Birayên Coen
Joel Coen (jdb. 29 çiriya paşîn 1954)[1] û Ethan Coen (jdb. 21 îlon 1957, Minnesota), senarîst û derhêner in ku wekî Birayên Coen têne zanîn. Herdu bira li taxa St. Louis Park a Minnesotayê mezin bûne. Bavê wan Edward Coen, profesorekî aboriyê ye li Zanîngeha Minnesotayê û diya wan Rena Coen, profesorê dîroka hunerê li Zanîngeha Dewletî ya St. Cloud bû.
Ethan û Joel Coen | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | (JC) 29 çiriya paşîn 1954, (EC) 21 îlon 1957 |
Esil | Amerîkî |
Navê din | Roderick Jaynes |
Salên çalak | 1980-niha |
Meqam | |
Hevjîn | (JC) Frances McDormand, (EC) Tricia Cooke |
Xelat | Nexilê Zêr, Barton Fink |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Zarokahî û perwerdehî
biguhêreDi zarokatiya xwe de, Joel bi birînâ çîmenê cîranên xwe da pere qezenc dikir. Bi pereyên ku bi dest xistiye wênekêşeke Vivitar Super-8 kirî û bi Ethan re, wan fîlimên ku li televîzyonê temaşe dikirin bi zarokên cîran re ji nû ve çêkirin. Her du bira beşdarî koleja Simons Rock li Great Barrington, Massachusettsê bûn, ku ji bo xwendekarên ronak perwerdehiya destpêkê ya lîsansê da. Joel, piştî ku ji Simons Rock mezûn bû, çar salan li Zanîngeha New Yorkê bernameya xwe ya fîlman dewam kir û bi navê Soundings fîlmekî kurt ê 30 deqeyan, weke têza xwe hilberand. Ethan, beşdarî Zanîngeha Princetown bû û di sala 1979an de bi têza "Du Perspektîvên li ser Felsefeya Dereng a Wittgenstein" di lîsansê felsefeyê de wergirt.
Joel piştî ku ji Zanîngeha New Yorkê mezûn bû, di vîdeo û fîlmên muzîkê de weke "alîkarê çêker" xebitî. Dema ku di mijara derhêneriya fîlm de pispor bû, bi Sam Raimi re hevdîtin kir û di fîlma The Evil Dead a sala 1981ê de bû alîkarê edîtor.
Serkeftina fîlmên Birayên Coen
biguhêreBirayên Coen heta roja îro gelek fîlmên komedî yên serkeftî yên wekî O Brother, Where Art Thou?, Raising Arizona û ji bilî The Big Lebowski filmê "kenawerî ye reş" ji ên wekî Miller's Crossing, Blood Simple û fîlmên ku drama û komediya wek Fargo, The Man Who Wasn't There ("Zilamê Ku Tunebû"[çavkanî hewce ye]), Barton Fink pêk anîn.
Di piraniya fîlmên xwe de, Joel wekî derhêner û Ethan jî wekî senarîst xuya dike. Motaj û sînematografiya filmê wan ji aîdî Roderick Jaynes e. Ev nav paşnavek e ku ji aliyê Birayên Coen ve tê bikaranîn. Her wiha fîlmên ku wan bi hev re nivîsandine û derhêneriya wan kiriye an jî berhemên ku wan ji hev cuda nivîsandine û derhêneriya wan ji cuda kirine hene. Lîstikvanên ku bi wan re xebitîn, gotin ku her du jî xwediyê heman perspektîv û têgihiştinê ne û dema ku bi pirsekê çûn cem yekî ji wan jî heman bersiv distînin. Ji ber vê hevgirtinê, di warê sînemayê de ji wan re "Derhênerê Du Serî" jî tê gotin.
