JavaScript (jê re JS jî tê gotin), zimanekî bernamesaziyê ye ku yek ji teknolojiyên WWW-ê ye, li gel hevalên xwe: HTML û CSS.[1] Zêdetir ji 97%-a malperan wî bikar tînin.[2]

JavaScript zimanekî astbilind e, kodên wî nikarin rasterast ji aliyê kombersan bê karpêkirin û kodên wî tên guhertin ji bo zimanekî astnizm û paşê tê karpêkirin. Herwiha, zimanekî dînamîk e û ne pêdivî ye cûreyên guherokên wî bên diyarkirin.

JavaScript di pêşiyê de tenê di nav gerokan de dihat bikaranîn, lê niha gelek rajekaran jî wî bi kar tînin. Binavûdengtirîn jîngeha karpêkirinê jî ji bo rajekaran Node.js e.

Herçend ku her du peyvên Java-yê û JavaScript-ê ji hev nêzî ne, û hin sîntaksên wan, lê bi piranî ji hev cûda ne.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Flanagan, David (18 nîsan 2011). JavaScript: the definitive guide (bi English). Beijing; Farnham: O'Reilly. r. 1. ISBN 978-1-4493-9385-4. OCLC 686709345. JavaScript is part of the triad of technologies that all Web developers must learn: HTML to specify the content of web pages, CSS to specify the presentation of web pages, and JavaScript to specify the behavior of web pages.{{cite book}}: CS1 maint: unrecognized language (lînk)
  2. ^ "Usage statistics of JavaScript as client-side programming language on websites". w3techs.com. Ji orîjînalê di 13 tebax 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 9 nîsan 2021.