Eger em bixwazin bi kurtî rave bikin, em dikarin bibêjin ku daçek ango prepozîsyon (îng. preposition) hin peyvikên alîkar in ku dikevin pêşiya peyvên serekî û pêwendî û têkiliya wan diyar dikin yan jî cî, dem û hwd. ji me re eşkere dikin. Tevî ku ti şaxek rêzimanî yê zimanê kurdî bi qasî pêwîst nehatiye lêkolandin jî, li gor hayjêbûna min, herî kêm li ser rola daçekan hatiye rawestîn. Lê ev peyvikên biçûk rolek gelekî bingehîn di ziman de dilîzin loma pêwîstî bi vekirina gotûbêjê li ser wan heye. Ta niha ez bi kêm zimanan hesîme ku tê de bi qasî zimanê kurdî daçek zaf hebin. Lê çi mixabin ku ev dewlemendiya daçekan, mîna dewlemendiya her biwar û şaxên din jî ên zimanê me yê şîrîn, li gor zengîniya gencîneya xwe nayê xebitandin. Herwiha ne gelekî ji rastiyê dûr e eger em îddîa bikin ku hin daçek jî bi berdewamî ne li ciyê xwe yê rast tên xebitandin û pirr şaşîtî jî di bikaranîna wan de tê kirin. Ji berî ku em dest bi ferisandin ango analîzandina kitekit a daçek û paşdaçekan bikin, em dikarin vê mînaka sade bidin:

-li malê

-di malê ve

-di malê de

Tevî ku ya pêşîn herî zêde bê xebitandin jî, pirranî caran herduyên paştir jî li şûna wê û bi mebesta wateya wê tên bikaranîn. Lê di rastiyê de di herduyên paştir de daçek ew qas bandorek tûj li peyva "mal" dikin ku êdî di wan herdu biwêjan de bêjeya "mal" bi wateya xwe ya asayî namîne. "Di malê ve" bi zimanê gelêrî tê wateya "di xanî ve" û "di malê de" jî tê wateya "di malbatê/aîleyê/famîlyayê de". Mînak: "Li derve sar bû; ez çûm hundur û di malê ve li ber argûna hilkirî/vêxistî rûniştim." Û "Di malê de mêrek tine ye ku vê zivistanê biçe nêçîr û kewgîrê." Problema lêkolîn û jênivîsîna daçekan ew e ku - berevajî lêker û nomînan (navdêr, rengdêr, hejmar û cînav) - mirov nikare bi awayek giştî li ser wan rabiweste. Tenak gengazî ew e ku ew yek bi yek bên ferisandin û erkên her yekê ji wan bên destnîşankirin.

Daçek bi cînavan re biguhêre

Lê pêşî divê bê diyarkirin ku eger daçek bikeve pêşiya peyva bingehîn/serekî, eger ev peyv navdêr (substantîv), cînav (pronom) an jî hejmar (numeral) be, ew peyv ditewe (1). Di kurmancî de cînavan du celeb form hene; forma netewandî (ez, tu ew, em, hûn, ew, ev û kî) û forma tewandî (min, te, wê, wî, me, we, wan, van û kê). Bi daçekan re forma tewandî tê bikaranîn. Mînak: bi min re, li gor te, ji bo wê, li cem wî, ji nik me ve, bi saya we...

Daçek bi navdêran re biguhêre

Daçek bi navdêrên zayendmê re biguhêre

Peyvên zayendmê di yekhejmariya xwe ya kifş de paşgirtika "(Y)Ê" digirin: Mînak: li mal-ê, di pirtûk-ê de, ber bi xweşi-yê ve...

Peyvên zayendmê di yekhejmariya xwe ya nekifş de paşgirtika "Ê" digirin lê "(Y)EK", a ku nîşana nekifşiyê ye, jî li ciyê xwe dimîne:

Mînak: li mal-ek-ê, di pirtûk-ek-ê de, ber bi xweşi-yek-ê ve...

Peyvên zayendmê di pirrhejmariya xwe ya kifş de paşgirtika "(Y)AN" digirin:

Mînak: li mal-an, di pirtûk-an de, ber bi xweşi-yan ve...

