By-pass wekî peyv tê wateya piredanîn ê û di dilnasiyê de navê cureyekî operasyona dil a vekirî ye.

Vekirî ango, laş tê jêkirin/vekirin. Di nexweşiya bixetere ya Mirina masûlkeyên dil ango înfarkta dil de piştî nirxandina rêbazên din, wekî çareya dawî tê kirin. Pirranî bijîşk berê rêbazên din diceribînin.

By-Pass operasyonek, ameliyatek e. Anesteziya giştî tê kirin. Pirranî dil di operasyonê de didin sekinandin. Dema ku dil sekiniye, makîneyek peywirdariya dil-pişik-gurçikê (DPG) dike. Hin cureyên bypassê bêî sekinandinê jî tên kirin.

Ji demarên ven yên di hêt an milê de ne tên jêkirin û bi demarên koronar ên ku êdî bikêrnayên ve tên dirûtin. Paşê dil dîsa tê xebitandin û cihê operasyonê tê vegirtin.

Bijîşk berê rêbazên wekî tenikkirina xwînê, împlantasyona Stentê hwd diceribîne heger riyeke din nebîne, baypassê dike.

Piştî baypassê nexweş dikare di nava 6 hefteyan de heger komplîkasyonên giran nebin, jiyana xwe bidomîne. Li vir rola mezinahiya ziyana înfarkda dil girîng e. Heger înfarktê cihekê mezin ji dil kuştibe, ritma dil xiravkiribe hwd saxbûn dereng û dijwar dibe.