Tehtseyok
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Aves
Kom: Passeriformes
Famîle: Sittidae
Cins: Sitta
Cure: S. tephronota
Navê zanistî yê latînî
Sitta tephronota
Sharpe, 1872

Berkuteyê mezin an jî tehtseyok (Sitta tephronota) çûkekî li ciyê bilind û bi teht dijî.

Şayes biguhêre

Tehtseyok dişibite berkuteyê biçûk, lê bi qewdê xwe, nikul û serê xwe jê mezintir e û bi brûyê xwe yê reş ku qalind û drêj e jê cudatir e. Drêjahiya wî bi qeysî 16-18 cm'an e.

Reftar biguhêre

Li derdora Stewrê ji ber ku dengê wî yê pirr xweş jê re bilbil dihê gotin.

Parêzî biguhêre

Bi kêz, kurm û meyweyên daran yên hişk xwe xwedî dikin.

Pirbûn biguhêre

Di navbera 5-7 heft hêkan dikin û qurpmayina wan di navbêhna 12-18 rojan de ye.

Jîngeh biguhêre

Hêlîna xwe bi heriyê li ser daran yan jî li ser tehtan çêdikin.

Belavbûn biguhêre

Tehtseyok li welatên wekî Ermenistan, Tirkiye, Kurdistan, Îraq, Îran, Sûrî, Azerbeycan, Pakistan, Hindistan, Gorcistan, Qazexistan, Tirkmenistan û Rûsyayê tê dîtin.

Pêşangeh biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ BirdLife International (2012). "Sitta tephronota". IUCN Red List of Threatened Species. Version 2013.2. International Union for Conservation of Nature. Roja gihiştinê 26 çiriya paşîn 2013.

Girêdanên derve biguhêre