DAL (Derin Araştırma Labaratuvarı - Labotatûara lêgerînên kûr) kurtenavê êşkencexaneyeke navdar a li paytextê Tirkiyê, Enqereyê ye. Niha navê vê navendê hatiye guhertin.

Dîroka DALê biguhêre

Beriya cuntaya leşkeran a 1980'î ji aliyê serokwezîr Bülent Ecevit ve bo têkoşîn bi Kurd û çepgiran re hatiye damezrandin. Tê gotin ku, di damezrandinê de Brîtanya, MOSSAD û CIAyê jî cihgirtine. Wan gorî konseptên nû yên NATOyê, yên li dijî "xetereya komûnîzm û Kurdistana mezin", tîmên lêpirsînê yên polîsên Tirk li Brîtanyayê perwerdekirine û ev navend jî bi heman armancî hatiye vekirin. Êşkencexane girêdayî artêşe kardike. Herçendî bi fermî polîsan bikartînin jî, navend rasterast girêdayî navenda herî bilind a artêşê, ÖKKyê ye.

Bi deh hezaran Kurd û çepgir li vir êşkence dîtine, seqet mane yan hişê xwe windakirine. Dîsa bi sedan kes jî di êşkenceyan de hatine kuştin. Vê êşkencexaneyê bala dinyayê jî kişandiye. Gelek nûçe, roman, hevpeyvîn li ser wê hatine çêkirin. Komeleyên mafê mirovan gelek caran giliyê vê navendê kirine û dewleta Tirk gelek caran ji ber êşkenceyan li dadgeha mafê mirovan a Ewropayê hatiye tewanbarkirin û cezakirin. Gorî gotinan ev navend dîsa li ser kar e lê hin guhertinên dekoratîv pêk anîne. Herwiha êdî kesên ji rêzê nabin wir, tenê kesên rewşenbîr û çalakvan dibin.

Agahiyên di çapemeniyê de cihgirtine biguhêre

Êşkencexane li nêzîkî stasyona mezin a trênê ye. Ketina êşkencexaneyê ji garaja otomobîlan e. Ji erdê di bilindiyeke bi qasî 1,5 – 2 m de, hin qulên (kunên) wekî tûnelan hene û qurbanî bi çavên girtî ji jor vê dikişînin nav van qûlan û drêjiya tûnelan bi qasî çend metreyan bidawî dibe û qûrbanî ji wir davêjin jêr. Binê hucreyan û salonên êşkenceyan ji texte hatine çêkirin. Ji salonên êşkenceyê re hin navên kod tên gotin (rîng, mala Atatürk, salona sînemayê, Orte Asya hwd).

Rojê tenê nîv nan û hinde penêr an zêytûn di nav de didin qurbaniyan. Av û tûvalet bi grûbê dibe. Pirranî qurbanî tazî ye û çavên wî girtî ne. Hucreyên wê pirranî bo kesekê ye û bi texmînî 3 m² ne. Êşkencekar bê çek in, tenê jopên lêdanê (çi sade, çi bi elektroşok) bi wan re hene. Di nava êşkencekaran de jin jî hene. Gelek caran ji dûrve dengê muzîka Kurdî lêdidin û dengê êşkenceyan hîç kêm nabe.

Êşkence pirranî bi şevan tê kirin. Hemî cureyên êşkenceyê li vir tên bikaranîn. Ji wan hemiyan zêdetir û cudatir jî, êşkenceyên psîkolojîk û bi dermanên narkotîk tên kirin. Hemî êşkencekar gorî çapemeniyê, mecbûr in ku herî kêm Kurdek bikujin. Kê qurbaniyekê nekuştibe, perwerdeya xwe bicihneaniye. Gotina "Li vir Xwedê nîne û pêxember jî çûye bêhnvedanê" gelek tê bilêvkirin.

Girêdanên derve biguhêre