Aferîdeya Efsanewî: Grîfon


Bz. 8000î şûn de aferîdeyên tevlîhev(kompoze) di hunerên Mezopotamya, misir, sûrî derketine holê. Ev aferîde ji ber ku mirovên wê demê xwedayên xwe di sifetê mirovan de dîtine, derketine holê. Ji ajalên herî bihêz ên erd ezmanan pêk hatine. Bi armanca xwedayîbûna van aferideyan bên diyar kirin, bi awayeke serxwezayî(doğaüstü) hatine nîşan dan. Grîfon, di dîroka hunerê de, navê aferîdeyeke tevlîhev e. Di “Dîroka Heredot” û di “Prometheûs”a Aîskhylos de qala grîfonê tê kirin û yewnanî jê re dibên “gryps”. Di berhema Aîskhylos de tê gotin ku, li welatê Hyberboreyê de ev aferîde rastê êrîşa Arîmaspes hatiye. Aîskyhlos gotiye ku ev aferîde “kûçikên bi bask in, nikildirêj in lê naewtin. Şopdarê Apollon û xwedayên din e”. Li gorî Cteîas jî ev aferîde “Singsor û pûrtreş in. Li çiyayên hîndîstanê xezîneya veşartî diparêzin”. Her wiha li Yewnanîstanê “Tasika şeravê ya Dîonysos diparêze û bi Nemesîsê re hatiye yek kirin. Grîfon aferîdeyeke xeyalî û tevlîhev e. Carina bi bask e, carina jî bêbask e, lê gewdeya wê ya gewdeya wê ya şêr e. Bi piranî di şiklê qertelê de ye û guhên wê jî ya guhên hesp an jî yên keran e. Ev aferîde, her çiqas aferîdeyên biesl, bihêz, lezgîn û dilsoz bin jî taybetmendiyên wan ên xirab jî hene. Di heman demê de aferîdeyên gunehkar, dirinde, wehşî û xedar in. Ev aferîde wekî aferîdeyên tevlîhev ên din jiyana xwe berdewam dikirin, xwedîzarok bûn û her wiha mîna zindîyên din dimirin. Bi baskên xwe dikaribûn bifirin û bi lingan jî bimeşin. Cureyeke din ya grîfonan jî heye. Ji vê cureyê grîfon-demon dihate gotin. Serê van aferîdeyên bibask serê çûkan bû, lê laşê wan yên mirovan bû.


Grîfon cara yekem li ser axa Mezopotamya derketiye holê. Lê ne tenê li Mezopotamya, di hunera misir, mîken, gîrît, yewnan, îran, anatoliya û sûriyê de jî hatiye bi kar anîn. Di encamên lêkolînan de tê zanîn ku motîfên çûkan bz. di salên 4000î de hatiye bi kar anîn. Di serdemên Ûrûk û Cemdet Nasrê de, li ser mohrekî gilover ya ku li bajarê Sûsayê hatiye dîtin motîfa grîfonê heye. Di vê motîfê de serê grîfonê serê çûkê ye lê pirça stiyê wê pirça şêr e. Ev cure grîfon paşê wenda biye. Li dereke din nehatiye dîtin. Di serdema Ûran de mohreke din ya ku aferîdeyekî hatiye teswîr kirin. Ev aferîdeya bibask û bidûv ya ku ji devê wê agir derdikeve, heta dawiya serdema Akadan her tim bi xwedayê hewayê re hatiye teswîr kirin. Di vê derê tê xuyan ku grîfon erebeya şer dikişîne lê wekî aferîdeyeke şerûd nehatiye teswîr kirin. Di hunera navîn ya asûrê de grîfon-demon gelek hatiye bi kar anîn. Beriya zayînê di navbera salên 883 û 859an de li beşên taybet yên seraya Asûrnasîrpalê de rolyefên grîfon- demonê hene. Li bajarê nîmrûdê jî rolyefeke kevirîn heye. Di vê rolyefê de di destê grîfon-demonê de ji bo paqijiyê satil û gûzik heye. Di nivîsekê qala şerên qral tê kirin. Di serdema Asûriyan de grîfon-demon bi parastina hêza jiyanê ya ku li dara pîroz e peywirdar e. Carina ev peywira xwe dewrê qral dike li pişt qral disekine(mohra qral Tûkîltî-nînûrta). Piştî ku Tîglatpleserê 3. Li sûriyê Seray dide çêkirin di bandora hunera sûrî li ser hunera asûran çê dibe. Di wêneyên wê demê aferîdeyên parastvan dihate teswîr kirin. Her çiqas grîfon hatine bi kar anîn jî wekî hêmanên xemlê bûne û zêde grîngî nehatiye dayîn. Li ser mohra ku di serdema asûriyan de hatiye çêkirin pênc motîfên grîfonê hene. Yek ji van grîfonan qertelê duserî ye û yek jî grîfon-demon e.


