Dagirên bêta-wergirên adrênalînê

Dagirên bêta-wergirên adrênalînê an bi kurtî Dagirên bêta polek ji dermanan ku wergirên bêta yên adrênalînê dadigire. Bi gelemperrî bo nexweşiyên dil û pestoya xwînê tê bikaranîn.

Awayî kar biguhêre

Dermanên dagirên bêta wek antagonît (dijber) li wergirên bêta yên adrênalîn kar dikin. Lê hinek dagirên bêta piçek karî agonîst (hevber) jî dikin. Ji bo ku dirûva wan mîna lasakerên sîmpatîk ne. Ev bendora karî hevber jê re çalakiyên lasakirina sîmpatîk (Intrinsic sympathomimetic activity) tê gotin. Sê cor ji wergirên bêta (β1, β2, β3) hene.

Wergirên bêta 1 bi taybetî di dil de ne û dihêlin ku hêza dil xurt bibe û bêhtir lêxe. Wekî din wergirên bêta 1 di gurçikê de dihêlin ku rênîn di xwînê de derbirije. Loma ragiritina karî wergirên bêta 1 pestoya xwînê datîne.

Wergirên bêta 2 girdikên (masûlke) dûz ên bronşan û xwînboriyan ditevizîne û dihêle ku hindirrî wan fire bibe. Loma dagirên bêta a ne taybet ne baş in bo mirovên ku bi Asthma bronchial û COPD nexweş in.

Bikaranîn biguhêre

Corên dagirên bêta biguhêre

Dagirên taybet bo bêta 1

Dagirên bêta yên ne taybet