David Morris Lee (jdb. 20ê kanûna paşîn a 1931ê li Rye, New York) fizîknasekî DYAyî ye.

Lee (2007)

Jînenîgarî biguhêre

Di malbateke Cihû yê ku binemaliyên wan ji Brîtanya û Lîtwan hatine de ji dayik bûye. Perwerdeya xwe li zanîngeha Harvardê bidawî dike û sala 1952î diçe peywirdariya leşkeriyê. Vegerê perwerdeya bilind li zanîngehên Connecticut û Yale dike. Li zanîngeha Cornell, wekî profesor dersdariyê dike.

Xebat û girîngî biguhêre

Lee di sala 1996î de bi tevî Douglas D. Osheroff û Robert C. Richardson Xelata Nobel a fîzîkê werdigire. Bi giranî li ser fîzîka atomê, elementa Helyûm, di germahiyên mezin de rewş û polarîzasyona elementan hwd lêkolîn kiriye. Niha jî di nava komeke lêkolînvanan de, li ser elementa Helyûmê xebatên xwe didomîne.

Xelat û paye biguhêre

  • 1976, Sir Francis Simon Memorial Prize a British Institute a fîzîkê
  • 1981, Oliver Buckley Prize a American Physical Society, bi tevî Doug Osheroff û Robert Richardson
  • 1996 Xelata Nobel a fîzîkê
  • Endamtiya National Academy of Sciences û ya American Academy of Arts and Sciences