Grîfon piştî wêneyên dîwarê, yên dema qral Tûkîltî-nînûrta di hunera asûriyan de hatiye pejirandin û bz. di sedsala 8an de bi berhemên nîmrûdê ên ku ji diranê fîl hatine çêkirin berdewam kiriye. Li ser mobîlyaya ku di serdema Asûra Nû de hatiye çêkirin grîfoneke ku serê wê ber bi jor ve ye hatiye çêkirin. Devê wê grîfonê vekiriye û lingekî wê bilindkirî ye. Li dora grîfonê jî xemlên riwekî(nebatî) hene. Hunera Mîtaniyan bandora xwe li ser Hunera Asûriyan kiriye. Hunera Mîtaniyan li gelek erdnîgariyeke fireh de, xwedîbandor biye. Ev huner ji bakûrê mezopotamyayê bigre heta rêzeçiyayên Torosan, ji Amedê bigre ta bajarê Humsê fireh e.


Di hunera Mîtanî û Sûriyan de, grîfon an jî grîfonên-demonên ku li ser mohran hatine neqişandin bi gelenperî serqertel û ser bi kumik in. Nikilên wan vekirî û tûj in. Rûniştî hatine teswîr kirin û baskên wan hene. Berhemên ku ji diranên fîlan li Megîddoyê hatine çêkirin grîfon vezelandî hatine teswîr kirin. Serê wan ber bi jor ve ye û baskên dirêjtir hatine neqişandin. Li Sûriyê grîfon weke hêmaneke xemlê hatine bi kar anîn û tenê li Sûriyê li serê wan kumik heye.


Li Misirê grîfon cara yekem di serdema Xanedaniyên pêşîn de li ser kevirekî hatiye neqişandin û di dema Xanedaniya 5an de jî peywireke pîroz bi cîh tîne. Di îkonografiya misirê de wekî parastvanê qral tê nasîn û li hemberî dijminê qral şer dike. Di şerê ku li Benî Hassanê qewimiye alikariya qralê misirê kiriye. Ji ber vê yekê ye, ji bo grîfonê, di wateya şkestok de navê “tsts” hatiye bi kar anîn. Li ser stelekî bi sêr de, grîfonê bi navê “hh” êrîşê erabeya Xwedayê Şad kiriye. Di berhemekî ku di serdema qraliyeta kevn hatiye çêkirin de grîfon laş-şêr, bidûv û bibask hatiye teswîr kirin. Dîsa li Benî Hassanê di wêneyekî gorî de dûvê grîfonê bi lotûsê ve zeliqî hatiye nîşan dan. Her çiqas li misirê di cihana baweriyên misiriyan de grîfon tune be jî, bi peywir û taybetmendiyên xwe, weke semboleke fermî dihate pejirandin. Ji ber ku xwedayê şer ê bajarê Tebê re biye yek, di hunera misiriyan de serê wê serê baz e hatiye nîşan dan. Li ser gerdeniya zêr ya Sesostrîsê 3. de grîfon hatiye teswîr kirin. Di ve teswîrê de grîfon du mirovên çokdayî dipelixîne. Her wiha li Tel Beît Mîrsîmê, di dema Hîksosê de li ser niviştekî de bi awayeke dekoratîf hatiye neqişandin. Li ser vê niviştê navê grîfonê bi nivîsa hiyeroglîfê hatiye nivîsandin.


Beriya zayînê di salên 1600î de peywira grîfonê parastvaniya goran e. Şampiyonê Fîrawûn û parastvanê qral e. Li ser bivirekî şer ya ku Bz. di sala 1550 de hatiye çêkirin grîfon bikumik hatiye nîşan dan. Grîfona ku bi vê taybetmendiya xwe dişibe grîfonên sûriyê. Di vê berhemê de baskên grîfonê ber bi paş ve bi awayeke dekoratîf vekiriye.


