Destana Memê û Eyşê

Destana Memê û Eyşê di nav nimûneyên zargotina kurdî de cihekî taybet digire. Mijar balkêş e û rûdaneke dilsoj û xembar e; dê kurê xwe yê tayê tenê dikuje. Ji ber ku bûyerekî trajedîk e bala çend nîvîskarên kurd kişandiye, heta bigrê bala nivîskarekî Ermen jî kişandiye û bûye piyes û hatiye pêşandan. Celîlê Celîl bi gotineke rast dibêje ku ger ev çîrok destê Shakespeare de hebûya ew ê trajediyeke pir baş jê derxista û hemû dinya yê pê bihesanda. Trajediya ku tê serê Memê û diya wî, pakiya bûkê ku heft sala benda mêrê xwe maye û rû nedaye axayê êlê, hebandina bûkê û xwasiyê û hev rêbirina wan ya heft sala, mêvanhezi û mêvanhebandina jina kurd, şîngerandina jina kurd bi şeweyeke hostatî hatiye honandin.

Wexta ku Eyşê seh kir ne xewn e, rast e ev xortê delal Memê ye, hesreta wê ya heft sala ye, bi şabûna ningê wê erd nedigirt, bê per û bask difiriya.

Dem û devera destanê biguhêre

Destana Memê û Eyşê gelek deverên Kurdîstanê tê zanîn û bi dilşevat tê strîn. Bûyera ku bûye mijara destanê kengî boriye nayê zanîn lê meriv dikare bibêje ku tarîxa bûyerê herî kêm çend sedsalan şunda diçe. Destan cara ewil di pirtûka Folklora Kurmanca de hatiye weşandin. Pênc guhartoyên stranê hatine tomarkirin. Ev beşên Eyşê û Memê di nav salên 1932-1933an de li navçeyên Êrîvanê, ku derê ku milete kurd dijîn, hatine nivîsandin. Di nav yek jî ji çirokan de navê Memê wekî Îbrahîm derbas dibe. Ev guhartoyeke cuda ye û dibe ku guhartoya ji hêla Kurdistana Başûr be, çimkî zimanê vî beşî zêdetir devoka Behdînanî ye. Dîsa vê guhartoyê de tê behs kirin ku piştî jinanîna Îbrahîm re zarokekî wî tê dinê û Îbrahîm bona edura mala xwe diçe cem mîrê Ereban bixebite. Di guhartoyekî de Memê bi dilê xwe diçe cem paşayê Şamê heft sala jê re qulixiyê dike. Guhartoyên din de Memê piştî zewacê, bi destê qewazên romê diçe eskeriya dewletê. Guhartoyekê de cihê ku Mem çûye eskeriyê pişt çiyayê Cûdê ye lê Weta dê nameyekê kurê xwe re dişîne û cihê ku destûra Memê derdikeve dewleta Misrê ye. Memê piştî destûrê li ser pişta hespê xwe yê kihêl di heft roja de, derengê şevê digihîje mala xwe.

Bandora destana Memê û Eyşê li ser çand û wêjeya kurdî biguhêre

Çîroka Memê û Eyşê bandoreke mezin li ser çend nivîskaran hîştiye lema ev çîroka ne tenê wekî berhevokeke zargotinî her wiha wekî piyes û çîrok û poêm nivîsandine. Ya herî balkêş jî eve ku ev çîroka cimaeta kurda ya dilsoj cara ewil bala nivîskarekî Ermen, Himayag Sahagî Vosganyan ango navê xwe yê eyan Sîras kişandiye û bi kurmanciyeke pak û zelal û folklorîk wekî çîrok di sala 1934an de li Êrîvanê weşandiye. Zaroktiya wî di gundekî kurda de girêdaya Qerekîlîseyê derbas dibe, xên jî Memê û Eyşê bi navê Letîfe pirtûkeke wî yê Kurmancî dîsa heye.Ev pirtûk bi destê zargotinzanê eyan yê kurd Heciyê Cindî bi latînî hatiye wergerandin û sala 1935an de dîsa hatiye çapkirin.[1]

