Cem Boyner (jdb. 23ê îlonê, 1955)[1] karsazekî tirk ê di endustriya tekstîlê de, xwediyê mexezeyên mezin e û siyasetmedarekî dem-kurt bû.

Cem Boyner
Jidayikbûn23ê îlona 1955an(1955-09-23) (68 salî)
Stembol, Tirkiye
EsilTirk
PîşeKarsaz
HevjînBilgün Sazak
Ümit Boyner
Zarok4
biguhêreBelge

Heyat û perwerdehî biguhêre

Cem Boyner di 3ê îlona 1955an de li Stenbolê wek kurê Osman Boyner tê dinyayê ku malbatek pîşesazê tekstîlê yê Tosyayî ye. Piştî xilaskirina Koleja Robertê, li Zanîngeha Bosforê xwend û di beşa Rêveberiya Karsaziyê de lîsansa xwe temam kir.

Kariyer biguhêre

Di sala 1978an de bû serokê lijneya şirketa tekstîlê ya malbatî ya Altinyıldız û dikanên Boynerê. Ew vê gavê CEOya Boyner Holding e.

Di navbera salên 1989-1990î de serokatiya Komeleya Pîşesaz û Karsazên Tirkiyeyê (TUSİAD) kiriye, ku yek ji yekîtiya karsazên mezin e. Di hevpeyvîneke dawî de ji bo projeya Creating Emerging Markets li Dibistana Karsaziyê ya Harvardê, ew diyar dike ku wî çawa Karta Avantajan da nasîn ku di awayê firotanên perakende ya li Tirkiyeyê de şoreşek çêkir.[2]

Cem Boyner di salên 1990î de bi siyasetê re eleqedar dibe. Partiyeke siyasî ya bi meyla lîberal, Hereketa Demokrasiya Nû (bi tirkî: Yeni Demokrasi Hareketi, YDH) damezrand, û wekî serokê wê hat hilbijartin. Partiya wî beşdarî hilbijartinên giştî yên sala 1995an bû. YDHê bi tenê %0,48ê dengan bi dest xist, nekarî bikeve meclîsê. Ew di sala 1996an de ji ber encamên nebaş ên hilbijartinan dev ji siyasetê berda.

Ji xeynî van ew xwediyê markayê T Boxê ye ku bi stratejiyên xwe yên bazarkirinê ên cihêreng derketiye pêş. Ew zimanên almanî û îngilîzî jî dizane. 

Heyata malbatê biguhêre

Cem Boyner berê bi Bilgün Sazak, keça siyasetmedarê hatî kuştin Gun Sazak re zewicîbû. Ji vê zewacê sê keçên wî bûbûn, Emîne (jdb. 16ê adarê, 1989), û cêwî Elîf û Ayşe (jdb. 6ê adarê, 1985). Cem Boyner zewaca xwe ya duyem bi Ümit Boyner re kir, ku jê re kurê wî Murat (jdb. 14ê sibatê, 1996) çêbû.

Hobî biguhêre

Piştî ku Cem Boynerî dev ji siyasetê berda, eleqeya wî bi wênekêşiya binê avê re çêbûye. Fotografên xwe yên ku di binê avê de kişandine, dema ku li çaraliyê cîhanê geriyaye pêşan daye. Fotografên xwe yên safarî yên ku li Afrîkayê kişandiye û di 2005an de di kitêbeke bi navê Yakındaki Uzak Uzaktaki Yakın (Dûrê li Nêzîk / Nêzîkê li Dûr) de berhev kirine.

Ew di eynî wextê de pratîkkerê kîkboksê yê amator e.

Kitêbên wî biguhêre

  • Demokrasinin İçyüzü (1975, Stenbol)
  • Yakındaki Uzak Uzaktaki Yakın

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Cem Boyner kimdir?". www.radikal.com.tr (bi tirkî). Radikal.
  2. ^ "Interview with Cem Boyner". Creating Emerging Markets. Harvard Business School.