Grîfon li Anatoliyayê cara yekem di serdema koloniyên Asûriyan de derketiye holê (Bz. 1900-1800). Ev aferîde ji Mezopotamyayê derbasê Anatoliyayê biye. Li ser mohrên ku di vê serdemê hatine çêkirin, motîfên grîfonê hene. Di van mohrên ku di stîla Sûriyê de hatine teswîr kirin de grîfon ji çûk û şêr pêk tê. Porê grîfonê wekî grîfonên dema mîkenê ber bi paş ve şehkirî ye. Di hin motîfên grîfonê de li serê grîfonê kumika sêtîş heye. Di mohrên Hîtîtiyan de carina du grîfon li hemberê hev sekinandî ne û bi gelenperî jî heraldîk* in. Li Kargamişa ku yek ji bajarên girîng ê bajarê serdema Qraliyetên Hîtîtiyan e (Bz. 1180-700), grîngiya grîfon an jî grîfon-demonên ku Bz. di sedsala 8an de hatine çêkirin, di asta duwemînde ne. Li ser orthostata** ku di vê serdemê de hatiye çêkirin du grîfon-demonên hevbîn(sîmetrîk) hene. Di vê berhemê de grîfon-demon baskên xwe vekirine, lê serê baskên wan ber bi jêr de ne.


Her wiha li ser orthostateke din ya li bajarê Zîncîrliyê teswîreke din Grîfon-demonê heye. Di vê teswîra Grîfon-demonê gewde û stû ji yên cihên din dirêjtir e. Ev yek taybetiya bajarê Zîncîrliyê ye. Baskên wê yên yekpare ber bi jor ve vekirî ne û ji hev re paralel in. Li ser orthostata ku Bz. di sedsala 8an de, li seraya bajarê Sakçagozu grîfon-demon hatiye neqişandin. Di vê berhemê de, çeneya grîfonê ne wekî nikilê ye. Ev grîfon dişibe çûkmirovên Hîtîtî û Asûriyan. Di vê berhemê de, di destekî grîfon-demonê satil di destê din de jî gûzik heye. Devê wê vekirî ye û diranê wê ya tûj û zimanê wê ya ku dişibe zimanê mar derketiye der ve. Guh û porên wê dişibin ên hespan. Serê vê grîfon-demonê yê qertel e. Lê gewdeya wê him dişibe ya şêr him jî dişibe ya hespê. Mirov tê der naxe. Li bajarê Zîncîrliyê berhemeke din heye. Di vê orthostatê de grîfon û sfenks bi hev re hatine neqişandin. Her dû jî bi baskên û her wekî bimeşin hatine teswîr kirin. Serê dûvê her duya jî dişibê serê werdekê. Ji ber van taybetmendiyên xwe berhemeke cuda ye.


Li Keleha Axînê(Toprak Kale) li ser orthostateke ku di sedsala 8. ya serdema Hîtîtan ya Dereng de hatiye çêkirin de motîfa grîfon-demonê heye. Di vê berhemê de grîfon bicilûberg, bibask û devvekirî hatiye teswîr kirin. Desteke wê ber bi jor ve bilindkirî ye. Di desteke wê de bloka kevir, di destê din de jî satilekî heye. Dîsa li bajarê Zîncîrliyê grîfoneke cuda heye. Li ser deriyê derve ya bajêr li ser rolyefekî grîfon hatiye neqişandin. Ji ber ku di vê rolyefê de erebeya şer dişibe erebeyên Kargamîşê bi îhtîmaleke mezin ev berhem ya serdema Hîtîtan ya paşîn e. Di hunera Asûriyan de her çiqas erebeyên şer ên bi zincîr hebin jî protomên*** grîfon tune ne. (3)


Teswîrên grîfonan di hunera Persiyan de cihekî grîng digirin. Li seraya Darîûs ya li bajarê Sûsayê, fîgurên mezin ên ku ji tuxleyê hatiye çêkirin hene. Ev berhem di bin bandora hunera Babîla Nû de ne. Ji bilî leşkeran figurên ajal û grîfonan hatine rêz kirin di van berheman de. Grîfona biqiloç, di van rolyefên rengîn de her wekî bimeşe hatiye teswîr kirin. Devvekirî ye û bi bask e. Dûvê grîfonê ber bi hundir ve badayî ye. Di mînakekî din de du grîfonên ku li hemberî hev in tê dîtin. Di navbera wan de kulîlk heye û lingekî her dû grîfonan li ser vê kulîlkê ye. Grîfon di hunera Persan de bi gelek awayan hatiye bi kar anîn. Rîtona ku di xezîneya Oxûsê hatiye dîtin dişibe rolyefa ku li seraya Darîûs bi tuxleyan hatiye çêkirin. Her wiha li ser tasa araqê de motîfa grîfonê heye. Tenê pêşiya laşê grîfonê xwiya dike di vê berhemê de. Lingên pêşîn ên grîfonê ber bi pêşiyê ve razandî ye. Di vê berhemê de jî wekî berhemên din ên persan grîfon biqiloç hatiye teswîr kirin. Devê grîfonê dîsa vekirî ye û ev yek grîfonê bêtir tirsnak dike.


