Canan Kaftancıoğlu, (jdb. 3ê sibata 1972an li Mesudiye, Ordu, Tirkiye) nojdar û siyasetmedareke tirk e ku ji sala 2018an ve seroka parêzgeha Stembolê ya Partiya Gel a Komarî ye.

Canan Kaftancıoğlu
Serokê Partiya Gel a Komarî ya Stembolê
BerêCemal Canpolat
Alîkarê serokê Partiya Gel a Komarî ya Stembolê
Jiyan
HevjînAli Naki Kaftancıoğlu
ZarokÇağım Işık
PîşeBijîşk (nojdar)
biguhêreBelge

Di 12ê gulana 2022an de ji aliyê Dadgeha Bilind ve 4 sal û 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li Canan Kaftancıoğlu hat birîn û qedexeya siyasetê lê hatiye birîn.[1]

Jînenîgarî biguhêre

Canan Kaftancıoğlu, li navçeya Mesudiye ya bi ser parêzgeha Orduyê wekê zaroka duyem a malbatê ji dayik bûye.[2] Perwerdeya xwe ya dibistana seretayî û navîn di sala 1995an de qedandiye. Li Zanîngeha Stembolê beşa tibbê xwendiye.[2] Di sala 1997an de, dest bi pisporiyê masterê li tibbî dadê ya beşek ji zanîngehê ye kir û di sala 2000an de li Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê vekolîna bûyeran kir û teza bi navê Nirxandinên Îşkenceyê Tibbî ya Dadê nivîsî û bû bijîşka tibbî ya dadê.[2]

Rejîma Erdogan, wê ji ber twîtên wê yên li ser komkujiya ermeniyan û kuştina sê siyasetmedarên kurd Sakine Cansız, Fidan Doğan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê ji aliyê sixurên tirk ve hatine kuştin dadgeh kiriye.[3]

Polîtîka biguhêre

Di navbera salên 2011-2012an de berpirsiyariya çapamenî, çand û pêwendiya Partiya Gel a Komarî ya Stembolê dike. Di navbera salên 2012-2014an de dibe cîgira serokê parêzgeha Stembolê ya Partiya Gel a Komarî û ji bo heman partiyê di sala 2014an dibe namzedê serokatiya şaredariya navçeya Maltepeyê.[4] Di 13ê çileya 2018an de li Stembolê di kongreya 36em de bûye serokê parêzgeha Stembolê ya Partiya Gel a Komarî (CHP) û heta niha erka xwe yê serokatiya CHPê ya Parêzgeha Stembolê didomîne.[5]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Yargıtay, 3 cezayı onadı: Canan Kaftancıoğlu'na siyasi yasak getirildi!". birgun.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 12 gulan 2022.
  2. ^ a b c "Canan Kaftancıoğlu kimdir?". www.biyografi.info (bi tirkî). Roja gihiştinê 12 gulan 2022.
  3. ^ "Canan Kaftancıoğlu Will Not Walk Alone". Impakter (bi îngilîziya amerîkî). 10 îlon 2019. Roja gihiştinê 14 gulan 2022.
  4. ^ "CHP Maltepe Belediye Başkan Adayı Canan Kaftancıoğlu oldu". web.archive.org. 17 kanûna paşîn 2018. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 17 kanûna paşîn 2018. Roja gihiştinê 12 gulan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ "CHP'nin İstanbul İl Başkanı Canan Kaftancıoğlu Oldu - bianet". web.archive.org. 16 kanûna paşîn 2018. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 16 kanûna paşîn 2018. Roja gihiştinê 12 gulan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)