Dilbixwîn Dara rojnamevan û nivîskarekî kurd e. Ew di sala 1967 li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Kobanê ji dayîk bû ye.[1]

Dilbixwîn Dara
Jidayikbûn1967
Kobanî
Pîşerojnamevan, nivîskar
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

- Sernivîserê kovara Rewşen bû (1990, Bonn- Almanya)

- Sernivîserê kovara Avaşaîn bû (Berlin, 1994)

- Yekemîn bêjerê nûçeyan bû di yekemîn televîyona kurdî ya satelîtê de MED-TV (1995, li Brukselê).

- Her wiha ew di MED tv de, sernivîserê dîska kurmancî û navenda nûçeyan bû.

- Wî di televîzyonên Medya TV û Tishk TV, Kurdistan Tv, amadekarî û pêşkêşvaniya gelek programên cuda kirine.

- Ew niha di televîzyona Rûdaw de, ku ji Hewlêrê weşanê dike, bêjerê nûçeyane, programan pêşkêş dike.

- Dilbixwîn Dara di sala 2000 de rojnameyek bi navê AVESTA derxist. Ew rojname niha li ser internetê tê weşandin û yek ji mezintirîn rojnameyên kurdî ye li ser internetê. www.avestakurd.net

- Her wiha di sala 2013 dest bi weşana AVESTA – Erebî jî kir. www.avestaarabic.com

- Ev nêzîkî 25 salane ew di nava karûbarê rojnamegeriyê de ye û gelek hevpeyvîn bi gelek kesayetiyên siyasî û wêjeyî re çêkirine, her wiha gelek gotar di gelek rojname û kovarên cuda de nivîsandine.

- Niha di televîzyona Rûdawê de li Hewlêrê bêjerê nûçeyan û moderator e. Bernameya heftane ya talkshow (2 Alî) pêşkêş dike

- Ew ji sala 1990 de li Almanya dijî.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Dilbixwîn: Cara yekê min Hêvîdar li cem Ocalan dît".