Di karên zêrîngeriya persan de gelek mînakên grîfonê hene. Berhemeke din ya xezîneya Oxûsê jî bazinekî ye. Her dû seriyên bazinê de du teswîrên grîfonê hene. Lingên pêşîn ên van grîfonan ber bi pêş ve dirêjkirî ne lê nagihîjin hev. Di nav van her dû grîfonan sîmetrî heye û mîna rîtonê dişibin grîfonên seraya Sûsayê. Baskên wan ber bi stuyên wan de badayî ne. Ev grîfon bi awayeke stîlîze bi bazinê ve zeliqandî ye. Di van mucevheran de grîfon bi awayeke dekoratîf hatiye bi kar anîn. Li ser mohra persiyan de jî teswîrên bazê û Grîfona biqiloç hene. Lingên pêşîn li hewayê ne û ber bi pêş ve ne. Lê lingên paşîn li erdê ne. Berê baskên wan ber bi hundir ve ne. Li ser mohra ku li Sardesê hatiyê dîtin de jî grîfon biqiloç, stûbipirç, nikila wê vekirî û tirsnak hatiye teswîr kirin.

Grîfon di hunera Gîrîtiyan de cara yekem beriya mîladê di salên 1700î de hatiye dîtin. Li ser mohr û freskên mînyatur de hatiye neqişandin di wê serdemê de. Di van mohran de ajal û nebat bi awayeke tevlîhev hatine teswîr kirin. Li Gîrîtê bandora hunera sûrî li ser grîfonê heye. Lê bi misir û mezopotamyayê di heman demê de derketiye holê. Li ser mohrên Zakroyê grîfon, sfenksa mê û grîfon-demon bi hev re hatine neqişandin. Li Knossosê, grîfon li ser mohrên sûrî bi gelek aferîdeyên din re hatiye teswîr kirin. Di van berheman de grîfon devvekirî û bi bask e. Her wekî xwe ber bi jêr ve dirêj kiribe, hatiye neqişandin. Grîfonên ku li salona text ya seraya Knossosê li ser dîwar hatiye neqişandin wekî parastvan dihate dîtin. Bandora hunera misirê tê dîtin. Li hemberî hev in û runiştî ne. Baskên wan tune ne lê stuyên wan bipirç hatiye teswîr kirin.


Her wiha li Knossosê li ser gustîlka Nestor de teswîra grîfonê heye. Li gor Arthur Evans wekî fîgureke cîhana binerdan dihate pejirandin di wê serdemê de. Ev gustîlk, qala jiyana piştî mirinê dike. Grîfon li ser textekî rûniştî ye û wekî ruhstîn(ezraîl) hatiye teswîr kirin. Li pêşiya wê du heb grîfon-demon heye. Grîfon jî wekî sfenks, şêr û parastvanê xwedayan, cih, xezîne an jî tiştan di parastin. Grîfona Gîrîtê jî tevî van peywiran di heman demê de mirî û xwezayan diparêzin her wiha xizmetkarên xwedayan in. Li ser mohra ku li şkefta Dîktayê hatiye dîtin de, grîfon wekî parastvanê xwedawendê hatiye teswîr kirin. Li ser lahîdeke axîn ya ku li Palaîkastroyê hatiye dîtin miriyan diparêze. Li Gîrîtê grîfon ji profîlê dihate teswîr kirin. Serê grîfonê bi gelenperî serê qertelê ye, nikila wê girtî, bi bask û laşê wê jî laşê şêran e.


Grîfona Mîkenê wekî grîfona Girîtê ye. Di navbera wan de tu cudahî tune ye. Li mîkenê jî wekî mohrên Zakroyê grîfoneke êrîşkar hatiye teswîr kirin. Di beriya mîladê di sedsala 14an de li ser qutîya mucevheran ya ku ji diranê fîlê hatiye çêkirin de, êrîşkariya grîfonê ya bi ser xezalê de, hatiye teswîr kirin. Beriya mîladê di sedsala 15an de jî li pylosê li ser mohreke zêrîn de grîfon vezelandî hatiye neqişandin. Berê dûvê wê ber bi hundir ve ye û baskên wê ber bi jor ve berzkirî ye. Serê wê jî ber bi baksan ve zivirandî ye. Ev berhem dekoratîf û xwedî hostehiyek e mezin e. Li mîkenê mînakên grîfonê ya li ser wazoyan jî hene. Li ser wazoya ku li Euboeayê hatiye dîtin grîfon hatiye bi kar anîn. Li ser wazoya alabastron de li ser foneke reş bi xêzên spî du heb grîfon hatine neqişandin. Ev her dû grîfon têjika xwe têr dikin. Fîgurên wazoyê stîlîze**** ne û bi xêzên tîkane hatine teswîr kirin. Baskên wan tune ne lê li ser serê wan zêdehî xwiya dike.


