Dirêjahî
Dirêjahî (bi Soranî: dirêjayî, درێژایی ; bi Inglîzî: length) yek ji rehendên tiştan e. Dirêjahî rehendê dakişandî yê her tiştê ye. Dirêjahî ya tiştekî duriya navbera dawî yên wî tiştê ye; berfirehiya xetî ya wî ku ji dawî heta dawî dihêt pîvan. Pêdivî ye ji bilindahî û pehnahî bihêt cuda kirin. Bilindahî berfirehî ya tiştan e bi awayê stûnkî; Û pehnahî dûrî ya navbera alîyekî heta aliyê dî nîşadidit.
![](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/d/dc/Length.svg/200px-Length.svg.png)
Di fîzîkê da, bi awayekê edetî her dûrahîya di navbera du xalan da dirêjahî ye.
Dirêjahî pîvana rehendekî bi tenê ye. Rûber pîvana du rehendan e (dirêjahî 2 car) û guncak pîvana sê rehendan e (dirêjahî 3 car). Di piraniya sîstemên pîvan û yekînan da, dirêjahî yekîneka bingehîn e û yekînên dî li ser wê dihên pênasekirin.