gûndê bûvan:

gundê bûvan li bakûrê rojhilata bajara şîrvanê u bakûrê rojavayê bajarê qûçanê hilketîye.ev gunda ji alîyê başûr u başûrê rojava va bi gundên zortan u ulaş ra u ji bakûrê rojava va bi kelî beg ra u ji bakûrê rojhilat va bi gundê kelatê balî ra cînare.çîyay kolik(navê xwe ji bajarek kurdistanê ku li kevîya çemê firatê ye hilgirtîye)li rojavay gund u çîyay beroj li rojhilatê gund hilketîye.gund di urtê nalek(newal) da piştî guhastina kurdan bi xorasanê hatîye avakirin.hejmara gund berê ji hezar merivan pêkhatibû lê ji ber tinebûna dirav u aborî piranîya xelk berê xwe dan bajaran.ev gunda kanî têda pirin loma jî bax u hêşînayî li dorê pirin u têda darên mezin u nirzilî ên gwîz bejnê xwe berve ezmîn va hilanîne.bilindahîya gund ji asta derya degêje derdora1500 mitreyî.loma li zivistanê qalindtî ya berfê ji deverên din ên xorasanê pire.nifûsa ev gunda ji pênc toperên ûsalî,çelikanî,cengelî,kalalî,gule pêk tê.koka eşîra çelikanî ji semsûra kurdistana bakûre ku li dewerên din ên kurdistanê ji çaxên kevn da pijiqîne.li ser koka toperên din ku ewna jî li serdemê sefevîyan hatine xorasanê gere lêkolîn bê kirin.hinek ji xelkê gund pêz xweyî dikin hinek wek koçer bi malbatê xwe va havînê terin zozanê li nala berderê u serî nalê u zîlanê u zivistanê terin erana(qişlaq)merave tepe li parêzgeha gulistanê.birek din jî karê çandinî u pêragîştina baxan dikin u berhemên mîna gwîz,sêv,gîlas,hirmê hiltînin.zîyaretek li ser çîyê beroj bi navê zeydulah heye u berê jinên bê zarok li wê di qeliştek ra derbas diwûn daku xwedê keç yan lawek bike para wan.berê tirkmên u uzbekan hêrêş dikirin u gund dihêvirandin loma bircek berê li nêzikê gund hatibû çê kirin ku xewer gîyandinê bike ku xelk têkevine berxwedanê u jin u zarokên xwe veşêrînin.