Ev rûpela te ye. Dikarî xwe bidî nasîn. Lê ne mecbûrî ye. --Erdal Ronahi 19:38, 4 rêbendan 2008 (UTC)


Zeynelabidîn ZINAR

Zeynelabidîn Zinar di 1953-an de li Hedhedkê hatiye dinyayê. Yazdeh sal Medreseya Kurdî, piştre mekteba "Imam-Hatip" û lise xwendiye. Piştî şeş mehên leşkeriyê, di 1975-an de dest bi karê memurtiyê kiriye û yazdeh sal li Belediya Batmanê şixuliye.

Dema Cunta Leşkerî ya 12ê Êlûna 1980, hetanî Sibata 1984an, Zeynelabidîn Zinar heşt caran hatiye girtin û îşkenceyên sosretwarî lê hatine kirin, vê yekê bi pirtûka xwe ya bi navê Işkencede 178 Gun eşkere kiriye. Zinar di 1983an de, ji karê memûrtiyê hatiye bidûrxistin. Yekê Adara 1984an jî, Dadgeha Leşkerî-1 (ya li Dîyarbekrê) pênc sal sezayê girtîgehê û 20 meh jî sirgûn lê birriye û di dawiya 84-an de jî çûye Swêdê. Piştî ku li Swêdê bi cih bûye, ji Sibata 1985an hetanî dawiya 1994an li Nexweşxana Xaça Sor Beşa Îşkencedîtan a Stockholmê tedawiyê bûye.

1985, Zeynelabidin Zinar li Swêdê weşanxaneyeke kurdî bi navê PENCÎNAR damezirandiye, lêkolîn li Folklora Kurdî û berhemên klasîk kirine, bi giranî li ser şaxên wek Stiran, Dîlok, Heyranok û Payîzok, Lawik, Lawij-lawje, Destan, Gotinên Pêşiyan, Biwêj (idyom), Meselok, Pêkenok, Şîret û Nesîhet, Serpêhatî, Çîrok û Çîrvanokan şixuliye. Di encama lêkolîna li berhemên Folklorî de, Zinar 1.710 perçeyên folklorî bi dest xistine. Bi kurtî wek sernav jimara hin ji wan weha ye: 340 stiranên têkel, 179 meselok, 33 pêkenok, 5 destan û 370 çîrok. Piraniya wan tiştên ku di lêkolînan de bi dest xistine, wek pirtûk, di deh cildan de bi navê XWENÇE dane çapkirin. Hetanî sala 2009an, 86 pirtûkên wî hatine weşandin.

Bêguman ev berhemên klasîk û yên Folklora Kurdî, ji bo Kurdan pir girîng in. Ji ber hindê bûye ku Zeynelabidin Zinar jî giraniya xebata xwe daye ser wan. Bi vê xebata wî, dê ev nivşên nû xasma jî yên Bakûr, bi taybetî jî evên ku tîna zimanê biyanî zêde li wan çêbûye bibînin ku çanda bav û kalên wan çiqas dewlemend e.

Ji 1998an hetanî 2008an, gelek babetên di vê pirtûkê de, ji aliyê Zinarî ve wek panel, semîner û di civînên li ser çanda kurdî de, li bajarên wek Stockholm, Biskops Arno, Gavle, Stenbol, Diyarbekir, Zaxo, Duhok, Amêdî, Akrê û Hewlêra paytext hatine dayîn. Herweha hinek ji van babetan, di radyoyên navnetewî û televizyonên kurdî û biyanî yên cuda de jî hatine weşandin.