Peyvên zayendmê di pirrhejmariya xwe ya nekifş de jî paşgirtika "(Y)AN" digirin lê "IN/NE", a ku nîşana nekifşiyê ye, jî li ciyê xwe dimîne:

Mînak: li mal-in-an, di pirtûk-in-an de, di xweşî-ne-yan de... (2)

Daçek bi navdêrên zayendnêr re biguhêre

Eger mijara me ya "Daçek bi navdêrên zayendmê re" sivik be û em bikarin bi asanî hemfikir bin, di mijara "Daçek bi navdêrên zayendmê re" de yekdilî û hemfikirî ta niha berpê nebûye. Peyvên zayendnêr di pirrhejmariya xwe ya kifş û nekifş de tam mîna peyvên zayendnêr di pirrhejmariya xwe ya kifş û nekifş de ditewin.

Mînak: li welat-an, bi şivan-an re, ber bi xani-yan ve; li welat-in-an, bi şivan-in-an re, ber bi xanî-ne-yan ve...

Lê dudiliya herî zêde li ser tewîna yekhejmariya navdêrên zayendnêr di rewşa kifş û hinekî jî di ya nekifş de ye. Li gor devokên kurmancî navdêrên zayendmê dikarin bi sê-çar şêweyên ji hev cuda bitewin: şivan > şivên/şivanî/şivani/şivîn. Dibe ku gelek zimannas bi min re ne hemfikir bin lê ev hemû li me "bela" ne û ji bo zimanek yekgirtî yê nivîskî li kurmancînivîsan bûne asteng. Hem ew bi tewîna xwe tevliheviyê dixin ziman (3) û hem jî bikanînerên kurmancî li hev nakin ku yekê ji wan bibijêrin. Loma niha pêwîstiya me bi kompromîsekê heye: pêwîst e ku em forma netewandî bi kar bînin. Jixwe di pratîkê de jî wiha tê kirin lê hin purîst û "paqijkerên" ziman zorê didin van navdêran û, tevî ku gel ticaran wan wisan netewîne jî, ew her ditewînin.

Mînak: Li şûna:

li welêt/welatî/welati

em binivîsin:

li welat

Li şûna: bi hêsp/hespî/hespi

em binivîsin:

bi hesp

Li şûna:

ji Kemêl/Kemalî/Kemali re	

em binivîsin:

ji Kemal re

û hwd. û hwd.

Herwiha di yekhejmariya nekifş a navdêrên zayendnêr de jî dudiliyek peyda dibe. Bi gelemperî di zimanê nivîskî de ta niha zêde tîpa "Î" li pey "(Y)EK", a ku nîşana nekifşiya yekhejmariya navdêrên zayendnêr e, hatiye danîn: li welat-ek-î, bi hesp-ek-î, ji xani-yek-î re. Lê di hin devokan de li şûna vê tîpa "Î" tîpa "Ê" heye, û hin kes wê tercî dikin (4). Ango: li welat-ek-ê, bi hesp-ek-ê, ji xani-yek-ê re. Mîna ku tê zanîn navdêrên zayendmê jî di heman rewşê de heman tîpê digirin loma diyarbûna zayenda peyvê namîne (5).

Daçek bi navdêrên "girêdayî" re biguhêre

Ji beşa "Daçek bi navdêran re", ya ku me ta niha dabaş jê kir, bi wê şert û mercê ye ku navdêr bi peyva (peyvên) li pey xwe ve ne girêdayî ye ku wê peyvê bandor li navdêrê kiribe û navdêr hatibe tewandin. Lê em hemû dizanin ku pirrî caran rengdêr (adjektîv) û cînav (pronom) dikevin pey navdêran û ji ber wê yekê navdêr jî ditewin û wek xwe namînin.

Mînak: mal-a te, welat-ê min, pirtûk-ên wê; sêv-a sor, xani-yê bilind, derya-yên kûr...

