Cibran Xelîl Cibran
Cibran Xelîl Cibran an Khalil Gibran an jî Kahlil Gibran (jdb. 6ê kanûna paşîn a 1883an - m. 10ê nîsana 1931ê) nivîskarekî libnanî-amerîkî yê bi nav û deng e.
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Cihê goristanê |
Bsharri (en) |
Navê rastî |
جُبْران خَليل جُبْران |
Navê jidayikbûnê |
جُبْران خَليل ميخائيل سَعْد جُبْران, Gibran Khalil Gibran |
Hevwelatî |
Împeratoriya Osmanî, State of Greater Lebanon (d), Lebanese Republic under French mandate (d) |
Cîwar |
Tenth Street Studio Building (en) (- |
Perwerde |
Académie Julian (en) |
Pîşe |
Nivîskar, helbestvan, wênesaz, fîlozof, nivîskara kurteçîrokan |
Salên çalak |
- |
Tevger | |
Xwendekarê |
Pierre Amédée Marcel-Béronneau (en) |
Şêweyên hunerê |
Helbest, parable (en), Kurteçîrok, fable (en), şanoname |
Malper |
Jiyan
biguhêreCibran li nav darên selwiyê li Bişarêya Libnanê hat cîhanê. Wî li wir dest bi xwendekariya xwe kir lê di 12-saliya xwe de - sala 1895an - koçî Bostona Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kir.
Di 14 saliya xwe de ew bi tenê vegerî Libnanê daku xwendekariya xwe li Medreset el-Hikmetê kuta bike. Li wir zimanê spehî yê helbestên wî, ku tê de çanda erebî û bandora rojavayî digihin hev, teşe da. Wî du caran li Parîsê nîgarkêşî xwend, dû re vegerî Bostonê û paşî çû New Yorkê û ta mirina xwe li wir ma.
20 salê jiyana xwe ya dawî li Amerîkayê derbas kir û li wir dest bi nivîsîna îngîlîzî kir. Fîlozofê amerîkî yê eslê xwe ji Libnanê nivîskarê ceribandin û romanê, helbestvan û wênasaz Xelîl Cibran 10ê nîsana 1931ê de mir.
Berhem
biguhêreCibran ji aliyê bi mîlyonan kesên bi erebî diaxivin, tê naskirin û navûdengê wî ji Rojhilatê Nêz heta deverên dûr belavbûye. Helbestên wî zêdetirî 20 zimanan hatiye wergerandin û tabloyên wî li bajarên herî mezin yê cîhanê hatine nîşandan.
Li dema jîna xwe ew herî zêde wek nîgarkêşek portreyan dihat nasîn û ecibandin û gelek pêşangeh ji bo nîgarên wî li çar hêlên cîhanê hatine lidarxistin. Cibran herwiha gelek ji pirtûkên xwe yên helbestane bi nîgarên xwe neqişandine.
Berhemên wî yên wergerandî bi zimanê kurdî
biguhêre- Peyamber (wergêr: Husein Muhammed)
- Bexçeyê Peyamber (wergêr: Husein Muhammed)
- Baskên Şikestî (wergêr: Husein Muhammed)
Girêdanên derve
biguhêre- Çend çîrokên Xelîl Cibran[girêdan daimî miriye]
- Goran bikole! Girêdana arşîvê 2004-07-17 li ser Wayback Machine Çîrokeke Xelîl Cibran