De facto

(Ji De jure hat beralîkirin)

De facto terîm, ango peyveka latînîyê ku tê maneyê birastî, di rastiyê de, di pratîkê de ye. Ew bi de jure ve wek tu peyvên zit, li dijî hev tên bikaranîn.

De jure têgîheka latîniya ku tê maneyê zagonî, di zagon de, fermî, resmî ye. De jure bo tiştên gorî qanûnan divê ku bibe, de facto jî bo tiştên ne gorî qanûnan, lê di rastî di halê hazir de heyî tê bikaranîn.

Ew herdu peyvan bi piranî di statuya dewletan de tên bikaranîn. Dewletên ku di warê siyasî de henî, lê di qanûnan de nên qebûl kirin an nên nas kirin wek rejîmên de facto tên naskirin. Ewna ji hêla hin dewletên din, an komaleyên wek Neteweyên Yekbûyî nên naskirin, lê di rastî de bi dezgehên xwe hene. Dewlet an rejîmên de jure jî di warê qanûnan de hene û ji hêla dewletan tên naskirin lê dezgehên xwe li ser axên ku hatî salîx danî neyê hikumdar in. Mînak dewleta Abxazya dewleteka de factoyê ku bi temamî nêye naskirin, lê bi dezgehên xwe li ser axên ku îde dike heye.