Cîhan Roj

Nivîskarê kurd
(Ji Cihan Roj hat beralîkirin)

Cîhan Roj (jdb. 1964 Înaq, Gimgim, Mûş) nivîskareke kurd e. Cihan Roj di sala 1993an de dest bi nivîsandina bi zimanê kurdî dike û di heman salê de helbest û çîrokên wî hatine weşandin. Di salên 2000î de ew hinek têgînên matematîgê diafirîne û ji Enstituya Kurdî re dişîne. Ew xebat di sala 2006an di rojnameya Azadiya Welat de tê weşandin. Nivîskar ji sala 1993an heya sala 1997an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala 2001ê, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê "Konferansa Nivîskaran" tê lidarxisitin. Li dû konferansê ew qirarek dide û tenê bi edebiyatê re eleqedar dibe.

Cîhan Roj
Jidayikbûn1965
Înaq, Gimgim
PîşeNivîskar
Zimanê nivîsinêKurdî
biguhêreBelge

Heta niha, 10 roman, 5 helbest,  yek ji wan bi tirkî û yek ji çîrokên bijare bi tevahî 5 kitêbên çîrokan bi tevahî 21 berhemên Cîhan Roj hatine weşandin. Romana bi navê "Perde" di tirkî de bi navê "Mahrum" hatiye wergerandin.

Pirtûka wî ya yekem a helbestan di sala 2002an de hat weşandin. Li gelek rojname, kovar û malperên bi kurdî ji karwaniyên ceribînên xwe yên edebiyata sêwirînî û ji xwendinênn xwe yên pêvajoyan, derheq edebiyata Kurd de gotar nivîsîne."Edebiyata Modern a Kurdî", ji bo çarçoveya 15 hefteyî, her hefte di Radyoya Rûdawê de, di bernama "Wêjevan"ê de bûye mijar.

Bi tevî pirtûkek di derheqê Cîgerxwîn de hatiye weşandin, di pirtûka bi navê “Kawayê Min” de û di pirtûka kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatiye çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.

Di destpêka romana wî a bi navê "Perde" de, wisa hatîye nivîsîn: "Em bi zimanê xwe li xeyalên xwe digerin, bi xeyalên xwe li zimanê xwe digerin.”

Nivîskar, di nivîs û hevpeyîvînên xwe de her têgeha “bîrxistinê” îfade kirîye. Di romanan de, her li pey e tiştinan bîne bîra xwe û xwendevanên xwe, da kitûmat û detay zindî bimînin. Herwiha îfade kirîye her ziman û kultur rengek in, ziman û edebîyata kurd bi rengê xwe wê di edebîyata cîhanê de cîyê xwe bigirin, lê zêde bikin. Di hevpeyîvînek xwe de(2015)  têkiliya edebîyatê û bêhizûrîyê destnîşan kirîye. Heman hevpeyîvînê de, bo romana kurd wisa gotiye:

“Merheleya hewlên parastin, tomarkirin û neqilkirinê peyderpey li pey dimînin. Romanên derheq takekes de dertên. Kurmancî her kêmanîyên xwe temam dike, ev jî dibe sebeb romanên kurdî zengîntir bibin.”

Berhem:

ROMAN

1.      Gîtara Bê Têl - Weşanên Do 2009, Weşanên J&J 2014

2.      Meşa Moriyan (Roman) - Weşanen Evrensel 2011

3.      Perde (Roman) - Weşanên Na 2012

4.      Serkêş (Roman) - Weşanên J&J 2014

5.      Hurcahil (Roman) - Weşanên J&J 2015

6.      Reş (Roman) - Weşanên J&J 2015

7.      Mala Baz(Roman)-Weşanên J&J 2018

8.      Şeşaqil (Roman)-Weşanên Lîs 2021

9.      Armonîkaya Hêşîn(Roman), Weşanên Peywend, 2023

10.  7 Av 7 Agir û 7 Derî ,(roman), Weşanên Peywend, 2023

ÇİROK

1.      Meyman (Çîrok) - Weşanên Lis 2006

2.      Deriyê çirokê (Çîrok) - Weşanên Do 2008

3.      Sehne (Çîrok) - Weşanên YNKD 2013

4.      Som Mavi, öykü, Weşanên Peywend, 2023

5.      Dema Kulîlkan, hemî çîrok, Weşanên Peywend, 2023

ŞİYİR

1.Ratîka (Helbest) - Weşanên Sî sibat 2002

2.Aqil diçe sewda dimine (Helbest) - Weşanên Do 2008

3.Av û Berf (helbestên bijare)-Weşanên J&J 2018

4. Şayîr û Defter(helbest), Weşanên Peywend 2023

5. Asê, (helbest), Weşanên Peywend, 2023

 CERIB

Edebîyata Modern A Kurdî,(pexşanivîs),Weşanên Peywend, 2023

Nîşe: Di sala 2023 yan de, bi minasebeta 30 salîya nivîskariya Cîhan Roj Weşanên Peywendê hemî berhemên wî weşandin.

BERHEMÊN HATINE WERGERANDIN:

Çavkanî biguhêre