Beyhanî Şahîn (z. 13ê gulana 1969an, Orçul, Qoçgirî) îndocermenîst[çavkanî hewce ye], îndoîranolog[çavkanî hewce ye], avestolog û kurdologê kurd e.

Jiyana wî biguhêre

Beyhanî di sala 1969an da li Orçula li herêma Qoçgîrîyê (Erzingan) ji dayik bûye. Ber bi dawiya sala 1988an derketiye Ewropayê. Li Unîversîteya Zurîxê beşa "Zimanên Îndo-Ewropî" û li Unîversîteya Bernê jî "Fîlolojiya Îndoîranolojiyê" xwandiye, ango zimanê avestî, medî, farsiya kevin, pehlevî, partiya navîn, sogdiya navîn, khotansakiya navîn, nûristanî, mîtannî, vedî, sanskrîtî, palî, prakrîtî, yewnaniya kevn, latînî, gotî, lîdî.

Têza xwe li ser "Zimanên Medan" amade kiriye di sala 2004an da li ba Unîversîteya Zurîxê.

Berhem biguhêre

Vekolînên wî yên çapbûyî:

  1. Lêkolîneke Qicik Li Ser Zmên. Stembol 1995. Firat Yayinlari.
  2. Bêjenasiya Zmanê Kurdî Ya Dîrokî 1, Îzmîr 2020. Weşanên NA.
  3. Nivîsarên Farsiya Kevin (1) Yên Dariyus, Îzmîr 2020. Weşanên NA.
  4. Die Sprachen der Meder (wergerr: "Zmanên Medan“). Îzmîr 2021. Weşanên NA.
  5. Avesta 1 – Gatha'yên Zarathushtra. Îzmîr 2021. ISBN 978-625-7085-37-3. Weşanên NA.
  6. Avesta 2 – Destnivîsên orîjîn: Yasna. Qamişlo 2023. ISNB 978-625-00-8260-7. Weşanên SZK.
  7. Avesta 3 – Destnivîsên orîjîn: Vīdēvdād. Qamişlo 2024. Weşanên SZK.
  8. Avesta 4 – Destnivîsên orîjîn: Yašt. Qamişlo 2024. Weşanên SZK.
  9. Avesta 5 – Destnivîsên orîjîn: Visperad, Nyāyišn, Gāh, Sīrōza, Āfrīngān. Qamişlo 2024. Weşanên SZK.
  10. Avesta 6 – Trenslîteresiyon: Yasna. Qamişlo 2024.
  11. Avesta 7 – Trenslîteresiyon: Vīdēvdād. Qamişlo 2024.
  12. Avesta 8 – Trenslîteresiyon: Yašt. Qamişlo 2024.
  13. Avesta 9 – Trenslîteresiyon: Visperad, Nyāyišn, Gāh, Sīrōza, Āfrīngān. Qamişlo 2024.
  14. Avesta 10 – Bi Fonda Avestî: Yasna. Qamişlo 2024.
  15. Avesta 11 – Bi Fonda Avestî: Vīdēvdād. Qamişlo 2024.
  16. Avesta 12 – Bi Fonda Avestî: Yašt. Qamişlo 2024.
  17. Avesta 13 – Bi Fonda Avestî: Visperad, Nyāyišn, Gāh, Sīrōza, Āfrīngān. Qamişlo 2024.

Lêkolînên ku dê di sala 2024an da werin çap kirin[çavkanî hewce ye]:

  1. Xwarde-Avesta.
  2. Bêjenasiya Zmanê Kurdî Ya Dîrokî 2.
  3. Die Laryngale im Arischen und ihre Entwicklung im altindischen und iranischen Sprachen 1 (bi Elmanî) = "Larîngalên di zmanê Arî da u şopên wan yên di nav zmanên kevin yên Îranî u Hîndî da".
  4. Nivîsarên Farsiya Kevin 2.
  5. Ferhenga Zmanê Farsiya Kevin.
  6. Fonolojiya Zmanê Proto-Kurdî.
  7. Zmanê Mîtannî.

Çavkanî biguhêre

  • Weşanên NA (Weşanxaneya NA)
  • Weşanên SZK