Niha eger em daçekan jî li van gotinên jorîn zêde bikin, em ê bibînin ku paşgirtikên me di beşên "Daçek bi navdêrên zayendmê re" û "Daçek bi navdêrên zayendnêr re" dabûn, êdî nikarin bikevin pey navdêrên di van gotinên jorîn de. Ew gotin bi xwe tewandî ne û çimkî pêwendiya xwedîtiyê (mala te; welatê min...) û rengdêran (sêva sor...) a bi navdêran re ji pêwendiya daçekan bi navdêran re xurttir e, paşgirtikên asayî yên xwedîtî û rengdêran li ciyê xwe dimînin û pêwîstî bi paşgirtikên asayî yên daçekan tine ye:

Mînak: li malê > mala min, ji sêvê > ji sêva sor

Herwiha eger navdêr di yekhejmariya xwe ya nekifş de jî bi rengdêr an jî cînavekê re hatibe girêdan, hin nakokî derdikevin. Çimkî em di yekhejmariya kifş de, dema ku navdêr bi cînav an jî rendêra li pey tê, li navdêrên zayendmê tîpa "A" û li navdêrên zayendnêr jî "Ê" zêde dikin (sêv-a sor/min, hesp-ê te/spî), li gor hin kesan divê ev herdu tîp di rewşa nekifş a heman navdaran jî bên bikaranîn, ango:

-sêv-ek-a sor/min; bi daçekê re: Wî ji sêv-ek-a sor/min xwar.

-hesp-ek-ê te/spî; bi daçekê re: Ez dixwazim li hesp-ek-ê te/spî siwar bibin.

Lê ez bawer dikim, tevî ku gelek xwendevan pêrgî vî awayê nivîsînê hatibin jî, ew bi xwe wisan naxebitînin. Niha di kurmanciya nivîskî de bi vî awayî zêdetir tê nivîsîn:

-sêv-ek-e sor/min; bi daçekê re: Wî ji sêv-ek-e sor/min xwar.

-hesp-ek-î te/spî; bi daçekê re: Ez dixwazim li hesp-ek-î te/spî siwar bibin.

Herdu awayan jî argumentên baş hene ku çima ew bên bikaranîn û dev ji ya din bê berdan. Ti ji herduyan ji aliyê rêzimanî de ne çewt û şaş in. Lê nabe ku bi hetahetatî em wan herduyan bi kar bînin an jî nîqaş û gengeşeyê bikin ji bo ku em yekê bibijêrin. Û ji pêzanîn û tecrubeyên heyî ez dizanim ku em qet bi asanî li hev nakin û ta ji me bê em - carinan ji dexesî û carinan jî ji famkorî - her li ser rêya xwe ya berê dimeşin tevî ku ew şaş be jî! Lê li vir ez dixwazim dîsan pêşniyazek kompromîsî bikim: Em dev ji van herdu paşgirtikan berbidin:

Li şûna:

sêv-ek-e sor/min yan sêv-ek-a sor/min	

em binivîsin:

sêv-ek sor/min

Li şûna:

hesp-ek-î te/spî yan hesp-ek-ê te/spî	

em binivîsin:

hesp-ek te/spî

Li vir hin kes dê reaksiyonan nîşan bidin û diyar bikin: "De baş e, lê bi vî awayî zayend wenda dibe û êdî mirov nikare ji navdêran bibîne ka ew zaynedmê yan jî zayendnêr in!" Bêguman ev yek rast e, em dizanin ku "welat-ê min" zayendnêr û "sêv-a sor" jî zayendmê ye lê em di nivîsê de diyar nabe ka zayenda "welat-ek dûr" û sêv-ek şîrîn" çi ye. Erê, lê diyarkirina zayendê di kurdî de - berevajî gelek zimanên din ên zayend tê de heyî - ne pêwîst e.

Mînak: Di hevoka "Heval dibêje" de ti şaşî tine ne lê dîsan jî jê naxwiye ka "heval" zayendmê yan jî zayendnêr ango keç/jin an jî kur/zelam e. Herwiha di pirrhejmariyê de kurdî zayendê nanase. Ji "Hevalan got" naxwiye ka ev heval keç an jî kur in. Jixwe gelekî baştir û pratîktir e ku zayend di pirrhejmariyê de tine be çimkî hin ji van hevalan dikarin keç û hin jî kur bin. Eger di pirrhejmariyê de jî zayend hebûya, em ê neçar bimana peyva "heval" du caran - carekê bi zayendmêyî û yekê jî bi zayendnêrî - bigota. Bi vî awayî ziman ê zehmet bibûya û me dê nikariya di hema heyamê de bi qasî niha tişt bigotina û guhdarên/hevalên xwe agadar û serwext bikirana. Bi heman awayî pirsgirêka navdêran bi cînava nîşandekî "ev" û tewandiyên wê re jî tê çareserkirin. Mîna ku tê zanîn, eger "ev" yan tewandiyek wê bikeve pêşiya navdêran, navdêr dikarin di kurmancî de bi çend awayên ji hev cuda ditewin û ta niha yekdilî û lihevkirinek gelemper pêk nehatiye loma ew jî hin kompromîsan dixwaze. Li gor devokên kurmancî herî kêm "ev" dikare van paşgirtikên jêrîn bixe pişt navdêran:

