Berlîna Rojava navçeyek siyasî bû ku di salên Şerê Sar de ji beşa rojavayê Berlînê pêk dihat.

Berlîna Rojava
West-Berlin Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Administrative territorial entity
  • herêma bi nîqaş Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Berlin (West) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Ala


Mertal
52°30′Bk 13°17′Rh / 52.5°Bk 13.28°Rh / 52.5; 13.28
ParzemînEwropa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletAllied-occupied Germany Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
Dema avabûnê
  • 1949 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûerd
  • 479,9 km² Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Nifûs1.984.837 (1975) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Saet
  • Central European Time Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Her çend statûya qanûnî ya rastîn a Berlîna Rojava nezelal bû, û doza axa Komara Federal a Almanyayê (KFA) ji hêla Yekîtiya Sovyetê û welatên din ên Bloka Rojhilatê ve bi giranî hate nîqaş kirin, Berlîna Rojava di sala 1949an de xwe ji hêla siyasî ve bi KFA re girêda bû. Berlîna Rojava di saziyên KFAyê yên federal de dihat temsîlkirin.

Berlîna Rojava bi fermî ji hêla Hevalbendên Rojavayî ve dihate kontrol kirin û bi tevahî ji aliyê Berlîna Rojhilat û Almanyaya Rojhilat dorpêçkirî bû, yên ku di bin kontrola Sovyetê de bûn. Berlîna Rojava di dema Şerê Sar de xwedî girîngiyeke sembolîk a mezin bû, ji ber ku ji aliyê rojavayiyan ve wekî "girava azadiyê" û hevtayê herî dilsoz ê Amerîkayê li Ewropayê dihat hesibandin.[1] Ew bi giranî ji hêla Almanyaya Rojava ve wekî "pêşangehek rojava" dihate piştgirî kirin.[2] Wek bajarekî dewlemend ê wê demê, Berlîna Rojava ji ber karaktera xwe ya berbiçav wek kozmopolît û navendek perwerde, lêkolîn û çandê dihate nas kirin. Digel nêzîkî du mîlyon niştecîh, Berlîna Rojava di serdema Şerê Sar de ji hemû bajarên Elmanyayê xwedî nifûsa herî mezin bû.[3]

Berlîna Rojava ji beşên dagîrkeriya Amerîkî, Brîtanî û Fransî pêk dihat ku di sala 1945an de dihatin damezrandin. Dîwarê Berlînê, ku di sala 1961an de hatibû çêkirin, bi fizîkî Berlîna Rojava ji derdora wê ya Berlîna Rojhilat û Almanyaya Rojhilat vediqetand heya ku di sala 1989an de hilweşiya.[4] Di 3'ê Cotmeha 1990'an de, roja ku Almanya bi fermî ji nû ve bû yek, Berlînên Rojhilat û Rojava bi awayekî fermî ji nû ve bûn yek hev, weke bajar-dewlet tevlî Komara Federal bû û di dawiyê de careke din bû paytexta Almanyayê.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Daum, Andreas W. (2000). "America's Berlin, 1945‒2000: Between Myths and Visions". Bi Trommler, Frank (edîtor). Berlin: The New Capital in the East (PDF). Johns Hopkins University. rr. 49–73. Ji orîjînalê di 13 hezîran 2021 de hat arşîvkirin (PDF). Roja gihiştinê 2 adar 2021.
  2. ^ Tobias Hochscherf, Christoph Laucht, Andrew Plowman, Divided, But Not Disconnected: German Experiences of the Cold War, p. 109, Berghahn Books, 2013, ISBN 9781782381006
  3. ^ "Berlin: Where Rivalry of East, West Soars" Girêdana arşîvê 31 adar 2019 li ser Wayback Machine, U.S. News & World Report, 18 July 1983
  4. ^ "1961: Berliners wake to divided city" Girêdana arşîvê 25 kanûna paşîn 2021 li ser Wayback Machine, BBC News