbend – çîrok.
  • Hêsrên ziwa- helbest.
  • Çîrokên kurda, beşê 1 û 2.
  • Bênder, helbest-2007-Duhok
  • Gotinên pêsiya-2007-Duhok

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Zeynelabidîn Zinar, Sê jinên kurd. Di kovara Nûdem, r. 71, 13:1995 de.