Behare Elewî
Behare Elewî[çavkanî hewce ye] an jî Bahara Alavi ( jdb. 1989 li bajarê Saqizê, Rojhilatê Kurdistanê - m. 2010), çalakvanê mafên mirovan, parêzvanê mafên jinan û blogereke kurd e. Di 1989an de li bajarê Saqiz, li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Ew endamê kampanyaya berhevkirina milyonek îmzekirina ji bo guherandina qanûnên Îranê di berçavgirtina mafên jinan de bû. Behare Elewî, di serê sala 2010an de di bûyerek trafîkê de jiyana xwe jidest da.[1][2][3].
Behare Elewî | |
---|---|
Jidayikbûn | 21ê îlona 1989an Seqiz, Rojhilata Kurdistanê |
Mirin | 11ê nîsana 2010an (45 salî) Rûdaneke tirombêlan di navbera Seqiz û Sine |
Pîşe | nivîskar |
Zimanê nivîsinê | Kurdî, farisî |
Netewe | Kurd |
Hevwelatî | Îran |
biguhêre |
Jiyan
biguhêreBehare Elewî , dema ciwaniya xwe, di 2005an de dest bi nivîsandinê kir û di 16 saliya xwe de dest bi parastina mafên jinan kir û di heman demê de wê dest bi nivîsandina tevnvîsa xwe, Keça Rojê kir. Bertekên ji mirovan diyar kir ku bandora nivîsên wê li ser kampanyayên din heye. Ew ji ber nivîsên xwe di bin zexta saziyên ewlehiya Îranê de bû.[4]
Yek ji rêhevalên wê, Kaveh Kermanshahi, ku xelata Hellman / Hammett ji Human Rights Watch stendi bû, ew di hevpeyvînekê de digel Radio Zamaneh pêşkêşî Behare kir, û got ku wî cesareta nivîsandinê ji Behare Elewî fêr bû.
Zêdetirî pênc salan ew di çarçova kampanyaya mafên mirovan û mafên jinan de li gelek bajarên Îranê geriya. Wê çalakvanên din ên mafên jinan û her weha mirovên asayî ronî kir û perwerde kir ku li dijî çandên çewt ên wekî sinetkirina jinan têkoşîn bike[5].
Li yek ji seferên xwe yên bi bavê xwe re, ew qeza derbas kir û mir.
Mirina wê di nav çalakvanên mafên mirovan û jinan de bertekên berfireh da, gelek gotar li ser jiyan û çalakiyên wê di medyayên cihêreng de hatin weşandin[6][7]
Werger
biguhêreBi kurmancî
biguhêre- Bahara alavi webblog bi navê keça rojê zimane farisî
Çavkanî
biguhêre- ^ Bahareh Alavi, activist of the One Million Signatures Campaign, Iran Today, 26 April 2011
- ^ Keep Iran's Heart Beating, slideshare.net, 2016
- ^ Keeping Iran's Heart Beating- Stories of Women's Rights Activists, 2011
- ^ "Change for Equality | Bahare Alavi, Missed but Not Forgotten". we-change.org. Ji orîjînalê di 5 kanûna paşîn 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 19 sibat 2021.
- ^ Bihara Alavî, rojavabûna keça rojê, Iran Global, 2011
- ^ for Bahara, asre-nou.net, 2011
- ^ Bahareh Alavi, çalakvanê Kampanyaya Milyonek Signmze, Iran Today, 2011
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |