Dibistana gûranî an jî rewteka gûranî yek ji kevneşopên wêjeya kurdî bi serzaravaya hewramî ye.

Navenda vê kevneşopê bajarê Sineyê, li erdê Mîrgeha Erdelanê bûye. Ev dibistan e ku ji aliyê Ûsiv Yaska ve (m. 1638) hatibûye damezrandin. Ji sedsala 17'em şûnde kurdên hewramî (Kelawspî) û serzavaya kurdî ya hewramî (gûranî) di Mîrgeha Erdelanê de roleke mezin dilîzin û heya hewramî dibe zimanê dadgehan. Dîsa mîrên Erdelanê dibin destekdanê wêjeya hewramî ya ku di vê demeyê de bi awayeke giring pêşvedikeve. Dibe ku ji vê yekê di qesrên Babanî de Erdelan wek "welatê/dewleta gûranan" hatibûye binavkirin[çavkanî hewce ye].

Çavkanî biguhêre