Serdê (bi tirkî: Seren), gundekî girêdayî navçeya Amedê Hênê ye ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye valakirin.

Serdê gundekî gelek kevn û dîrokî ye. Berî Mîladê navê gund Newzerk (Newzerg) bûye û piştre Serder gotine. Di serdema me de jî navê wî Serdê ye. Sê mezrayên serdê hene: Koçeran (bi tirkî: Mazili), Goma Hesen Begê û Goma Xelîl Begê. Serdê 9 km ji navenda Hênê dûr e. Hejmara xaniyan 38 e û ya şêniyan 229 e. Ji zû ve li gund dibistan û nexweşxaneyek hebû. Ji ber şerê van 15-20 salên dawî nexweşxane û dibistan herdu jî girtî ne. Ajel xwedî dikin, çandiniyê dikin. Gundekî avî ye. Ji bin çiyayê Serdê aveke gurr û gurt derdikeve. Çend aş li ber vê avê digerin û bexçeyên Serdê bi nav û deng in. Sebze û rez gelek in. Petêx û qawindên Serdê li herêma Amedê bi nav û deng in. Serdî bi kurmancî dipeyivin û bi dimilkî jî dizanin.

Di dema ferman û kuştina ermeniyan de, li çiyayê pişt Serdê şikefteke bi nav û deng hebûye. Ew şikeft wek bîra ji kevir a bêbinî ye. Dewletê ermeniyan ji herêmên Licê û Hênê qefle bi qefle birine ser wê şikeftê û kuştine. Laşên wan avêtine bin wê şikefta kûr û qerqez.

Di dema şerê Şêx Seîd de Serdê roleke mezin û girîng lîstiye. Şêx Seîd bi xwe li Serdê maye, civîn û planên xwe yên ji bo Hêne û li Licê li wir girtine.

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)