Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê

Şanoya Seyr-î Meselê ya xwedî rabirdûyeke 15 salî û ji 24 kesan ve pêk tê di meha Sermewezê ya sala 2002an ava bû, û ji her girêdan û qalibên ku li hemberî afirandina hunerê dibin asteng azad, ji bo ku karibe hunera xwe biafirîne dest bi sazkirina ciyê xwe kir.

Ciyê ku niha xebat lê dibin, berê avahiyeke wêran bû û bi qirş û gemara deh salan hatibû dagirtin. Li Stenbolê, li taxa Beyoğluyê ev der hate kirêkirin û ji bo ku bibe dezgeheke xebatê damezrênerên vê dezgehê bi mehan xebitîn. Di heman dema ku xebatên avakirinê didomand, pê re xebatên huner û şanoyê bi hewla ku rêyekê li ber xebatên xwe veke xebatên fikrî û zanistî hatin kirin. Armanca komê ya ku xwedî xebateke hevbeş e tenê ne ji bo pêkanîna lîstikekê tên cim hev, li gel vê yekê ev koma şanoyê ji bona ku karibe xwe li ser piya bihêle li rêya sazkirina aboriyê, sazûmanê, têkiliyên sazîbûnê û hwd. jî digere.

Armanca Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê û têkiliya wê ya bi Şanoya Kurdî ve biguhêre

Damezrênerên vê şanoyê, li gel hemû bêderfetiyê, xwedî nêzîktêdayîneke lêkolîner in, û berhemên xwe bi ceribandinên şanoyî zêde û mezin dikin, li rêbaza qada azadiyê ya ji bo van berheman digerin û xwedî baweriya sazibûna şanoyê ne û ji bona ku ev yek pêk were bi hemû hewla ku ji dest wan tê dixebitin. Ji ber ku zimanê Kurdî heta niha derfet nediye ku di warê hunerê de bi azadî bi kar were, kêm maye, ji ber vê yekê jî pêwistiya xebatên şanoyî ya bi vî zimanî derketiye holê. Gava ev hewl li gel lêgerînên şanoyî yên modern ên çaxê me bête girêdan, li ser navê lêgerînên avant-garde agahiyên giring derdixe holê.

Ev şano, nirxên çandinî; li gel çanda devkî (çîrok, efsane, lîstikên temaşeyî, mîtolojî, vegotin, şiklên tevgerê, efsaneyên kevneşopî û lehengên wan, neqşên zargotinî, kevneşopî û erf û adet hwd.) lêkolîna herêmî dike û herêmên ku hildibijêre li gel ragihandina dîmenî nirxên şanoyî, şiklên lîstinê, jest, şiklên pevxistinê, mask, kostum, dekor û hwd. berhev dike û ev materyalên ku berhev dibin bi şiklê xwezaya xwe vedijîne û hewl dide ku bêtin tomarkirin.

Şanoya Seyr-î Meselê komeke şanoyê ye ku ji van çavkaniyan sûdê werdigire, van nirxên şanoyî dinirxîne, teknîka lîstikvaniyê û lîstikpêşkêşkirinê şîrove dike û digihîjîne şanoya çaxa ku em tê de dijiyin û wekî mînak; lîstikên ku heta îroj derketine pêşî temaşevanan ji vê yekê re dikare bibe mînak.

Li gel vê yekê, tengijîna kesên civaka modern, famkorî, tengijîna dilvîna civakî, ji xwezayê dûrketin, xwewendakirina li nav pergalê, eşq, evîn, azadî, jidûrketina nirxên hebûn û nebûnê di nav xebatên şanoyî de pêşaniya dramaturjîkî dike. Bi vê yekê lêgerîna hunera lîstikvaniyê, bi taybetiyên dinê dike yek û lê digere û di nav lîstikan de hewl dibe ku serbendiya wan derkeve pêşî çav. Ji ber ku lîstikvanî di nav vê şanoyê de ciyekî girîng digire. Yanî lîstikvanî di dema derxistina lîstikan de girîngiya xwe derdixe holê. Gava em li ser navê temaşevanan tiştekî bêjin ev şaniyên ku bi temaşevanan ve xerîb tên bandoreke ecêbmayinê li wan dike. Hatiye dîtin ku temaşevan ji devla ku bi lîstikên komîk (bi qerf) bikenin, hêsirên xwe nikarî bigirin û têra xwe giriyane. Ji ber vê yekê jî temaşevanên vê şanoyê ji bo lêkolînên şanoyî hêjayî nirxandinê ne.

Li dezgeha şanoyê xebatên li ser lîstikvaniyê, ritm, deng, makyaj, şanoya tevgerê, performans, dramaturjî, pandomîm-mîm têtin kirin. Ev xebat ji aliyê perwerdekarên Şanoya Seyr-î Meselê û perwerdekarên ku ji derve tên kirin. Dîsa bi van xebatan her sal bi awayekî domdarî qursên şanoyê pêk tên û bi lîstikeke ku ji van qursiyeran ve pêk tê bi dawî dibe. Şanoya Seyr-î Meselê bi vê perwerdekariyê lîstikvanên nû ji bo xwe derdixe holê.

Lîstikvanên Şanoyê biguhêre

Alişan Önlü, Newroz Baz, Nazmi Kırık, Berfin Zenderlioğlu, Metin Turan, Nurten Demirbaş, Güler Yüksel İnce, Feyyaz Duman, Hamdi Kahraman, İbrahim Turgay, Bedriye Aydemir, Baran Demir, Dilek Eniş, Kazım Ekinci, Erdal Ceviz (Derhêner), Musa Yıldırım, Hasan Aydın, Volkan Türkmen

Girêdanên Derve biguhêre