Open main menu

Dêrxeyd, navê deşta başûr û rojavayê Licê ye. Deşta herî bi ber û berhemdar e. Ji binê Licê heta binê Dêrqam û Serdê dom dike. Piranî zeviyên Liciyan bi xwe ne. Li deşta Dêrxeydê gomên, Panav, Xicigan, Qerengoz, Dabilo û Kaniya Feyzo hene ku bi mehelên Qerehesen û Kalê ve girêdayî ne. Çandiniya deşta Dêrxeydê zêde genim e. Li ciyên avî firingî, titûn, pembû û kuncî tên çandin.

Di vê herêmê de Dabilo ciyekî xwe yê girîng û mezin heye. Dabilo zemanekê bi nifûsa xwe ji gelek gundî mezintir bû. 35-40 mal bû. Bi peyatî saet û nîv ji navenda Licê dûr e. Hîn îro jî Dabilo ne gund e û mezreya navçê ye. Dabilo Ciyekî avî ye. Di kontara çiyê de aveke weha xurt û sar derdikeve ku him bexçe û him jî aş li ber digerin. Ciyê ku av jê derdikeve re çavî dibêjin. Çaviya Dabiloyê bi qasî 100 metre çargoşe û gilover e û ji du metreyî jî kûrtir e. Aveke weha sar û qerisî ku di kela-kela havînê de mirov nikare dest û lingê xwe bike navê. Me zarokan têde melevanî (aslamberî) dikir. Em ji aliyek heta diçûn aliyê din ji sermanan diqefilîn, diranên me li hev diket. Ji Çaviya Dabiloyê cûweke avê dikişe ku dide pişt çoka mirov. Ew cû ber û berî bexçan ji kîlometreyekî dirêjtir bexçeyên Dabilo av dide û diçe ser aşan. Darên ku di bexçeyên Dabilo de hene piranî sewl in. Licî ji darên spîndarên rast û dirêj re sewl dibêjin. Di nav wan de darên mişmiş, gûz, sêv, încas, bîhok ûhwd. jî gelek in. Her darekî gûzê bi hezaran gûz digirin. Li ciyên bêdar jî firingî, xiyar û îsot tên çandin. Licî ji îsotê re bacik jî dibêjin.

Gundê Serdê her çiqas niha ne li ser Licê be jî nîvê axa wê dikeve nav herêma Licê. Dabilo û Serdê li hember hev, ji hevdu xuya ne. Bi peyatî bi qasî saeteke dûrên hev in. Di navbera wan de Deşta Dêrxeyd û ya Serdê hene. Serdê jî gundekî avî ye. Wek Dabilo avekê wek gurz ji bin çiyayê Serdê derdikeve. Bexçê li ber tên avdan. Bi taybetî darên gûzan ên sed salî kesk û şîn dikin. Çend aş li ber ava Serdê digerin. Ava Serdê ji ya Dabilo jî zêdetir e. Li binê Serdê medreb hene. Li wir pembû, birinc, titûn, kuncî, gulên rojê (berberok) tên çandin. Qawindên Serdê li Kurdistanê bi navûdeng in. Bi kurtî û kurdî mirov dikare bêje ku Dabilo û Serdê her yek cineteke direwîn e.

Gundên Comelaş û Dêrqamê her çiqas nekevin herêma Dêrxeydê jî dikevin rojavayê Licê. Ji ber wê yekê min ew li wir bi cîkir.

Comelaş, li rojavayê Licê ye û 17 km ji Licê dûr e. Gund di bin kontara çiyayê Mîyakuwanê de ye. Miyakuwan çiyayekî gelek bilind û bi dar û ber e. Gundî havînan derdikevin serê çiya û li wir li zozanan war çêdikin. Heta payîzê li wir dimînin. Di zemanê berê de çiyayê Mîyakuwanê gelek pezkovî hebûne lê niha nemane. Taybetiya çiyayê Mîyakuwanê yek jê jî ew e ku piraniya darên wî asindar in. Asindar cureyek ji darê mazî ye û rast, zirav û dirêj in. Xelkê herêmê di çêkirina xanî û avahiyan de darên asindar bi kat tînin. Agirê darê asindar jî gelek gurr û geş e. Comelaş gundekî avî ye û pêşî çandiniya gemim û garis dikirin. Di van salên dawî de dest bi çandiniya firingiyan kirin û rojê bi çend kamyonî dibirin pazara Amedê. Li Comelaşê malbata Şêx heye. Bi zaravayê dimilî dipeyîvin. Dewletê navê Daralan lê kiriye.

Dêrqam, li rojavayê navçeya Licê dikeve û 18 km ji Licê dûr e. Gund bi xwe li kontara çiyayê Sadilkeyfê ye. Zîyareta Sadilkeyfê li bakurê gund, li qontara çiyê ye. Çar gomên Dêrqamê hene: Bekiran, Mala Elî Keya, goma Mala Evdal, goma Mûsabegê. Goma mala Evdal nêzîkî Dêrqamê ye lê hersêyên din ji Dêrqamê gelek dûr in. Binê Dêrqamê û goma Mala Elî Keya û Bekiran li başûrê Dêrqamê, li rojavayê deşta Dêrxeydê ne. Di navbera gundên Serdê, Dêrqamê, Comelaş gomên Engul û Dabilo de ne. Nêzîkî durêya Licê û Hênê ne. Zeviyên wan avî û berhemdar in. Goma Elî Keya û Binê Dêrqamê bi kurmancî û Dêrqam û Goma mala Evdal jî bi zaravayê dimilî dipeyîvin. Dibistan him li Dêrqamê û him jî li Binê Dêrqamê heye. Dewlet ji Dêrkamê re Duru û ji Binê Dêrqamê re jî Aşağı Duru dibêje.