Înax

Gundekî Gimgima Mûşê
(Ji Înaq, Gimgim hat beralîkirin)
Ji bo maneyên din li Înaq binêre.

Înax an jî Înaq (bi romî kirine: Sırasöğütler), taxeke Vartoya Mûşê ye.

Înax
Sırasöğütler
Înax, Gundê jêr
Înax li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Înax
Înax
Koordînat: 39°9′3″Bk 41°30′50″Rh / 39.15083°Bk 41.51389°Rh / 39.15083; 41.51389
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehMûş
NavçeVarto
NahiyeVarto (navend)
Bilindahî
1.620 m (5310 ft)
Nifûs
?
Koda postayê
49600
Koda telefonê(+90) 436
Map
biguhêreBelge

Wateya navê gund

biguhêre

Gorî xebatên di salên 1970yî de, li ser navên gundên Gimgimê, ji aliyê ASDK-DER û TÖB-DERê ve hatibûn kirin, rastiya navê gund Înax e. Wekî Înaq, Înaqan, Înaxan, Înaxa jî tê bilêvkirin.

Navê xwe ji mêrxas Îno û Tato digirin. Di çanda devokî ya herêmê de behsa wan tê kirin. Ango gundê, axa Îno. Yan jî Îno Axa. Dibêjin Îno û Tato ji parêzgeha Dêrsimê hatine, dewletê nedikariye serî bi wan re derîne. Ji Qolîbaba heya Çiyayê Bîngolê hukim kirine. Her ji wan xwedî 2-3 birr (kerî) pez bûne. Elewî bûne û bi Dêrsimkî diaxivîne. Lêv

ÎNAQ Înaq di navbera 1795 û 1796 î de hatiye avakirin. Gundî wekî eşîreke Dimilî ji gundekî Rojhilatê Kurdistanê, pêşî hatine Pêçarê. Pêçar gundekî ye, di navbera Qulp û Hezroyê de ye.

Qismekî Înaqî ji Pêçarê diçin Ezirganê.

Ew, li wir, bi çanda Alewîtiyê re dijîn. Qismê din yên Înaqî ji Pêçarê têne deşta Mûşê. Li Deşta Mûşê, Eladîn Paşa nehiştiye ew bi cî bibin. Înaqî diçin Kopê. Ji Kopê diçin gundê Başkent yê bi Vartoyê ve girêdayî ye. Ji Başkentê têne Înaqa. Tevirkolê Înaqa yên pêşî Mala Eliyê Şemê ne. Eşîrên gund, Mala Moxdo, Mala Mirad, Mala Ewê,Mala Elo, Mala Evlê Kezê, Mala Silêman, Mala Zenevdî, Mala Çolo Dimilî bûne. Mala Îso Xanavdelî bûne, Mala Nado Şadî bûne, herdu eşîr Serhedî ne. Çîroka Ristemê Zal, destana Dewrêşê Evdî û destana Siyaben û Xecê, Destana Memê Alan... li gund, ji alî çîrokbêjan ve her hatine vegotin. Wekî hunerên destî, li gund doşirme, cacim, xalî, cil hatine çêkirin. Cilên gelêrî rengîn bûn. Cureyên cilan yên weke nîkî, zîlo, xaçkî li gund meşhûr bûn.

Vebêjer: M.Salih şahin Sibat 2015

Nîşe-1: Bi tenê beşa"dîrok"ê ji alî min ve hate sazkirin. Agahiyên li jor ji alî Înaqiyan ve nayên piştrast kirin. Her ku weke mam M.Salih Şahin derbir, gund ji alî Înaqiyan ve di salên 1795-1796 de hatibe avakirin jî gund cihekî kevnar e; ji şikeft û mayîndeyên dîrokî em dikarin vê bêjin.

Fotografê hatiye barkirin fotografê gundê jêr e, yanî, fotografê, "Taxa Nû" ye, ne fotografê Înaqa ye.Kî barkiribe bi xelet e. Nişe-2:Ebdurreqîb Yusif di "Hunerê Tabloyê Şerefnameyê" de destnîşan dike ku Şerefxan di rûpela 107-109 an de behsa Mîrektiya Dumbilî dike û wiha dibêje: "Ya rast her ew e, ku ev eşîreta han di eslê xwe de Êzidî bûne ji Azerbeycana Rojava hatine Botan, navçeya Hekariyê û Xoyê...

Erdnîgarî

biguhêre

Klîmaya gund Serhedî ye. Bi havînan ziwa û tavî, bi zivistanan ziwa û berfî ye. Zivistan sar û dirêj in.

Şer û qedexeya zozanan, aboriya gund xirab kiriye.

Wargehên balkêş

biguhêre
biguhêre

Girêdanên derve

biguhêre