Burhan Çaçan
Burhan Çaçan (1960, li Zêtka, Agirî-2023), stranbêjekî kurd bû. Di sala 1960î de li gundê Çaçana ya navçeya Zêtka, Agiriyê hatiye dinê.
Burhan Çaçan | |
---|---|
Jidayikbûn | 1ê kanûna paşîn a 1960an (64 salî) |
Mirin | 12 kanûna paşîn 2023 Stembol |
Cihê goristanê | Goristana Şehîdan ya Edirnekapıyê |
Esil | Kurd |
Hevwelatî | Tirkiye |
Pîşe | Stranbêj |
Salên çalak | 1978-2023 |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Di sala 1978an de di ezmûna stranbêjiyê ya Radyoya TRTê de biser ket. Piştre çû Enqereyê û piştre jî çû Stembolê. Di sala 1981ê de albûma xwe ya yekem bi navê “Sefa Geldin” derxist.
Di çar fîlmên bi navên “Ağlama”, “Her Yer Karanlık”, “Ayaz Geceler” û “Yağ Yağmur” de lîst.
Du albûmên lawij (îlahî) bi navên “İlahiler 99” û “Mevlüt Ve İlahiler” derxist.
Albûmeke bi kurdî bi navê “Burhan’o” derxist.
Kilama wî ya bi navê “Liseli” gelek bala temaşevanên MTVyê kişand û li gelek deran bi demeke dirêj hat guhdarkirin û weşandin.
Albûma xwe ya dawî bi navê “Burhan Çaçan'la Sabaha Kadar” di sala 2008an de derxist.
Ew zewicî bû û du kurên wî hene.
Di 12ê kanûna paşîn 2023an de li Stenbolê li mala xwe di 62 saliya xwe de bi encama krîza dil jiyana xwe ji dest da.[1]
Filmography
biguhêre- 1981: Makber
- 1986: Ağlama
- 1987: Her Yer Karanlık (1987)
- 1989: Ayaz Geceler
- 1990: Yağ Yağmur
Dîskografî
biguhêreLPs
biguhêre- Sefa Geldin(1981)
- Kızlar Çıktı Çayıra (1983)
- Deh Deyin Kızlar (1985)
- Ben Yarime Neler Alayım (1986)
- İpek Mendil (1986)
Albûmên din
biguhêre- Memik Oğlan (1987)
- Ayaz Geceler (1988)
- Yağ Yağmur (1989)
- Vurun Dalgalar (1990)
- Sen Nerdesin & Kış (1991)
- Damla Damla (1992)
- Senden Sonra (1993)
- Mevlüt Ve İlahiler (1994)
- Neden Geldim İstanbul'a (1994)
- Beni Anneme Götürün (1995)
- Unutulmayanlar 1 (1996)
- Namussuz Ayrılık (1998)
- İlahiler 99 (1999)
- Alınyazım (1999)
- Türküleri Özledim (2000)
- Gecenin Yarısı 2002
- Sus Dinle (2004)
- Yalan (2007)
- Sabaha Kadar (2008)
- Zor Akşamlar İstanbul'da (2011)
- Bu Gece (2015)
Çavkanî
biguhêre- ^ "Burhan Çaçan hayatını kaybetti (Burhan Çaçan kimdir?)". www.ntv.com.tr. Ji orîjînalê di 12 kanûna paşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 13 kanûna paşîn 2023.