Destana Memê û Eyşê û trajediya wan zêdetir bala nivîskarên kurd yên Ermenîstanê û Gurcîstanê kişandiye. Li Gurcîstanê û Ermenîstanê cihên ku kurd lê diman hêj salên 60an û 70an de şanoyên kurdî hatibûn saz kirin û ev piyesên hatine nivîsin dihatin pêşandan. Yek jî van nivîskaran Taharê Biro ye. Taharê Biro çîroka Memê û Eyşê wekî şanoyekî di sala 1967an de nivîsiye û sala 1991ê de Enstituya Kurdî ya Brukselê ev wekî pirtûk çap kiriye. Şano pênc perdeyan pêk tê. Di beşa yekem de behsa dewata Memê û Eyşê tê kirin. Dewat bi kêf û şayî dibore. Di beşa duyem de zabitên romê diqesidin gund û dawa cahilên gund dikin ku bila tivdarekên xwe bikin ku wextekî zûtir wan bibin eskeriya dewletê. Beşa sêyem di mala Wetê de derbas dibe û jihevbûna Wetê-Eyşê û Memê, çavnebariya axayê gund Casim Beg tê raber kirin. Beşa çaran dîsa di mala Wetê de derbas dibe û jina parsek Şemê giliya davêje ber Eyşê ku axayê gund, Casim Axa dawa zewacê ji Eyşê dike. Eyşa pak li ser van gotinên beredayî, Şemê ji mala xwe diqewirîne û Wetê re behsa nêta Casim Beg dike. Beşa pêncan ya dawî hema heman şevê destpê dike û vegera Memê ya piştî heft salan, hevşabûna Memê û Eyşê û bi sibetirê re kuştina kur bi destê Weta reben ve şano diqede. Taharê Biro şano bi gelek gotinên pêşiyan, mesele û metelokan dagirtiye ku resenî û dewlemendiya zimanê kurdî bi şêweyekî baş hatiye bikar anîn.[2] Memê û Eyşe ya zargotinî de qet behsa axayê êlê nayê kirin ku di van berheman de ew kes heye û merivek dilxirab e û çav berdaye Eyşê.

Yek jî kurdên Ermenîstanê, nivîskar, rojnamevan û serokê beşa kurdî ya radyoya Êrîvanê, Xelîlê Çaçan jî destana Memê û Eyşê car din berhev kiriye û wek şano û poêm weşandiye. Xelîlê Çaçan poêma xwe cara ewil di sala 1965an li Êrîvanê çap kiriye. Poêm neh beşan pêk hatiye. Di beşa yekê de behsa kuştina bavê Memê, Qereman(Qero) tê kirin. Di beşa duyem û sêyem de behsa Wetê ya bî tê kirinê çawa piştî mêrê xwe car din mêr nekir û Memê xwe nekire destê zirbavêkî û çawa Memê xwe yê tayê tenê xwey kir, mezin kir. Beşa çaran û pêncan de behsa xwestina Eyşê û dewata wan tê kirin. Di beşa şeşan de tê behskirin ku çawa qewazên dewletê hatin, destê Memê zavayê nû girtin birin eskeriya heft salan. Beşa heftan de melûliya Eyşê û Wetê û nameya wan ji bo Memê şandinê û vegera Memê wextekê şeva dereng tê behs kirin. Beşa heyştan de, sibetirê re ji xew rabûna Wetê û bi nezanî kuştina Memê bi destê Weta dê û beşa dawî de jî xwe kuştina Eyşê û dîn bûna Weta reben tê honandin. Xelîlê Çaçan her wiha piyesa xwe ya bi navê Memê û Eyşê jî di sala 1978an de li Êrîvanê wekî pênc perde nivîsiye û wekî pirtûk di sala 1978an de çap kiriye.

Zaroka xwe kuştin an jî qurbanîkirin biguhêre

Bêhemdê xwe kurê xwe kuştin, anjî bi nezanî bavê xwe kuştin ji mêj ve bûye mijara gelek efsane, mît, destan û çîrokan. Lê tiştekî din jî heye ku bihemdê xwe zarokên xwe qurbanî kirin e. Di çîrokên herî kevnar de behsa zarok qurbanîkirina bihemd tê kirin. Çend derûnnas li ser vê mijarê serê xwe êşandine û gihîştine çend encamên cûda. Tê tespît kirin ku kujer piştî van bûyerên xemsar tûşî têkçûnên derûnî dibin û heta hetayê jî di bin bandora kiryara xwe de dimînin. Di dîroka desthilatdariyê de bavê xwe kuştin an jî kurê xwe kuştin ji bo desthilatiyê bûye bûyereke asayî. Di dewrên qedîm de qurbanîkirina zarokan bo xwedayan ne tiştekî ecêb bû, ji bo aşkirina agirê dilê xwedayan tiştekî pêwist bû. Di xetên pîroz de jî behsa qurbanîkirina zarokan tê kirin û di pirtûka pîroz Tewratê de çîroka Îbrahîm û kurê wî Îshaq derbas dibe. Çîrok di beşa Destpêbûn; 21-22an de derbas dibe; Pey van yekara Xwedaê Brahîm cêr’iband û got “Brahîmo!” Brahîm got: “Lebê ezî va me.” Xwedê gotê: “ Niha r’abe, kurê xwe yê tayê t’enêyî delal hilde û her’e welatê Moriyayê, li wê derê li serê çiyakî kîjanî ezê tera bêjim bike diyariya t’evayîşewatê[3]”. Lê Xwedê rastgotiniya Brahîm ceribandiye û rê nedayê ku kurê xwe bike qurbanî û dewsa wî beranekî jor de dişîne ku wî têke qurban.

Kurê xwe kuştin an jî bave xwe kuştin di nav mitolojiyên gelek miletan de eşkere ye. Ev yeka bi xwe re encamên gelekî bi bandor û xirab anîne. Kujerê ku kurê xwe an jî bavê xwe kuştiye an jî wekî çîroka Memê û Eyşê, kujerê kur dê ye, êdî ser vê yeka sosret, dîn dibe û çola dikeve. Rûstemê Zal jî bêhemdê xwe û bi kemina neyaran kurê xwe Sohrab bi xençereke tûj dikuje. Neyarên Rostem Sohrab dişînin ser wî ji bo şer. Sohrab herçiqasî zora wî dibe ji ber wî dilê wî dikele dibê qey ev Rostemê bavê min be. Lê dipirse, lê bextê xirab, ji ber ku Rostem li ber zarokekî ketibû tengasiyê nexwastiye navê Rostem xirab bike û gotiye “ Rostem pelewanekî mezin e û ez merivekî piçûk im.” Hêviya Sohrab ditemire. Şerê wan bi rojan didome û roja dudan Sohrab, Rostem davêje erdê lê nakuje. Roja sisêyan Rostem zora Sohrab dibe û lê dikuje. Sohrab li ber sekaretê heyfa xwe tîne ku negihîştibû mirazê xwe ku dixwast bavê xwe Rostem bidîta. Bi nezanî Rostem re dibêje ku “Niha tu her çiqasî di behran de mesî bî, tariya şevê bî, li ezmên bibî stêrk û rojê bigirê bavêjî derekî û rûerdê bikî şevereş jî bavê min wexta ku bizanibe balgiya min kils û kevir e dê heyfa min ji te hilde, ew Rostemê Zal e.” Wexta ku Rostem ev gotinan dibihîze, wekî birûsk lê kevê bêhiş dibe, şevereş dadikeve ber çavê wî. Ji canê wî taqet nema û xwe çû. Paşê hat ser xwe û zend û bendên Sohrab bada û bazbenda ku dabû Tehmîneyê di milê wî de dît û porê xwe rûçikand, xalî li ser serê xwe de kir û bi kelegirî domand. “Xalî li serê min be, ew Rostemê malhedimî ez im.[4]” Di mîtolojiya yewnanan de jî Oîdîpûs bêhemdê xwe bavê xwe dikuje û dîsa bêhemdê xwe diya xwe re dizewice. Wexta ku pê dihese ku bavê xwe kuştiye û diya xwe re zewiciye, xwe dikuje û diya wî jî çavê xwe bi derziyekî qul dike û dirijîne. Dîsa li gor mîtolojiya yewnanan bavê hemû xwedavendan Zeûs, evdê xwe (wek kurê xwe) Prometûs li ser ciyayê qaf dest û piyê wî dike qeyd û zîncirê û dil-cêgerê wî dike xurê teyrokan û bi vê şêweyê dixwaze bikuje.

