Zimanê bernamesaziyê

zimanê bo ragihandina talîmatan ji makîneyekê re

Zimanê bernamesaziyê, zimanê programsaziyê, zimanê bernamekirinê, zimanekî ku bi destê mirovan hatiye çêkirin, daku fermanên bikaranînê yên sîstemên şuxulandinê pê werin amadekirin. Ev ziman hem ji bo meriv, ê ku bernamayê dinivîse û hem jî ji bo kompûter, a ku wê ev bername li ser bixebite, divê bikaribe were xwendin. Zimanên bernamekirinê pêwîst in, ji ber ku zimanên xwezayî ji bo şuxulandinên kompûter, ên ku ji wan re fermanên zelal divê, pirrmenayî ne.

Ji gotinên zimanê bernamekirinê re, yên ku meriv dikare bixwîne, nivîsa çavkanî tê gotin. Karê ji bo çêkirina van bernamekirin e. Ev kar ji aliyê bernamekarekî tê kirin. Nivîsa çavkanî ji bo ku ji kompûterê were têgihîştin, divê were wergerandin. Ev wek wergerandina gotinên zimanekî li zimanekî din e wek ji kurdî bo almanî. Lê ev bi bikaranîna bernameka wergerandinê dikare were xwemeşwariyê. Di dawiyê de bernama xwejimêrê di destê me de ye.

Di destpêka kompûteran de zimanên bernamesaziyê tune bûn. Bername bi zimanê makînê dihatin nivîsandin. Paşê assembler hat damezirandin. Mirov bi peyvên inglîzî wek MOVE, ADD wek cîgirên fermanên zimanê makînî bikaranî û bernameya assembler ev dizivirrand zimanê makînî (assembling). Ji bo tegihîştina mirovan û bernamekirina hêsanî ev gavek mezin bû, lê têr ne bû. Mirov zimanek baştir pê bigihîje divê. Lewma gava piştre damezrandina zimanên nizm wek C hatibû. Daxaz ew bû, ku nivîsên bernameyan hem baş werin têgihîştin û hem jî li zimanê makînî bi hêsanî werin wergerandin. [1]

Nimûne: C, Ada, Erlang, C++, Java,Golang

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "çavkanî hatiye wergirtin e ji wikipediya Engilîzî".