Zayendmê -ev pirtûk-a han, ev pirtûk-a ha, ev pirtûk-a he, ev pirtûk-e, ev pirtûk-a Mînak: ev pirtûka han mezin e, ev pirtûka ha xweş bû, te ev pirtûka he xwendiye, ev pirtûke ne li ber destê min bû, ev pirtûka nayê xwendin...

Zayendnêr -ev welat-ê han, ev welat-ê ha, ev welat-ê he, ev welat-e, ev welat-a

Mînak: ev welatê han mezin e, ev welatê ha ne xweş e, ev welatê he min nedîtiye, ev welate gelekî bi min xweş tê, ev welata bixêrûbêr e...

Tevî ku hin ji van ji hin ên din baştir bin jî, ta niha min çi dît, her kes wan li gor devokan xwe dixebitîne. Lê niha dem hatiye ku em li rêyekê bigerin ku em ti kesekî nexeyidînin û li derve nehêlin lê dîsan jî zimanek yekgirtî û standard ava bikin. Bi baweriya min, a herî baş ew e ku em van paşgirtikên destnîşankirî "biavêjin" ango wan li derveyî nivîsîna xwe bihêlin. Ango em li şûna mînakên jorîn bibêjin:

-ev pirtûk mezin e, ev pirtûk xweş bû, te ev pirtûk xwendiye, ev pirtûk ne li ber destê min bû, ev pirtûk nayê xwendin...

-ev welat mezin e, ev welat ne xweş e, min ev welat nedîtiye, ev welat gelekî bi min xweş tê, ev welat bixêrûbêr e...

Dîsan hin kes dê bipitin û gazinan bikin ku me zayend ji bîr kir lê heman kes her dibêjin:

-ew pirtûk mezin e, ew pirtûk xweş bû, te ew pirtûk xwendiye, ew pirtûk ne li ber destê min bû, ew pirtûk nayê xwendin...

-ew welat mezin e, ew welat ne xweş e, min ew welat nedîtiye, ew welat gelekî bi min xweş tê, ew welat bixêrûbêr e... an jî:

-pirtûk mezin e, pirtûk xweş bû, te pirtûk xwendiye, pirtûk ne li ber destê min bû, pirtûk nayê xwendin...

-welat mezin e, welat ne xweş e, min welat nedîtiye, welat gelekî bi min xweş tê, welat bixêrûbêr e...

Ango ti zayend di wan de nayê xwiyandin. Êdî ez bawer dikim ku em hinekî ji mijara xwe ya bingehîn dûr ketine loma pêwîst nake ku em êdî gelekî dûrtir biçin lê mînakek din jî didim ku baştir e - eger em bikarin - em paşgirtikên zayendî nexebitînin: Di gelek kovar û rojnameyên kurdî de, eger li pey navdêra di yekhejmariya nekifş de rengdêr an cînav bên, paşgirtik ji bo diyarkirina zayendê tên danîn. Mînak: sêv-ek-e/a sor an hesp-ek-î/ê reş. Lê em hemû dizanin ku di kurdî de bêhejmar navdêr hene ku li gor tevgirêdan û kontekstê dikarin hem zayendmê û hem jî zayendnêr bin. Mînak: mamoste, heval, nas, zarok... Ango eger ev kes jin/keç be: "mamosteya min, hevala wê, nasa me, zaroka wan" lê eger zelam/kur be: "mamosteyê min, hevalê wê, nasê me, zarokê wan". Lê carinan bêjeyên bi vî awayî di yekhejmariya nekifş de tên bikaranîn û nivîser nizane ka ew jin/keç an zelam/kur in, naxwaze zayenda wan diyar bike yan jî dixwaze herdu zayendan diyar bike ji bo ku destnîşan bike ku ji herdu zayendan dibin. Hingê neçar dibe ku wiha binivîse: "mamosteyeke/î min, hevalekî/e çê, nasekî/e me, zarokeke/î biçûk" an jî "mamosteyeka/ê min, hevalekê/a çê, nasekê/a me, zarokekê/a biçûk". Lê eger em paşgirtikên zayendî di van rewşan de bi kar neînin, em ê ji vê belaya "e/î" û "ê/a" bifilitin, û hevokên xwe bi vî awayî bi rêz bikin: "mamosteyek min, hevalek çê, nasek me, zarokek biçûk". Û dîsan jî ev "mamosteyek min" û hwd. dikarin hem zayendmê û hem jî zayendnêr bin.

