Wîkîpediya:Babîl
kuKurdî zimanê zikmakî yê vî/vê bikarhênerî/ê ye.
کوردی زمانی زگماکیی ئەم بەکارھێنەرەیە.
Bikarhêner li gorî zimên

Roja we xweş be xwendekarên delal.
Her li google li navek an lêkereke kurd digerim û nabînim, ji xwe re dibêjim; "Çima tiştên bi kurdî di google de tinene?" Lê ger em tek niha bibêjin û bi xwe saz nekin, nenivîsin, ma ewê çaya di google de hebin? Bi vê sedemê min xwe li WIKIPEDIA qeyd kir, ji bo karibim di xizmeta zimanê kurdî de gaveke din biavêjim. Hêvî dikim emê bi serkevin. Zimanê kurdî hebûna me ye. Ziman nasname ye. Em çiqasî lê xwedî derkevin ewqasî xwe dibînin û dibin xwediyê xwe. Silav û hezkirin û serkevtinên domdar...

Ez kî me?
Ez nivîskar û mamosteyê zimanê kurdî Hesen Huseyîn Denîz. Ji Stilîla Nisêbînê heta çiyayên Kurdistanê û ji wir jî heta van bajarên xerîbiyê hatime. Dibe ku rojekê çîrok û serpêhatiya xwe jî li vir bi we re par ve bikim, lê armanca min niha xizmeta zimanê kurdî ye. Ezê dest bi lêkerên kurdî û kişandina wan a li gorî deman û bikaranîna wan a di hevokan de bikim. Hêvî dikim hûnê jê sûd bigrin. serkevtin.