Mîtolojî û zargotina miletên mayîn de bav û kur her tim dibin dijminên hev an jî bi nezanî bi hevre dikevin qal û cengê lê qasî ku ez dizanim motifa dê kurê xwe dikuje xên ji destana Memê û Eyşê, bi tu zargotin û mîtolojiyan de nîne. Kur parçeyekî goşt û xwîna dê ye, dê can dide kurê xwe ne canê wî distîne. Ji ber vê yekê be ku ev dijberî, bi nezanî be jî zêde nehatiye honandin.

Ev trajediyeke ku di nava zargotina kurdî de cihekî mehkem girtiye û wek duayeke dayikan “Bila dûrî deriyan be” ne bi ziman tê gotinê ne jî di dil de tê hebandinê. Ev trajediya dayika Memê ya reben Wetê ye. Bêbextiya ‘Eyşê ye. Malweraniya saziya eskeri ya romê ye ku heft sala Memê ji ‘Eyşa rûbixêlî û Weta bî ya reben dûrxistibû ye. Ev çîroka Memê bejn bilind û simbêl zirav e. Ev çîroka kurda ye ku bi hezaran nimûneyên zargotinî di zêna xwe de dihebine ye.

Çîroka Memê û Eyşê biguhêre

Memê di zaroktiya xwe de bê qeder û bê qismet bû, bavê wî Qereman (Qero) di cerdekê pez revandinê de xwe dabû pêş cerdevanan û bi mêranî şer kiribû û gotibû;

Eger hûn mêr in, lawên eşîrê Yeko yek derên, werine jêrê Werin bibînin bi destolepê Kê cinyazê’l kê vir dide tavê!.. Ez Qereman im, ez bavê Memê Ez ji ti kesî nakim tu xemê[5]!..

Telebexta re çend gulleyên cerdevanan lê girtibûn û ji ber birînên xwe miribû. Vê dinyayê de Memê mabû yek jî diya wî ya biya jina pak; Wetê. Dayikê piştî mirina mêrê xwe, sond xwar ku Memê nehêle êtîm stûxwar lema mêr nekir û bi serbilindî û pakî kurê xwe yê sêwî, tayê tenê mezin kir û Memê bû xortekî keleş. Wekî hemû xortên bermiraz helbet wedê zewaca wî jî hatibû. Di gund de lawikê keleş Memê bû, keçika kawa kubar jî Eyşê bû. Qey te digot Xwedê wan ji bo hev û din afirandibû. Lema huba wan niqitîbû dilê hev û dilê wan ketibû hevdu. Helbet dilê Wetê jî dixwast Eyşê bibe bûka wê.

Memê xewnekê dibîne û sibetirê diya xwe dişîne xwazginiya kawa kubar, têlî Eyşê. Lê diya xwe jî temî dike ku bila bibêje bavê Eyşê re “Memê bi tenêyo.” Xwedê şuxulê Memê li hev anî û Eyşê bû helaliya wî û Weta dayik gor kîsê xwe û dilê xwe dawetek darxist. Bûka xwe Eyşê bi kêf û şayî anî mal, ew bû dayîk, Eyşê jî gelekî keçeke şîrhelal bû ne wekî bûka, wekî keça wê ber dilê wê û ber destê wê dihat û diçû. Heft meh wisa derbasbûn û çûn. Memê bûbû xwedî qeder qismet. Lê dibêjin şabûn sêwiyan nayê. Çira mehrûman heta sibê venakeve.