Ew bi tîcaretên xwe yên stîlîstîkî yên cihêreng û tevî hevrêziya celebê têne zanîn. No Country for Old Men, A Serious Man and Inside Llewyn Davis di anketa BBC ya sala 2016an de ji sala 2000an vir ve di rêza fîlmên herî mezin de cih girtiye. Di sala 1998an de, Enstîtuya Amerîkî ya Fîlman (AFI), Fargo, di nav 100 fîlmên herî mezin ên amerîkî de cîh girt.[2]
Fîlmografî
biguhêreNav | Sal | Senaryonivîs | Derhêner | Zûlan |
---|---|---|---|---|
Zeimers in Zambezi | 1970 | Joel - Ethan Coen | Joel - Ethan Coen | Kurtefilm |
Lumberjack at Play | 1971 | Joel - Ethan Coen | Joel - Ethan Coen | Kurtefilm |
Blood Simple | 1984 | Joel - Ethan Coen | Joel - Ethan Coen | |
Crimewave | 1985 | Joel - Ethan Coen | (Sam Raimi) | |
Raising Arizona | 1987 | Joel - Ethan Coen | Joel - Ethan Coen | |
Miller's Crossing | 1990 | Joel - Ethan Coen | Joel - Ethan Coen | |
Barton Fink | 1991 | Joel - Ethan Coen | Joel - Ethan Coen | |
The Hudsucker Proxy | 1994 | Joel - Ethan Coen | Joel - Ethan Coen | |
Fargo | 1996 | Joel - Ethan Coen | Joel - Ethan Coen | |
The Big Lebowski | 1998 | Joel - Ethan Coen | Joel - Ethan Coen | |
The Naked Man | 1999 | Ethan Coen | ||
Gates of Eden | 1999 | Ethan Coen | Kurtefilm | |
O Brother, Where Art Thou? | 2000 | Joel - Ethan Coen | Joel - Ethan Coen | |
The Man Who Wasn't There | 2001 | Joel - Ethan Coen | Joel Coen | |
A Fever in the Blood | 2002 | Ethan Coen | Kurtefilm | |
Intolerable Cruelty | 2003 | Joel - Ethan Coen | ||
Bad Santa | 2003 | Çêker (JC-EC) | ||
The Ladykillers | 2004 | Joel - Ethan Coen | Joel - Ethan Coen | |
Romance & Cigarettes | 2005 | Çêker (JC-EC) | ||
Paris, je t'aime | 2006 | Joel - Ethan Coen | Joel - Ethan Coen | |
No Country for Old Men | 2007 | Joel - Ethan Coen | Joel - Ethan Coen | |
World Cinema | 2007 | Joel - Ethan Coen | Joel - Ethan Coen | Kurtefilm |
Burn After Reading | 2008 | Joel - Ethan Coen | Joel - Ethan Coen | |
A Serious Man | 2009 | Joel - Ethan Coen | Joel - Ethan Coen | |
Don't Mess with Texas | 2008 | Ethan Coen | ||
True Grit | 2010 | Joel - Ethan Coen | Joel - Ethan Coen | |
Gambit | 2012 | Joel - Ethan Coen | ||
Inside Llewyn Davis | 2013 | Joel - Ethan Coen | Joel - Ethan Coen | |
Unbroken | 2014 | Joel - Ethan Coen | ||
Bridge of Spies | 2015 | Joel - Ethan Coen | ||
Hail, Caesar! | 2016 | Joel - Ethan Coen | Joel - Ethan Coen | |
Suburbicon | 2017 | Joel - Ethan Coen | ||
The Ballad of Buster Scruggs | 2018 | Joel - Ethan Coen | Joel - Ethan Coen | |
The Tragedy of Macbeth | 2021 | Joel Coen | Joel Coen | |
Electric Ladyland | 2021 | Ethan Coen | Kurtefilm | |
Fargo | 2014-2023 | Çêker (JC-EC)[3][4] |
Çavkanî
biguhêre- ^ "UPI Almanac for Friday, Nov. 29, 2019". United Press International. Roja gihiştinê 11 rêbendan 2020.
{{cite web}}
: Nirxên tarîxê kontrol bike:|roja-gihiştinê=
(alîkarî)CS1 maint: url-status (lînk) - ^ "AFI's 100 Years...100 Movies" (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 11 çiriya pêşîn 2021 de hat arşîvkirin.
{{cite web}}
:|archive-date=
/|archive-url=
li hev nayê; 8 çiriya pêşîn 2019 tê pêşniyazkirin (alîkarî) - ^ "Joel Coen". IMDb (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 30 adar 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 24 nîsan 2023.
- ^ "Ethan Coen". IMDb (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 30 adar 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 24 nîsan 2023.