Cemîl Qoçgirî

hunermendekî kurd e ku li Almanyayê ji dayik bûye û li wir mezin bûye

Cemîl Qoçgirî yan jî Cemîl Koçgirî (jdb. 1980 li Duisburg, Almanya) hunermendekî kurd e ku li Almanyayê ji dayik bûye û mezin bûye.

Cemîl Qoçgirî
Cemîl Koçgün
Jidayikbûn1980
Duisburg, Almanya
NeteweKurd
PîşeHunermend
AmûrTembûr
Salên çalak2007-niha
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Cemîl Qoçgîrî di sala 1980î de li bajarê Duisburg, Almanyayê ji dayik bûye. Qocgîrî di 12 saliya temenê xwe de bi tembûrê (amûreke bi sê têl) eleqedar dibe û ji 16 saliya xwe ve dest bi jenbûna tembûrê dike.[1] Qocgîrî ku zêdetir li ser aliyê mîstîk yê tembûrê rawestiya, xebata li ser teşekirina şêwazên muzîkê yên bi çand û baweriyên Mezopotamyayê ve girêdayî ne dest pê kir. Yekem albûma wî ya solo Aşk-î Pervaz di sala 2004an de derketiye.[1] Di sala 2005an de bi navê “Sarraf/Stranên Gelêrî yên Dêrsimê” klîbeke bi awaya belgefîlmê çêkiriye. Di sala 2007an bi albûma Heya, 2013an de Hîva Zerî, 2015an de Tembur & Harp 2017an de Zâlâl, 2018an de Bedâwîtî û di sala 2019an de albûma xwe ya bi navê Cemîl Qoçgîrî & Avîan Quartet çêkiriye.[1]

Dîskografî biguhêre

Albûm biguhêre

  • Heya (2007)
  • Hîva Zerî (2013)
  • Tembur & Harp (2015)
  • Zâlâl (2017)
  • Bêdâwîtî (2018)
  • Cemîl Qoçgîrî & Avîan Quartet (2019)

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b c Gazetesi, Evrensel. "Cemîl Qoçgîrî'nin tenbûrla başlayan ve devam eden müzik yolculuğu". Evrensel.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 9 çiriya paşîn 2021.