Kaxêzek ji bo Memê hatiye, kaxêzeke reş, qet nayê xwendinê. Ev xebera gelekî bi dilê Casin axa tê ku zûda çev berdabû Eyşê. Divê hemû cahilên gund yên gihîştî biçin eskeriyê û Casim axa, axayê rûtirş, sixef, nepak û beraz ferman da ser qewaza zû Memê, zavayê çend mehan yê mirazkin ji malê derxin, bidin destê qewazên dewletê. Divê Memê biçe eskeriyê, eskeriya heft salan. Hinek varyanta de cihê eskeriyê Şam e, hinekan de jî Misre. Di varyantekê de jî tê gotin Memê berdevkê paşayê Şamê ye. Heft sal wedeke gelekî dirêj e, helbet di vir de mubalaxa heye lê dîsa jî em dizanin ku dewrên berê leşkerî an jî sefer bi salan dajotin. Heft sal jî ji bo sebrê, ji bo kamilbûnê wek wextekî pêwîst hatiye pejirandin. Car caran jî ji ber bêtêkilî û bêagahiyan jin, zar û dê gumana xwe vegera mêr, bav û kurên xwe dibirin ji ber ku heft sal wextekî pir dirêj e.

Heft salê Memê li qulixiyê temam dibin Wetê û Eyşê kaxêzekê jê re dişînin ku êdi bila vegere û dibêjin “Bila li min nesekine, bi sal û mehêyo, bila me vegere şev û rojêyo”.Wexta ku kaxêz digihîje destê Memê,

Her herfekê û giliyekê nameyê Notila şûran, notila qameyê Qet qetî dikir cegera Memê Ew bûbû risas û mabû di cî de Heta xweş e ku ew li vir bisekin Û qulix bike boy Roma dijmin? Heta xweş e ku ew bibe xerîb Li bejn û bala Eyşê ew nebe nesîb Ku bê ser navê wê giliyên minasîb?.[6]

Memê destûra xwe dixwaze, hespê xwe, Delû Leylê, dikişîne ji tewlê û berê xwe dide welatê xwe. Dibêjin qonaxa sê mehan ajotiye sê roj û denekê. Wexta terî dikeve erdê xwe gihandiye ber derê mala xwe. Eyşê li pencerê bala xwe dide sîwarekî sivik î, çapik î, çeleng li ser hespekî boz ber bi mala wan tê lê çima dilê wê wekî çivîkeke tirsyayî pilte-pilta wê bû diavêt. Dilê wê şa dibû ku belkî xeberekî wî sîwarê bistîne bo Memê. Aliyekî din jî ji kerba heyfa xwe dianî. Xwazil ev kesa Memê bûya. Jixwe her roj an ew an jî Wetê derdiketin ser riyan hat û çûyiyan dipirsîn gelo xeberek ji Memê anîne an na. Eyşê deng bi siwar dike;

Go: - Mêvan heye, mêvanê Xwedêyo, Go: - Mevano serê min bi gorî, Emr min bi qurban, Here aliyê oda pîredêyo, Erkê tu sîwar î, bila hespê te bikşîne tewlêyo, Erkê tu birçî yî, Ji te ra bîne êmekêyo Ji te ra bavê yorxan û yastiqêyo, Razê, sibê here, Bila bibe tesediqa serê Memêyo.[7]

Sîwar nêz te lê telebexta re Eyşê lê nasnake, helbet çetin e, heft sal rû-rûçikê Memê bîrkiriye. Varyantekî de tê gotin ku wexta ku sîwar tê ber malê Eyşê xanim bangî xulaman dike û hespê mêvan dide kişandina tewlê û dixwaze pirsa Memê jê bike. Memê ser hespê dadikeve jêr û dibêje “Ez Memê me, Memê me, kurê Weta dê me, zavayê heft meha me, xerîbê heft sala me, li welatê Şamê me. Hat kavranî Kêşêyo, Têlî Eyşê kaxezekê nivîsî şandî dû Memêyo, go “Bila nesekine bi salê û mehêyo, fesad û memanê gundê me gelek hene, xeber didin ji qîreyo, serê Memê min ranabî, ji ber xelqêyo. Memê me, Memê me, kilê çevê Têlî Eyşê me.”

