Denîz Deman, hunermendeke kurd e ku bi strana xwe ya Lo Berxo hatiye naskirin.

Denîz Deman
JidayikbûnDersîm
Cureyê muzîkêKurdî Nûjen
PîşeHûnermend
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Denîz Deman bi eslê xwe ji gundê Mercan a bi ser navçeya Pilûr a Dêrsimê ye. Malbata wê ji Dêrsimê koçê bajarê Stembolê dibin û Denîz Deman li bajarê Stembolê ji dayik bûye.

Digel zarokek malbatê bi 6 xwişk û birayên xwe re, Denîz Deman di temenek biçûk de bi muzîkê re eleqedar dibe.

Deniz Deman, ku wek zarokê bi malbata xwe re diçe Almanyayê û xwendina xwe li Almanyayê berdewam dike. Piştî ku ew ji beşa lîseyê xelas bû, perwerdehiya xwe wekî pisporê Nexweşiyên anderm û Taybetmendiya Bedewiyê qedandiye.

Ji hezkirina wî bo strant û ev xewnê ku wî di dilê xwe de veşartiye, ew albûma xwe "Lori" bi piştgiriya Hozan Diyar derdixe û yekem pêngava xwe ya mezin avêt nav civaka hunera kurdî.

Denîz Deman li Almanyayê dijî û bi hunermendê kurd Hozan Diyar re zewicandî ye.[1][2]

Dîskografî biguhêre

Albûmên Stûdyoyê biguhêre

  • Lorî (2005)
  • Durî (2009)
  • Bêje (2014)
  • (2018)

Vîdeografî biguhêre

Klîb biguhêre

  • Lo Berxo
  • Lorî
  • Erzîngan
  • Nabe
  • Ax Kurdistan
  • Sara Min
  • Esmer
  • Ax Neçe

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Deniz Deman Biyografisi". Kürtçe Bilgi - KurtceBilgi.Com (bi tirkî). Roja gihiştinê 19 adar 2020.
  2. ^ "Dersimli Sanatçı Deniz Deman'ın Rê albümü geliyor-VİDEO | Pir Haber Ajansi - PİRHA". Pirha - Pir Haber Ajansı (bi tirkî). 2 adar 2018. Ji orîjînalê di 21 adar 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 adar 2020.