Kurdekî rojavayê kurdistanê ye. Li bajarê Kobanê hatiye dunyayê. xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li Kobanê qedandiye û derbasî bajarê Helebê bû û li wir zanîngeh, Fakulteya Endizyariyê beşa Enerjiyê xwend. sala 2013'an derbasî nava şoreşê û sala 2014'an dest bi xebata rojnamegeriyê di Radyoya dengê Kobanê kir. paşê di nava berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê de him wekî şervanekî him jî wekî rojnamevanekî cih girt û şerê li wir belge kir. piştre derbasî herêma Cizîrê ya rojavayê kurdistanê dibe û li wir karê xwe yê rojnamevaniyê, wekî pêşkeşkar di televisyona Ronahî TV de didomîne. Herwiha di warê Dûblaja kurdî de jî gelek xebatan dike û bi taybet ji bo xizmeta ziman û çanda kurdî, gelek çîrok û destanên kurdan ên gelêrî dublaj dike û li ser kenaleke Youtube diweşîne. Di malperên kurdî de jî wekî nivîskarê Meqaleyan nivîsan dinivîse û di rojnameya Ronahî, Welat û Polîtîkaazad de gelek gotarên wî tên dîtin.