Nîşe:

  • Wekî armayê
    • Blok-kevirên bixeml ên ku bi taybetî li mezopotamyayê hatine bi kar anîn
      • Beşa jor ya laşê mirov an jî ajalan
        • Xêzkirina şêweya xwezayî ya fîguran bi awayeke sade û şematîzekirî

Çavkanî:

1- Darga, Muhippe, Hunera Hîtîtan, Weşanên Anadolû Sanat, 1992, r209

2-Darga, Muhippe, r:303

3-Akurgal,E., The Art of Greece, its origins in the Mediterianean and Nera East, Crown Publishers,New York, r:101

4-Nisson,M.D., The Minoan and Mycenaen religion and its survival in Grek Religion, Lund,1950, r:369

5-Higgins,R.A., Grek and Roman Jewellery, Menthuen and Co.Ltd., London, 1961, r:122

6-Erhat,Azra, Ferhenga Mîtolojiyê, Weşanxaneya Remzî, 1984, r: 128

7-Grimal,P., The Concise Dictionary of Classional Mythology, Basil Blackwell,1990, r:166

8-Black,J., Gods,Demons and Symbols of Ancient Mesopotamia,British Museum Publications,London,1992,r:101

9-Frankfurt,H., The Art and Architecture of Ancient Orient, Penguen Books, 1958,

10-Jairazhby,R.A., Oriental Influences in Western Art, Publishing House,Bombay, 1965, r:254

11-Frankfurt,H., “Notes on the Createn Griffins” Annual of British School in Athens, 1936, r:297


