Kolezyûm
Tu dikarî vê gotarê ji gotarên wekhev ên Wîkîpediyayên erebî, katalanî û bulgarî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Tu dikarî vê gotarê ji gotarên wekhev ên Wîkîpediyayên îtalî, elmanî û îngilîzî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Colosseum (bi îtalî: Colosseo; herweha Coliseum an Kolîseyûm) amfîtiyatreka wekî hêkekê ye ko li navenda bajarê Romê li Îtalyayê ye. Dîroknas û arkeologên nûjen navê bi latînî: Amphithreatrum Flauium bikar tînin (bi îtalî: Anfiteatro Flavio) ji ber ku împeratoren Romê ên xanedaniya Flauia ew ava kirine.
Nijinîna wê li dema desthilatdariya împerator Uespasianus di navbera salên 70ê heta 72ê zayînî da dest pê bû li sala 80ê, li dema desthilatdariya Titus dawî bû. Paştir li dema Domitianus hindek guherandin di avahiyê wê da hatin kirin.
Li destpêkê cihê rûniştina 50,000 temaşevanan li Colosseumê hebû. Colosseum zêdetir jibo nîşadana şerên gladiyatoran dihat bikaranîn. Jibo 500 salan berêkanê û musabiqe li Colosseumê dihatin kirin, ya herî dawîn li sedsala 6ê ya zayînî bû ko gelek piştî herifyana fermî ya Împeratoriya Romê ya Rojava li sala 476ê zayînî ye.
Herçend e niha nîvherifyayî ye, lê Colosseum heta van dawiyan jî wekî yek ji nîşanên hêz û xurtanî ya Împeratoriya Romayê dihat hesibandin. Colosseum niha yek ji balkêştirîn cihên Îtalyaya nûdem e ko gerok anko turîst seredana wê dikin. Colosseum hêşta jî girêdayî Dêra katolîkî ye û hersal li roja Eyniya Baş anko Îna Baş papa tîtaleka dînî li wêderê birêvedibit.
ÇavkanîBiguherîne
Ev gotar şitlekê girêdayî têkildarî dîrokê ye. Ji bo guherandina naveroka gotarê, tu dikarî beşdarî Wîkîpediyayê bibe. |