Wexta ku Eyşê seh kir ne xewn e, rast e ev xortê delal Memê ye, hesreta wê ya heft sala ye, bi şabûna ningê wê erd nedigirt, bê per û bask difiriya. Telî Eyşê hespê Memê kişand li tewlê. Paşê çûn rûniştin li oda Têlî Eyşê. Memê pirsa diya xwe kir ku Eyşê xeberê bide Weta reben bila zû bê dîtina kur şa be. Eyşê gote Memê, “ Pîredê îsal heft sale, çavên wî kor bûn ji giriyane, îro sê rojin pîredê ketiye xewê ye, bihêle bila rakeve ezê sibê zû mizgîniya xêrê bidimê were em rûnên tu çend rojê rê têyî piçekî hêsa be.” Lê dibê tiştekî xirab biniqute dilê Memê, ber xwe de got “Me neheqî kir dê ji xewê hişyar nekir.”

Evana hesreta heft salan ketin nava kêf û henekan heta serê sibê hevdu hembêz kirin û xew de çûn. Lê felekê cerekê toq avîtibû stûyê Memê û Eyşê û dayika Wetê, nedihîşt şabûna wan hebe, çerxa xwe çep dizivirand.

Berbangê Weta dê rabû ji xewa nebixêr, qesidî ji bo nimêja sibê, derê tewlê wekir. Nihêrî hîre-hîra hespekî ji tewlê tê. Wetê jineke mêvanhez e, şadibe û difikire ku mêvanê Memê hatiye û dibêje “ Şikur mêvanê kurê min jî hatiye, lê Eyşê çima deng li min nekir, ez ê hurmetekî lê bikim, bila nebêjin Memê ne li mal bû lema nikaribûn mêvan re hurmet bikirana.” Diçe oda mêvana lê ode valaye, tavilê çû oda Eyşê. Ji nişkeva veciniqî, perda reş kete ber çevê wê. Ev çi teva ye! Ev çi namûs e!, namûsa dinê ye!. Xortekî xerîb li ber hembêza telî Eyşê ye. Hey Eyşê, Eyşê stûyê te bişikê/ Te zenda zer da ber serê kê?[8] Axîneke kûr kişand ji dil de û heyfa xwe kurê xwe-bûka xwe anî, xortê xelkê hatiye û heftsale min Eyşê wekî çavê xwe parastibû, xapandiye û namûsa keça min re lîstiye. Çavên wê sor bûn, lenet ji îtbara jînê jî anî, heyfa xwe Memê anî û destê xwe avîte tivingê ku xort bikuje. Lê fikirî ku ev yeka qet nabe. Ger tifing biteqe, gundî-cînar yên pê bihesin, birijin ser wan de, navê Eyşê yê bela be li dinê û namûsa wê yê bilewite, Memê jî li xerîbiyê yê ji kerba biteqe. Vê carê destê xwe avîte şûr ku bê deng û hes xortê xelkê bikuje, lê qewata wê der bû û nifir qewata jinê kir vê carê dest avîte xençerê. Ber xwe de fikirî. “lê dibe ku ev jî quweta min der be. Nikaribim bi derbekî bikujim û ê deste min bifilite dîsa gundî-cînar ên ser me de birijin. Navê me yê belav be li rûyê dinê. Heyfe namûsa Memê re.

Bala xwe da Eyşê û xortê xelkê, heyfa xwe dîsa anî, axînekî kûr kişand û li ber berserê wan soraniya xort ber çevê wê ket. Fikirî ku evê bikar bîne. Helbet soranî, li gor quweta wê ye, yê dil û hinavê wî biqelêşe û çend bihusta jî erdê de here. Erê ev li gor quweta wê bû. Ger bilezanda an jî ê dereng bûya, ên rabûna. Behna xwe girt, quweta xwe civand û bi derbekî soranî danî ser dilê Memê. Soranî qul dike dilê Memê û çar tiliyan jî dikeve erdê. Memê hema cî bi cî dest û piyên wî ketin erdê xwîna sor jê kişiya.

Nalîn kete Memê yo, Qêrîn kete Têlî Eyşê yo Eyşê rabû ji xewê yo. Go: - Dayê te çima kuştiye Kurê xwe Memê ye.

