Denganî an fonetîk (ji Yewnanî: φωνή, phōnē, 'deng, sewt') beşeke zimannasî ye ku li dengên mirovî yên axivînê vedikole yan jî aspektên hevber yên nîşanê. têkilîdarî taybetmendiyên fîzîkî yên dengên axivîn yan jî nîşeyên(fon)wê ve têkilîdar e: hilberandina wan ya fîzyolojî, saloxetên wan yên veguhestinî û têgihiştina wan ya bihîstinê û herwiha bi rewşa norofîzyolojî jî ve jî.  Ji aliyekî din ve dengnasî bêtir bi pergala deng û nîşeyan ya razber, rêzimanî û soloxandina wan ve pêwendîdar e.

Beşê denganiyê beşeke zimannasiyê ye ku ji çend binebeşan pêl tê û li ser axivînê disekine. Di axifîna devî de sê beşên sereke yên vê beşê hene:

  • Denganiya gotinî: li dengên axivînê yên ku bi rêya buhurka dengî û dengjenerên axiverî tên hilberandin.
  • Denganiya veguhestinî: li ser taybetmendiyên fîzîkî yên dengan veguhestina dengan di navbera axiver û bihîzerî de vedikole.
  • Denganiya bihîstinî : li ser têgihiştin û awayê wergirtina dengan ji aliyê guhî ve vedikole.

Ev beş bi hev ve girêdayî ne ji ber mekanîzma hevpar ya dengan wek pêldirêjahî (ton),firehî û hemahengî.

Dîrok biguhêre

Lêkolîn li ser denganiyê ji sedsala sisiyan berî mîladê ve li jêr-parzemîna Hindî de ji aliyê Pāṇini ve li ser cih û awayê bilêvkirina dengdarên zimanê sanskrîtî hatibûn kirin. elifbêya îndîkî heta roja îroj jî dengdarên xwe li gorî senifandina Pāṇini pêk dihîne.

Nîşe biguhêre