Dermanên dijta
Antîpîretîk,(tabir,dijta)(bi Ingilîzî: Antipyretic,bi Farisî: تببر) bi giştî derman û giyayên ku ji bo kêmkirina agirê laşî anku ji bo tayê tên bikaranîn re tê gotin.Antîpîretîk ew agirê ku bi înterleukîn ve têkildar li hîpotalamusê dibire.Bedenê mirovî piştî wê demê ji bo kêmkirina agirî dixebite û bi kêmbûna tayê encam dide.
Dermanên baştirîn yên Antîpîretîk xwedî hindek armancên din jî ne. Antîpîretîkên herî belave li DYAyê îbuprofen û aspîrîne ku bêhtir ji bo êşbirînê tê bikaranîn. Dermanên non-steroroîdal antî-înflamatuar (NSAID) hem Antîpîretîk, hem antîînflamatuar hem jî analjezîk in. Hindek niqaş hene li ser guncaw bikaranîna hindek dermanan wek ku ta parçeyeke ji bersiva sîstema parastinê li dijî înfeksiyonê.
Tedawiya non-farmakolojîk
biguhêreBalavkirin an jî xwefirçekirina bi ava tênşîr an jî ava sar bi awayeke çalak agirê bedenê kêm dike li ser nexweşiyên heraretê lê ne li ser wan nexweşiyên bi ta. Bikaranîna balavên bi alkol metodeke guncaw nîne ji bo sarkirinê,çûnkî rûdanên advers yên bi sîstemîk absorbsiyona alkolê ve têkildar hatiyîne raporkirin.
Dermanên Antîpîretîk
biguhêreGelek derman xwedî tesîrên Antîpîretîkin û lewma ev dermanên han ji bo tayê guncaw in lê ne ji bo nexweşiyên heraretê.Van dermanan dihundirîne:
- NSAIDên wek îbuprofen, naproksen, ketoprofen û nîmesulîd
- Aspîrîn û têkildarên salîsîlatê wek kolîn salîsîlat,magnezyûm salîsîlat û sodyûm salîsîlat
- Parasetamol
- Metamîzol,ji 30an bêhtir dewletan de hatiye qedexe kirin ji ber sedema agranûlosîtozîs
- Nabumeton
- Fenazon,wek antîpîrîn jî tê nasîn
- Kuînîn
Dermanên giya
biguhêreBikaranîna kevnî ya giyayên bilind bi pênasên xwe yên Antîpîretîkî li hemû cîhanê berbelave. Bikaranîna kevnî ya giyayên bilind bi pênasên xwe yên Antîpîretîkî pênaseke hevpar ya hemû cîhanê ya gelek etnobotanîk sîstemên çandî ye. Di etnobotanîkê de ,giya li gel pênasên Antîpîretîk yên bi awayeke siruştî derdikevin gelek caran wek febrîfuge tên nasîn.
Li ser zarokan
biguhêreÇalakiya asetomînofenê bi bikaranîna tenê wek Antîpîretîk li ser zarokan biguman e li gel hindek îspatên nîşan didin ku asetomînofen ji metodên fîzîkî baştir nîne. Tedawîyên dozên alternatîf yên têkildar ku ji asetomînofen û îbuprofen tesîrên mezintir nîşan didin ji bikaranîna tenê. Meta-analîzekê îspat kir ku îbuprofen gelek tesîrtire ji asetomînofen li ser zarokan di dozên eynî de wextê tenê tên bikaranîn. Kêm bikaranîna aspîrînê û zêde bikaranîna asetomînofen/parasetamol li gel zêdebûna bêhntengiyê û nexweşiyên otoîmmûn ve, pê hindek xebatan hatiye aşkere kirin ku girêdayî hev in. Bijîşk nesîhet dikin;Asetomînofen/Parasetamol divê bi hişyarî bên bikaranîn û nemaze baldar bibin li dijî nexweşiyên genetîk an jî derdorê ku dibe sebebê bêhntengî û nexweşiyên din yên otoîmmûn.