Celebên daçekên kurdî biguhêre

Em dikarin daçekên kurdî di sê koman de bisinifînin.

• Daçekên sade û serbixwe: bi tenê yekpeyvikî ne (bi soranî di kevanokan de): bi (be), ji (le ... we) û li (le).

Mînak: bi tirimpêlê, ji malê, li Kurdistanê...

• Daçekên dubeşî: Ev daçek ji du beşan pêk tên. Beşa pêşîn li berî û ya paşîn jî li dû peyvên serekî tên danîn: bi ... ve (pê ve), di ... de (tê de), ji ... re (jê re) û hwd.

Mînak: bi wê re, di qonaxê de, ji malê ve...

• Daçekên biwêjî: ev daçek ji hin daçekên serbixwe û sade yan jî daçekên dubeşî û hin daçekên neserbixwe pêk tên: ji alî de, bi ser re, di bin ve, li jêr, li gor, li pey, ji cem, bi saya û hwd.

Mînak: ji ser qapa pirtûkê xwend; di bin tirarê mast ve bû, tu çima ew qas li dûr lê digerî; li gor encamên lêkolînê wî xwe bi stranbêjiya xwe di dilê xelkê de ezîz kiriye; di Kurdistanê re derbas bûn û li pey şopa wan çûn...

Hin daçek biguhêre

Bi biguhêre

  • bi
  • bi bin ...
  • bi hev ...
  • bi pey ...
  • bi qasî ...
  • bi vî/wî alî de
  • bi ... de (pê de)
  • bi ... re (pê re)
  • bi ... ve (pê ve)
  • bi bin ... ve
  • bi derî ...
  • bi dû ... ve
  • bi jêr de, bi jêrî ... de
  • bi jêr ve, bi jêrî ... ve
  • bi jor de, bi jorî ... de
  • bi jor ve, bi jorî ... de
  • bi rex ...
  • bi rex ... ve
  • bi ser ...
  • bi ser ... de
  • bi ser ... ve

Di biguhêre

  • di
  • di ... de
  • di ... re
  • di ... ve
  • di ber ... re
  • di ber ... ve
  • di bin ... ve
  • di bin ... de
  • di bin ... re
  • di cî de
  • di nav ... re
  • di pey ... re
  • di ser ... de
  • di ser ... re

Ji biguhêre

  • ji
  • ji bin ...
  • ji ber ...
  • ji bilî ...
  • ji ... pê ve
  • ji hingê ve
  • ji ... şûnde
  • ji bo (ji boyî/ ji bona) ...
  • ji hev ...
  • ji pey ...
  • ji vî/wî alî ...
  • ji vî/wî alî de ...
  • ji aliyê ...
  • ji ... de
  • ji ... re
  • ji ... ve
  • ji aliyê ... ve
  • ji bin ...
  • ji ... şûnde
  • ji der(ê)
  • ji derve
  • ji derveyî ...
  • ji derî ...
  • ji dêl(v)a ...
  • ji dil
  • ji ... ve (jê ve)
  • ji bin ... ve
  • ji nav ...
  • ji nû ve
  • ji nişka/ê ve
  • ji rex ...
  • ji rex ... ve
  • ji ser ...
  • ji ser ... ve
  • ji vir
  • ji wir
  • ji kû
  • ji vê gavê pê ve
  • ji vir pê ve
  • ji xwe

Li biguhêre

  • li
  • li ser ...
  • li ber ...
  • li ber ... re
  • li jêr
  • li jor
  • li dor
  • li dora ...
  • li gor ..., li gora/î ...
  • li kû
  • li bin
  • li nav ...
  • li paş ...
  • li pêş ...
  • li pişt ...
  • li ser ... re
  • li vir
  • li wir
  • li derekê
  • li gel

Çavkanî biguhêre