Cemil Oğuz

nivîskarê kurd

Cemil Oğuz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oğuz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameyê Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Cemil Oğuz
biguhêreBelge

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oğuz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oğuz demek di ANFê de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîrojê û kovara Dîwar kir.

Cemil Oğuz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma" dinivîse.

Berhem biguhêre

Pirtûkên wî biguhêre

  • Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, kanûna pêşîn 2002, Weşanên Pêrî)
  • Qurtek Evîn (Çîrok, sibat 2005, Weşanên Pêrî)
  • Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, sibat 2008)
  • Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, sibat 2008)
  • Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, îlon 2011)

Fîlmên wî biguhêre

  • Rewşen (2011)
  • Mazgal (2013)

Ji bo agahiyên berfireh: www.aftfilm.com