Werger: Qedrî Nêçîrvan

Nivîskar: Nalan YILMAZ


Malper: http://www.lebriz.com/pages/lsd.aspx?articleID=361&sectionID=12&lang=TR


Parêzvanê Perestgeh û Goran: Sfenks


Sfenks, ji aferîdeyên mîtolojîk re, tê gotin. Carina serîberan û bêbask be jî, bi gelenperî serê wan serê jina ne, bedena wan jî bedena şêran e. Peykerên van aferîdeyan wekî parastvanê perestgeh û goran dihate pejirandin. Koka peyva sfenksê ji peyva “Sphingein”ê tê. Wateyên wê jî girêdan, jidandin û xeniqandin in. Di mîtolojiya yewnanan de wekî aferîdeyeke bengî lê kujer, xirabker tê pejirandin. Bawerî ew e ku ji mirovan re, siûda nebaş tîne. Cara yekem Hesîodos di pirtûka xwe ya binavê “Theogonîa” de behs kiriye, ji sfenksan. Di efsaneyeke din de tê gotin ku sfenks keça qralê Thebaî ye. Efsaneya sfenksê ya herî navdar a sfenksê ya ku bi Oedîpûs re ye. Li gorî vê efsaneyê ji aliyê Hera an jî Ares ve ji bo ji gelê Thebaiyê tolê hilîne hatiye şandin. Ev aferîde di keteya bajêr de bicih biye û ji kesên di wê re dibihurin re, pirsan kiriye. Oedîpûs jî dema di wê re derbas biye, rastî pirsên sfenksê hatiye. Lê ji ber ku Oedîpûs bersiva van pirsan daye sfenks xwe ji ser zinarê avêtiye xwarê. Li gorî hin çavkaniyan jî sfenks, piştî ku Oedîpûs pirsan bersivandiye, ji aliyê Oedîpûs ve hatiye kuştin. Lê Homeros qala vê mîtosê nake. Hesîodos jî pir hindik qala sfenksê kiriye. Ev aferîdeya bi navê sfenksê him bi awayeke dekoratîf him jî bi sembolîzekirina peywirên wî li misirê, sûriyê, anatoliyayê, meopotamyayê û di şaristaniyên wekî pers, mîken, gîrît û yewnanan de jî hatiye bikar anîn. Li bajarê misirê gîzeyê de, di dema Kefren de (Bm. 2258-2532) sfenksa herî kevn hatiye çê kirin. Li vê derê serî, seriyê mêra ye, bêbask û bedenşêr e. Dirêjahiya wê 74 mîtro û bilindahiya wê jî 20 mîtro ye. Serê sfenksê serê fîrawûn Kefrenî bedena şêr jî hêza Kefrenî sembolîze dike. Di binê lingê sfenksê de perestgeheke ji mermer heye. Peywira sfenksê li vê derê parastina gelî, perestgeh û goran e. Her wiha wekî hêmaneke xemlandinê hatiye bikar anîn. Di nav pencên wî de stelekî heye. Ev stel qala çîrokê dike. Li gorî vê çîroka ku li stelê nivîsandî ye, Thûtmosîsê 4. li ser peykera ku heta serî di binê qûmê de ye radizê. Thûtmosîs di xewa xwe de dibîne ku sfenks pê re diaxife. Sfenks jê re dibêje ku tu min ji binê vê qûmê derênî ez ê te bikim qralê misirê. Di dema sulaleya 18. de ji hêla Thûtmosîs ji qûmê hatiye paqij kirin. Cara dawiyê di sala 1998an de restorasyon dîtiye. Li misirê çêkirina portreyên fîrawûnan yên ku mîna sfenksan weki kevneşopiyeke her dem hebiye. Ji ber ku mirovên wê demê xwestine ku fîrawûn, qasî şêr bihêz nîşan bidin sfenks derketine holê. Li gorî metnên latînî, sfenks di cîhana binerdê de li hêla bakûr in. Parastvanê perûk a bi sêr ku ya Qraliyeta Nemesê ye. Di dema împaratoriyên navîn de parastvanê serayê ne. Sfenks, li deverên cûrbecûr û bi teşeyên cûrbecûr wekî parastvan hatine bikar anîn. Di nav lingên van peykeran de carina peykerê xwedayan carina jî peykerên fîrawûnan hatine bicih kirin. Sfenks di mîtolojiya misirê de cihekî girîng digire û qerdeyanên deriyên cîhana binerdê ne. Di serî de tenê parastvan biye. Lê dûre veguheriye. Li dijî dijminên fîrawûnan êrişan jî pêk tîne. Sfenks di kitabeyekî de xwe wisa vegotiye: “Ez şapela gorê diparêzim. Odeya ku aydê gorê ye diparêzim. Ez, kesên ku bixwazin bi zorê bikevin hundir, bi dûr dixînim. Dijminan û çekên wan davêjim. Xaînên ku li şapelê ne diqewirînim. Dijminê ku xwe veşartine, ez tune dikim.” Li ser erebeya Thûtmosîsê 4. de bi sfenks bi awayeke serîqertel û bibask hatine teswîr kirin. Li vê derê tê dîtin ku sfenks dijminê xwedayê Horûsê di bin lingên xwe de diperçiqîne. Misirî li ser nivişt, mucewher, stel û wêneyên dîwaran de sfenksan teswîr kirine. Bi bandora misirê li sûriyê jî sfenks hatiye nasîn. Lê wateya wê hê ne zelal e. Cudahiya herî mezin ya sfenksên sûrî û fenîkeyê ji yên misirê hebûna baskên sfenksê ne. Di beriya mîladê di sedsala 15. de sfenksa nêr jî derketiye holê. Ev jî tiştekî girîng e. Li ser mohran û berhemên lajwerdî de di şiklê şêr an jî grîfonekî hatiye teswîr kirin. di van berheman de pencekî şêr rakirî ye. Di sedsala 13. de li ser lahîda Qral Ahîramê de hatiye teswîr kirin. Di vê lahîdê de li kêleka textê qral hatiye bicih kirin. Her wekî li benda rihê qral be, da ku rihê qral bigre bihuştê dixuye. Sfenksên ku li ser mohrên sûriyê hatine neqişandin li hev mêze dikin û di navbera wan de motîfên nebatan hene. Ji aliyê por û cilan de dişibin sfenksên misirê. Sfenks li sûrî di beşên mobîlyayan de jî hatine bikar anîn. Sfenks ji sûriyê jî derbasî hunera mezopotamyayê bûne. Ev veguhastin di dema Xanedena Pêşeng û di dema Babîla Nû de pêk hatiye. Di mohran de û berhemên ji diranê fîlan hatiye çêkirin de hatiye bikar anîn. Sumerî di perestgeha Îştar de aferîdeyên wekî sfenksan in bikar anîne. Sfenks di dema Asûrnasîrpalê 2. ê (Bm. 883-889) Asûra Nû de li ser deriyê seraya Nîmrûdê hatine neqişandin. Ev sfenks pordirêj, bi rî û bibask hatiye neqişandin. Navê vê peykerê Lamassû ye. Li nîmrûdê di seraya Asûrahaîddîn de wekî binika stûnan hatiye bikar anîn. Di hunera persan de her wekî grîfonê sfenks jî di rolyefan de di mohrên gilover de û di berhemên biçûk de hatiye bikar anîn. Di sfenksên ku di seraya Persopolîsê de hatine bikar anîn de bandora asûriyan heye. Li Seraya Sûsayê jî xwedayê herî mezin ya Zerduştiyê Ahûramazdayê bibask li ser panoyeke tuxleyî hatiye bikar anîn. Ev aferîde bişewqe, birih û qemer hatine teswîr kirin. Serê wan jî ber bi paş ve ye. Di hunera Lîdyayiyan ya ku satrabê persan in de jî ev motîfên sfenksan hatine bikar anîn. Ev sfenks dişibin yên persiyan li ser lingên xwe yên paşîn rûniştî ne û lingeke wan ê pêşiyê rakirî ye. Li gîrîtê, li ser mohr û freskên mînyatur de sfenks hatine bi kar anîn. Tê îdîa kirin ku ev sfenks jî wekî grîfona ji sûriyê hatine lê ev sfenks xwedi taybetiyên orîjînal in. Bi gelenperî ji pêşiyê de hatine nîşan dan û wekî pilpilokê perên wan vekirî ne. Teşe ya porê cuda ye û li serê wê tac heye. Bi piranî di wêneyên olî de hatiye bikar anîn. Di dema mîkenan de jî cara yekem di sedsala 16. de hatiye bikar anîn. Li ser qutiyeke ku ji diranê fîlê hatiye çêkirin de, di motîfên ku hemberî hev in hene. Ev motîf dişibin şêrê ku li ser Deriyê Şêr(Deriyê Bişêr) hatiye bi kar anîn. Mînaka li Attîkayê jî vezelandî ye û baskên wê vekirî ne. Porê wê bi ser singa wê ve, tê xwarê û şewqa wê heye. Li ser wazoya Mîkenan ya ku li Enkomiyê hatiye dîtin de du sfenks ên ku li hemberî hev sekinandî ne xwedî baskên tûj in. Di navbera van her dû sfenksan de motîfa nebatî heye. Ji alî serî, sing û baksan ve dişibe stîla mîkenê. Sfenksa mîkenê bi armanca xemlandinê hatiye bikar anîn û baskên wan vekirî ne. Riyê wê her çiqas riyê jinan be jî singa wê ne ya jinê ye. Piştî gîrît û mîkenê qasî 400 sal sfenks li yewnanîstanê nehatiye bi kar anîn. Lê li asyayê bikar anîna sfenksan berdewam kiriye. Beriya mîladê di sedsala 8’an de bi bandora rojhilat ya ku li ser hunera yewnanan kiriye, sfenks dîsa derketine holê. Di serdema Arkaîk de di lahîdên axîn, guldank (wazo), mucewher, pere û eşyayên xemlandinê de hatiye bikar anîn. Her wiha di frîz û metopên perestgehan de, li gor û kevirê goran de weki rolyef û peyker hatiye bi kar anîn. Sfenks li vê derê jî bi rûniştina xwe ya klasîk wekî parastvanekî hatiye bikar anîn. Grîfon û sfenks di heman demê de ketine nava hunera yewnanan. Wekî sfenksên sûriyê mê ne û bibask in. Wekî peykerên Daîdalos xwedî perûkên dirêj in. Baskên wan nedûz in û li serê wan şewqe heye. Bedena wan jî zirav û kubar e. Ji ber ku bedena wan dişibe ya jinê kubar û nazenîn xwiya dikin. Ne wekî cinawiran in. Teswîrên sfenksan yên ku li sûrîyê hatine bikar anîn yewnanî jî bikar anîne. Di frîzên pesrestgeha Assos Athenayê sfenks li hemberî hev in û dirêjkirî hatine teswîr kirin. Lingê her dû sfenksan jî rakirî ne. Lingên rakirî bi serika stûneke îyonîk ve hatiye spartin. Gewdeyên van sfenksan nagihîje erdê. Di nav pêvajoyê de, her ku çiye sfenksa dirêjkirî veguheriye. Di serdema klasîk de sfenks li ser lingên xwe yên pêşin bilindbûyî, li ser lingên xwe yên paşîn jî rûniştî hatiye teswîr kirin. Di lahîdên klazomenaî de jî sfenks wekî hêmaneke dekoratîf hatiye bikar anîn. Motîfên nebatî yên li derdora van sfenksan hatiye neqişandin wekî hêmaneke dekoratîf hatiye bikar anîn. Sfenksên ku li ser lahîdên Klazomenaî hatine bikar anîn bi hostetiyeke pir mezin hatine çêkirin. Di serdema klasîk de, li ser kevirên akîk ên gustîlkan de hatine neqişandin. Di van berheman de sfenks bi awayeke cuda hatine teswîr kirin. Di van sfenks ji du gewde û seriyeke pêk tê. Serî ji pêşiyê û gewde jî ji profîlê hatiye îfade kirin. Porên wê bi ser çavên gilover de tê xwarê û pozê wê jî kin û pahn e. Li vê derê jî baskên sfenksê hene. Pencên pêşin ên sfenksê li hev dikevin û dûvên wan jî rabûyî ne. Li ser gustilkeke din di nav her du sfenksan ciwaneke tazî ê ku çokdayî ye hatiye teswîr kirin. Lingeke sfenksê û destên ciwan bi hev ve hatiye xêz kirin. Ji alî zenaetê ve hostetiyeke mezin xuya dike. Di serdema klasîk de li Ksanthosê li ser devgirteka(kapax) lahîdekê jî sfenks hatine teswîr kirin. Li her dû aliyên derî du sfenksên bibask bi awayeke hevbîn (sîmetrîk) hatine bi cih kirin. Zemîna berhemê di rengê şînê vekirî de ye. Pûrtên baskên wê jî reş, sor û şîn in. Li Muzeya Arkeolojiyê ya Stenbolê li ser lahîdeke Lîkyayiyan (Bm. Sedsala 5.) teswîrên sfenksan hene. Sfenksên vê berhemê pişta xwe dane hev û li ser lingên paşîn xwe bilind kirine. Ev sfenks jî bi awayeke hevbîn(sîmetrîk) hatine çê kirin. Serê van sfenksan di şiklê serê jinan hatine çêkirin. Porên wê kin û bipêl hatine teswîr kirin û li ser rûyên wê kovaneke dixuye. Çiçikên jinê li gorî stîla klasîk de tije û nermik hatine teswîr kirin. Pencên şêrî û lingên paşîn bi awayeke zelal hatiye nîşan dan. Ev berhem mêbûna sfenksan bi awayeke gelekî hunerî nîşan dide. Li ser stûneke îyonîk Efsaneya Oedîpûs û sfenksê hatiye vegotin. Di vê berhemê de Oedîpûs li biniya sfenksê hatiye nîşan dan. Li seraniya Oedîpûs jî li ser zinareki sfenks xuya dike. Ev sfenksan ya bajarê Thebaî ye. Sfenksa ku li serê wê tac heye bi awayeke baldarî li Oedîpûs mêze dike. Oedîpûs jî bixof li sfenksê dinêre. Ev wêne jî bi hostetî hatiye çêkirin. Sfenksa ku ji hêla misiriyan wekî xweda an jî nîvxwedayeke, ji hêla Asûrî û Hîtîtiyan wekî nîvxweda û parastvan dihatin pejirandin di hunera yewnaniyan de jî hatiye bikar anîn. Di serdemên arkaîk û klasîk de li ser lahîd û kevirên goran de hatiye bikar anîn. Her wiha di hunera peykersaziyê de jî hatiye bikar anîn. Sfenks ne wekî grîfonan in. Grîfon aferîdeyên şerûd in. Lê sfenks ne wisa ne. Sfenks li berevajiyê grîfonan bêdeng, biaheng û xwedî raz in. Lê di dema klasîk di Efsaneya Oedîpûs de dest bi kuştina mirovan kiriye ango wisa hatiye teswîr kirin ji hêla mirovan ve. Bingeha têkoşîna sfenks û mirovan bingeha xwe ji mezopotamyayê girtiye. Ji ber ku li gorî efsaneyan heta dema Akhemenîdan mirov aferîde bi hev re şer kirine