Eyşê dîn dibe, porê xwe vedirû, digirî. Wetê teze pê dihese ku wê kuşt kurê xwe yê tayê tenê, hesretiya heft salan. Xwe davêje ser cinyazê kur û digirî dilûbîne. Eyşê nifiran Wetê dike;

Go: Pîredê! Xwedê çevê te kor bike rû dineyo Te çawa xerîbê heft sala Kir mêvanê yek şevêyo, Go: - Memê min, lawo! Darê hênê serê rê ne, Şaxek sêv e, yek hurme ne, Kesî ecêba giran nebîno, rû dinêyo, Got, dê bibe qesasê kurêyo.

Tê gotin ku Eyşê piştî mirina xerîbê xwe Memê, ew jî xwe davêje ser soraniyê û canê xwe teslim dike,

Ku paşî Memê nemîne li dinê Ku li ber şayiyekê dinê rûnenê Ku ew hetanî di ax û berên sar de Bimîne tenê di behra Memê de.[9]

Gelo ev trajedî û trawmaya bandorekî çawa ser derûniya Wetê encam daye, dê rabe kurê xwe bikuje, ango parçeya xwe, xwe bi xwe bikuje. Wetê ser vê yekê êdî nizane çi bike û her tim dibêje dilûbîne. Êdî xwastiye çola bikeve, bibe hurç û gurê serê çiyan. Şîna xwe heta hetayê gerandiye. Di çend guhartoyan de tê gotin ku Wetê piştî kuştina kurê xwe, nikare binê vê barê giran de bimîne. Çola dikeve, şêt dibe, li çiya û baniyan dike qare-qar û xwe zinarekî re davêje, ew jî piştî Memê û Eyşa pak vê dinyayê bar dike diçe. Û wext û dewran bihurîn lê kilamên ku Weta porkur ji bo kurê xwe strîne nava gel de belav bûne û ên heta hetayê jî hebin, dê çawa bûye Qesasê Serê Kurê Xwe.

Navê tejiya Memê min Çîlê ye,

Selefê neçîrvana diçe tê ye.

Kuştina Memê destê dê ye,

Dayik gura çiya be lawo!

Memê min siyarê bozê zirav e,

Min nizanbû îşev pê ra Eyşê mêvan e,

Dayk gura çiya be lawo!

Rengê Helebê bi zebeş e,

Memê min syarê bozekî serxweş e,

Dayk gura çiya be lawo!

Dya te çima herdu diniya rûreş e, lawo

Dayk gura serê çiya be, lawo!

Dayk bi xwe Memê kuştiye,

Belkî bive hirçek geliya, lawo!

Dayk gura çiya be, lawo!

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Sîras, (2012) Memê û Eyşê, Werger, Heciyê Cindî, Enstituya Kurdzaniyê, Wîen
  2. ^ Taharê Biro, (1991) Memê û Eyşê, Weşanên Enstituya Kurdî ya Brukselê.
  3. ^ Pênc Kitêbêd Mûsa (Tawret), (2010) Înstîtûta Wergerandina Kitêba Pîroz, Moskova.Rûpel 46
  4. ^ Şemoyê Memê, (2014) Di Mîtos, Dîrok û Zargotina Kurdî de Rostemê Zal, Zend Havîn-Payîz, Enstituya Kurdî ya Stenbolê.Rûpel 65
  5. ^ Xelîlê Çaçan, (2015) Mem û Eyşê & Zembilfiroş, Weşanên Lîs, Amed.Rûpel 18
  6. ^ Xelîlê Çaçan, (2015) Mem û Eyşê & Zembilfiroş, Weşanên Lîs, Amed.Rûpel 40
  7. ^ Heciyê Cindî, Emînê Evdal,(2008) Folklora Kurmanca, Weşanên Avesta, Stembol.Rûpel 580
  8. ^ Xelîlê Çaçan, (2015) Mem û Eyşê & Zembilfiroş, Weşanên Lîs, Amed. Rûpel 45
  9. ^ Xelîlê Çaçan, (2015) Mem û Eyşê & Zembilfiroş, Weşanên Lîs, Amed. Rûpel 48