Bendava Germavê

(Ji Bendava Ilisuyê hat beralîkirin)

Bendava Germavê an Bendava Îlisuyê an jî Sikurê Îlisuyê (bi tirkî: Ilısu Barajı) yek ji 21 bendavên Projeya Başûrê Rojhilata Anatoliyayê yên Tirkiyeyê ye. Sikur di salên 2011-2020 de li ser rûbarê Dicleyê hate avakirin û mezintirîn pişka hêza karevayîavî ya wê projeya mezin e. Dema sikur heta bilintirîn asta xwe tije bibit nêzî 10,4 bilyon m³ av dê bihêt pengandin, rûberekê bi qasî 313 km² dê bibit gola bendavê û nêzî 1.200 Megawatên xurtaniya hêza karevayê berhem biînit. Karevaya ko dê li dema salekê li bendavê berhem bihêt dê bibit 3.800 GWh. Li 5ê tebaxa 2006ê bi amadebûna serokwezîr Recep Tayyip Erdoğan dest bi avakirina bendavê hat kirin.

Bendava Germavê
Bendava Îlisuyê
Ilısu Barajı
Cih
Herêm Bakurê Kurdistanê
Dewlet Tirkiye
Koordînat 37°34′0″Bk 41°54′0″Rh / 37.56667°Bk 41.90000°Rh / 37.56667; 41.90000
Nexşeya cihan Tirkiye
Bendava Germavê li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Bendava Germavê
Avayî
Rewşa bendavê Tê plankirin
Destpêk 2007
Vekirin 2014
Bendav
Mebest Elektrîk
Bilindayî 135 m
Dirêjahî 1.820 m
Çem Dîcle
Embarav (gola bendavê)
Qewareya
gola bendavê
10,4 bilyon m³
biguhêreBelge

Jihevnegirtinên li ser bendavê biguhêre

Sikur tenê 65 kîlometiran dûrî tuxîbê Sûriya û Îraqê ye.

Ev sikur dê bajarê kevnar yê 10.000 salî yê Heskîfê û zêdeyî 60 gundên dî yên kurdan bi hêşeteka nêzî 25.000 kesan bi tivavî binav bikit. Nêzî 85 gundên dî jî dê parek ji wan binav bibit.

Çavkanî biguhêre