Bazkiyan, baztiyan, bazkî cureyekî dansa jinan e û pirranî li herêmên Tolhildanê (Meletî, Dîlok, Gurgum hwd) tê lîstin. Nîşaneya destpêka dîlanan e. Helbet di berdewamiya dîlanê de jî tê lîstin. Ne bi destgirtinê lê bi dûhevrêzkirinê tê danskirin. Jinên ku di pêşiya govendê ne xelata defger (Daholçî) û zirneger (zirneçî) didin. Xelata wan jî pirranî qumaşên hevrîşimî ne.

Pêwîst e di destên jînan de temezî yan destmalên rengîn hebin. Lingên xwe di bera rêveçûyînê de pi panî û pêçiyan diqirpînin û bi destên xwe pêşwaziya çep û rastê dikin. Ev cureyê lîstinê heya xelatdayînê wiha didome. Piştî dayîna xelatan, destên çepê li jor û yên rastê jî teqlîda teşîristinê de bi çokan diqirpin. Lêzimên bûk-zava yên herî pêşî vê dansê dikin.

Mirov ji bo vê cureyê dansê dikare bêje lîstineke silavdayîna mêvanan, daholçî-zirneçiyan e.

Çavkanî biguhêre