Çavkanî:

-Ana Britannica, C.19, Ana yayıncılık A.Ş, İstanbul, 1990, s:294 -Canby, J.V., “The Walters Gallery Cappadocian Tablet and the Sphinx in Anatolia in the Second Millinium B.C.” Jornal of Near Esatearn Studies, October, v.34, 1975, s:240 -Darga, Muhippe, “Hitit Sanatı”, Anadolu Sanatları Yayınları, İstanbul, 1992, s:119, s:295 -Erkanal, A., “Anadolu’da Bulunan Suriye Kökenli mühürler ve Mühür Baskıları”, T.T.K, Ankara, 1993, s:130 -Jairazbhy, G.K., “Oriental Influences In Western Art”, Asia Publishing House, Bombay, 1965, s:249, 250 -Lise, G., “Mısır Sanatını Tanıyalım”, çev: E.Soley, Inkılap Kitabevi, İstanbul, 1986, s:18 -Pritehard, J.B., “The Ancient Near East in Pictures”, Princeton University Pres, Princeton, 1954, s:327 -Sevin, Veli, “Yeni Asur Sanatı- 1″, Mimarlık, T.T.K, Ankara, s:97

Wergêr: Qedrî Nêçîrvan

Nivîskar: Nalan YILMAZ

Çavkanî: http://lebriz.com/pages/lsd.aspx?lang=TR&sectionID=1&articleID=371