Dergûşa şaristanî û xweşbîniyê

biguhêre

Min got: ”Bi xêr hatî Dergûş!” û hêvîdar im ku Dergûşa me bijî, xwe bi jiyanê bigre, çarlepkî bike, bi rê ve biçe, mezin bibe û bibe dibistanek ji bo gelê me yê ku li derveyê dîrok û şaristaniyê hatiye hiştin."

Li dehan malperên kurdî û yên bi kurdan re têkildar yek jî zêde bû. Bi navê Dergûş ji vir şûnde dê derbarê jiyana rojane û rojeva kurdan, çand û hûnera kurdan û dîrok û şaristaniya kurdan de malpereke din li mal û dilên me bibe mêvan.

Bi xêr hatî “Dergûş”

Pêşketina her gavek di jiyana nivîskî, çapemenî û ragihandina kurdan de hêjayê pesindanê û bextewariyê ye. Di ezmanên reş ê tarî de biriqîna stêrkekê çawa dilê mirov xweş û geş dike, wisa jî rojname, tv, malper û alavên ragihandinê yên wd jî di serdema komûnîkasyona îroyîn de peywira çirayên di şevên tarî de pêktînin. Gava hevalan ji min re behsa xebatek bi vî rengî kirin, ez dilşad bûm. Min got: ”Bi xêr hatî Dergûş!” û hêvîdar im ku Dergûşa me bijî, xwe bi jiyanê bigre, çarlepkî bike, bi rêve biçe, mezin bibe û bibe dibistanek ji bo gelê me yê ku li derveyê dîrok û şaristaniyê hatiye hiştin. Ev gelê ku “Dergûşa şaristaniyê” ava kiriye, îro li derveyê dîrokê hatiye hiştin. Ev gelê ku xwediyê dîroka kûr û dûr e, îro bê siberoj û ronahî hatiye hiştin. Di serî de Dergûş û herwisa jî gelek malperên din xizmeta rûmet û dahatûya gelê kurd dikin, ji ber vê jî evra ne, pîroz in. Ji sedî 90 ji van malper û alavên cur bi cur yên ragihandinê bê ku tu berjewendiyeke aborî bi dest bixin, tenê ji bo evîna welat û xizmeta gel kar dikin. Li dinê belkî kêm nimûyên bi vî rengî hebin. Ji ber vê ye ku divêt mirov li her kesî/ê ku di vî warî de kar dike silav bike û eger ji dest bê, alîkarî bide.

Wek tê zanîn gelê kurd yek ji gelên herî perçiqandî û stenbar ê dinê ye. Herwiha kêmnetewe, ol û mezhebên di nav vî gelî de dijîn jî, yên herî çewisandî ne û ev çarenûs îro jî berdewam dike. Di bin ronahiya vê rastiyê de ev ol û kêmneteweyên ku di nav têkoşîna jiyanê de ne, li ber xwe didin. Liberxwedaneke birûmet û serberzî ye.

Di vir de divêt kes û saziyên ji dîn, ol û neteweyên din, nemaze yên ku ji dijminan re bindestî û ji hindikayên nav xwe re jî serdestî kirine, hewl bidin dilê van derdorên dilşikestî bikirin û di têkoşîna rûmetê de mil bidin milên wan. Asurî, suryanî, kildanî û ermen di vê têkoşînê de ne, divêt destê me jî di nav destên wan de be.

Êzîdî, elewî, sabiî, bahaî û di serdema îro de xwedanenas jî di nav têkoşîna xwedanqebûlkirinê de ne.

Li ser axa Kurdistanê cih ji tevahiya dîtin û baweriyan re heye... Piraniya hîndarî û doktrinên ku cihanê hejandine ji nav gelî û newalên kûr ên vî welatî derketine û îro jî ev têkoşîn her dom dike.

Tiştek din jî heye...!

Divêt em li gel gelên bindest û belengaz bin, lê em ji bîr mekin ku li hemberî dîrokê û wijdana mirovahiyê û nifşên nû berpirsyariyên me hene. Qelem û quweta me helbet di xizmeta gelê me de be, lê eger hebin, em li dijî kevneperestiyan jî rawestin.

Di vir de em bikarin xwînê ji xwe jî berdin. Eger îcab bike em li newalên kûr binivin û xewnên giran jî bibînin. Tenê durûtî û piştfirikandin nabe, nabe û ev ne karê kesên xwedî wijdan e jî...

Ez hêvîdar im ku Dergûşa me li gorî navê xwe, bibe navend û bingeh ji bo gotûbêj û niqaşên zanistî. Da ku em li ser bingehên nûjen û xweşbînî şaşî û neduristiyên xwe tesbît bikin û li gorî hêza xwe jî wan ji holê rakin. Divêt em ji bîr mekin ku kes ji dayîka xwe ve bi şaşîtî û xerabî nayê dinê. Di xerabî û nêçêyiyên mirov de gelek sedem û egerên li derveyî vîna mirov hene, kengî ev sedemên bibandor kêm bûn, dê wê demê nifşên tendurist jî derkevin û bi hev re li gel cihêrengiyên hev, bi xweşbînî û geşbînî bijîn.

Yeko Ardîl