Sait Torî ji herema Mêrdîn Midyadê gundê Taqa bixwe êzîdiya,ji bakurê Kurdistane.Temenê min; ne diyare, ji ber ku me ne welat hebû û nejî saziyên nîzamî, ji ber vê yekê jî mixabin em nizanin em kengî ji dayîk xwere bûne. Ji ber vê yekê jî bi heman dem û wextî em kurdên bakurê Kurdistan hema bêje bi giştî di Meha Çêle de hatina dinê.

Lê bi qasî ku Dayik û Bavê min ji minra gotin; ez di Meha Adarê 1973 ye hatima dinyayê, ew jî dibên di navbera Adar û Nîsanê.

Min Dibîstana Sereteyî li gundê taqa, ya navîn hetanî Polê 2 li Midyadê xwend û paşê derketim xerîbiyê bûme peneber li dewleta Almanya.

Daxwaze min Azadî û Serxwebûne Kurdistane, lê berîya wê raman û kesayetiya Azade.

Hêzên siyasî û sosyal yên Kurdistan divê vê pêvajoyê ji bona berjewendiyên kurd û Kurdistan bişopînin.

Ez ew peneberim ku bû serê 20 sale min Kurdistan carekdin nedîtiya. Daxwaze min a duyemîn jî ewe ku rojekê vegerim ser axa hevêrkiyê û azad karim bêjim; kurdistanek yek beş û azad e.